Kurdîtî bê berdel nayê parastin

Çarşem 21 Kanûn 2022 - 01:28

  •  Mûstafa Karasû: "Gerîla bi dehan sal in bi her cûre fedakariyê dikin û vê têkoşînê dimeşînin. Kurd bi têkoşînê li ser piyan dimîne." 

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû beşdarî 'Bernameya Taybet' a Medya Haber TV bû. Karasû destpêkê bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Bi Rêber Apo re 21 meh in ti hevdîtin nehatiye kirin. Ya rast, tecrîd 24 sal in dewam dike. Di dema rawestandina şer de hin hevdîtin hatibe kirin jî tecrîd û pergala zordariyê 24 sal in dewam dike."

Mûstafa Karasû destnîşan kir ku nêzîkatiya dewleta Tirk a li Kurdan nêzîkatiya qirkirinê ye û wiha peyivî: "Ji ber vê yekê tecrîda li ser Rêber Apo dişidîne. Ev tecrîda giran polîtîkayeke qirkirinê ye. Nêzîkatiyeke qirkirinê ye. Polîtîkaya tunekirina Kurdan e, şêweyê bicihanîna vê polîtîkayê li Îmraliyê ye."

Karasû diyar kir ku eger Ewrûpa û Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) dengê xwe li hemberî vê yekê nake, hingî hevparê vê qirkirinê ne û got, "Ji xwe ew jî li hemberî Kurdan polîtîkaya qirkirinê dimeşînin. Hevparê vê ne. Sala 1923'an bi Peymana Lozanê re qirkirina Kurdan qebûl kirin. Piştgirî dan polîtîkaya Tirkiyeyê ya ji bo qirkirina Kurdan. Di encama hevdîtinên Lozanê de ji dewleta Tirk re gotin, 'Tu Mûsil, Kerkûkê ji me re bihêle, yanî di bin kontrola Îngilistanê de bihêle, tu kare di nava sînorên heyî yên Tirkiyeyê de Kurdan qir bike'. Bi vî rengî erê kirin. Ev yek hîn jî dewam dike. Lewma polîtîkayeke qirkirinê heye, bêdeng dimînin. Polîtîkaya li dijî Kurdan tê meşandin zexteke ji rêzê nîne. Zilmeke ji rêzê nîne. Komkujiyeke ji rêzê nîne. Dixwazin Kurdan bi temamî tune bikin. Rastî bi vî rengî ye."

Mûstafa Karasû destnîşan kir ku nêzîkatiya li dijî polîtîkaya qirkirinê divê xwedîderketina li Ocalan be û wiha dewam kir: "Xwedîderneketina li Rêbertî tê wateya qebûlkirina qirkirina Kurdan, tê wê wateyê ku serê xwe dide ber kêrê. Vê yekê dikarim bi hêsanî bibêjim; Kurdên ku xwedî li Rêber Apo dernakevin hingî qirkirin qebûl kirine. Dest ji Kurdîtiyê berdane. Ew Kurd e ku dixwaze dest ji Kurdîtiyê berde. Jê re Kurd nayê gotin. Lewma Kurdên ku xwedî li Rêber Apo dernakeve Kurdekî rastî nîne, ji ber ku serê xwe dirêjî binê kêra qirkirinê kiriye.

Bêguman xwedîderketin heye. Gel xwedî derdikeve. Li Ewrûpayê timî xwedîderketin heye, lê belê ev xwedîderketin divê bê berfirehkirin. Belê zext giran e, em zanin lê belê ev têkoşîn bi berxwedana li hemberî zextên giran bi pêş ket. Bi berxwedana li dijî zextên giran ên li zindanan bi pêş ket. Gerîla bi dehan sal in bi her cûre fedakariyê dikin û vê têkoşînê dimeşînin. Kurd bi têkoşînê li ser piyan dimîne. Lewma Kurdîtî bê berdêl nayê parastin. Têkoşîna Kurdan, têkoşîna azadiyê ya Kurdan, misogerkirina azadiya Kurdan tenê bi vî rengî dikare pêk were. Em vê çarçoveyê gelekî girîng dibînin."

 

Êrîşên li ser Rojava

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû bi dewama axaftina xwe de êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bêdengiya hêzên navneteweyî nirxand. Karasû diyar kir ku li Rojava, li Bakurê Sûriyeyê Kurdan, Ereban, Suryaniyan zêdeyî 12 hezar şehîd dan, 20 hezar birîndarên xwe hene û got, "Ji bo çi li dijî DAÎŞ'ê şer kirin? Ji bo mirovahiyê şer kirin. Her kes bi vê zane. Li gel vê yekê, dewleta Tirk dixwaze Kobanê dagir bike, ku Kobanê bû cihê destpêka têkçûna DAÎŞ'ê. Bêyî ku li ber xwe bikevin, bêdeng dimînin. Ev yek tê wateya 'bi me re ti nirx tune ye'. Berê bi Ewrûpiyan re nirx hebûn. Niha di vê asta kapîtalîzmê de, di vê asta globalbûnê de li Ewrûpayê nirx nemaye, bêqîmetbûnek heye. Lewma tevî ku ewqas êrîş li ser Rojava têne kirin, binesazî tê hilweşandin, derfetên jiyanê yê mirovan bi temamî ji holê têne rakirin, lê li hemberî vê bêdeng dimînin."

