Kurdwînê ji Viennaleyê xelat wergirt

Nûçeyên Çand/Huner

În 4 Mijdar 2022 - 05:52

SUSAN WEINBLATT

 

Filma derhênera ciwan Kurdwîn Eyûbê ya bi navê Sonne (Roj/Tavik), li Viennaleyê xelat wergirt. Filma Sonne pêşî Sibata bihurî li Berlinaleyê hatibû nîşandan û tê de Xelata Filma Herî Baş a GWFF’ê wergirtibû. Film behsa jineke ciwan a Kurd dike, ka ew çawa hewl dide bi ser xwe ve bibe û çawa li dijî wan qalibên li ser wê tên ferzkirin, têdikoşe.

Di Festîvala Filman a Viennaleyê de ya ji 20’ê Cotmehê heta 1’ê Mijdarê de, li paytexta Awusturyayê xelata “Filma Herî Baş a Viyanayê” wergirt. Rêveberiya Bajêr a Viyanayê xelat da. Di nava juriya festîvala îsal de Rektorê Zanîngeha Hunerên Bitetbîq a Viyanayê Gerald Bast, nivîskar û rojnamevan Ingrid Brodnig û aktrîst Edita Malovčić hebûn. 

 

Çîroka Yesmînê

Film behsa Yesmîn a li Viyanayê dike. Ew jineke ciwan e ku di nava malbat, dîn û koçberiyê de asê maye. Ji bo ku karibe bibe xwe bi xwe, ew tê dikoşe. Film li ser vê têkoşînê û têkliliyên Yesmînê yên bi kesên li derdora wê re ye. Yesmîn jineke ciwan a sergirtî ye. Ji bo ku kêfa xwe bîne, ew bi hevalên xwe re strana “Losing My Religion” dibêje û bi vîdeoya wê jî dikeve rojeva xelkê. Yesmîn hem di navbera bavê xwe yê nisbetan nermtir û dayika muhafezekartir û hişktir de ye, û hem jî di nava hevalên xwe yên spî yên ne Kurd û ne Misilman û mêrên ji civaka wê bi xwe de asê maye. Ev aloziya peywendî û rewşa ruhî ya Yesmînê di filmê de bi amûrên medya dijîtal bi awayekî serketî hatine vegotin. 

Derhêner bi dê û bavê xwe jî di filmê de rolan dide kirin. Karektera sereke ya filmê bi xwe bi aktirîstiya Melina Benli serketî bûye. 

Kurdwîn Ayûb ji Başûrê Kurdistanê ye. Wê li Viyanayê beşa şêwekarî, anîmasyon û hunerên performansê xwend. Belgefilma wê  “Paradies! Paradies!” û gelek kurtefilmên wê hene. Filma Sonne filma wê ya yekem a metrajdirêj û sêwirandî ye.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.