 

30 kîlometre tê çi wateyê?

Mûstafa Karasû destnîşan kir ku polîtîkaya niha dewleta Tirk li Rojava dimeşîne polîtîkaya qirkirinê ye û got, "Çawa ku li Bakur polîtîkaya qirkirinê dimeşîne, heman polîtîkayê li ser Rojava jî dimeşîne. Hincet û sedemeke cuda ya vê yekê nîne. Qala 'paqijkirina korîdora' ji 30 kîlometreyî dike. 30 kîlometre tê çi wateyê? Tê wateya serweriyê. Tê wateya tunekirina Kurdan. Kurd ji xwe li herêmên li ser sînor e. Bajarên Kurdan hemû li ser sînorê Tirkiyeyê ne. Herêma bi 30 kîlometreyî tê wê wateyê ku dibêje 'ez ê herêma Kurdan hemûyan kontrol bikim, çeteyan lê bi cih bikim'. Ev yek qirkirin e, armanc ev e. Divê Kurd hemû bi vê zanibin. Bi vê armancê ewqas penaberên Sûriyeyê li Riha, Dîlok û çend deverên din bi cih kiriye. Yanî dixwaze li wê herêmê nifûsa Kurdan xera bike. Dixwaze Kurdan kêm bike. Lewma bêdengî tê wateya erêkirina qirkirina Kurdan. Ev yek ji bo DYE, Rûsya û Ewropa jî derbasdar e.

 

Berxwedan ne tevî gel be, encam bi dest nakeve

Wê demê divê gelê Rojava bi vê zanibe. Qirkirina Kurdan tê ferzkirin. Dixwazin Kurdan ji wir tune bikin. Dixwazin ji Kurdîtiyê qut bikin. Dixwazin Kurd ên azad tasfiye bikin. Eger polîtîkaya tê kirin qirkirina Kurdan be, wê demê divê helweteke çawa bê nîşandan, divê ew bê kirin. Gelê gel nerazîbûna xwe nîşan dide. Gel ev yek dît; Dewleta Tirk Efrîn dagir kir, Kurd ji wir derxist. Ji ber ku qir dike. Li Efrînê, Serêkaniyê Kurd têne qirkirin. Yanî dewleta Tirk li deverên dagirkirî Kurdan qir dike. Niha jî dixwaze vê dagirkeriyê berfireh bike. Gelê têgihiştî niha li ber vê yekê radibe. Dibêje ku wê li ber xwe bide. Ya wê dest ji Kurdîtiyê berdin, yan jî wê li ber xwe bidin. Gelo mirov dikare dest ji xaka bav û kalan berde? Gelo wateyeke wan nîne? Gelo qet qîmetê vê xakê nîne ku pêşiyên me, dayik, bav û kalên me bi kedê kirine welat? Heye. Wê demê divê mirov li ber xwe bide. Heta dawiyê divê mirov li ber xwe bide. Eger şerek biqewime divê li her devera ku dewleta Tirk êrîşan lê dike, berxwedan li dijî dagirkeriyê bê nîşandan. Divê dagirkerî bê qewirandin. Şer divê bê dewamkirin. Gel divê bi şervanên xwe re şer dewam bike. Şer divê tenê li ser milê şervanan neyê hiştin. Li vir gelek heye. Bi milyonan mirov hene. Divê şer bi hev re bimeşîne. Eger vê neke wê dewleta Tirk bigihêje armanca xwe. Rast e şervanên li wir wê bi rengekî fedaî li ber xwe bidin, lê belê berxwedan ne tevî gel be, encam bi dest nakeve. Yanî hingî encam wê zehmet be. Divê ev yek were dîtin. Lewma divê gel tevlî şer bibe. Belê helwesta niha ya gel baş e, erênî ye. Civak bi temamî helwestê nîşan dide. Li Rojava gel bi temamî xwedî hişmendiya Kurd ê azad e. Xwedî feraseta neteweya demokratîk e. Em fêhm dikin ku Rojava wê vê carê li ber xwe bide. Tecrûbeya Efrîn, Serêkaniyê heye. Êdî cihekî cuda nîne ku biçin. Divê keştiyên li pişt xwe bişewitînin. Cihekî cuda nîne ku berê xwe bidin wê derê. Eger bi vî rengî nêzîk bibe gel wê bi ser bikeve û ew der li Tirkiyeyê bibe çiravek. Belê Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dikare li Tirkiyeyê bibe çirav. Wê gelên cîhanê jî piştgiriyê bidin. Gelên cîhanê minetdarê Rojava ne. Têkiliyeke xwe ya hestewarî heye. Gel hene, dewlet dibe ku berjewendiyan diparêzin, lê belê gel bi berxwedana Rojava re ye. Dema ku piştgiriya gelan bi berxwedêrên Rojava re bû yek, hingî ew der wê li Tirkiyeyê bibe çiravek.”  

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.