Kurdistanê jehrî dikin

Sêşem 24 Çile 2023 - 00:53

BÊRÎVAN KUTLU/MA/AGIRÎ

 

Li gundê Meleqerê yê ser bi navçeya Giyadînê ya Agiriyê, rûxseta “projeya zêr û zîv” dane Şirketa Koza ya ku li zêran digere û vê şirketê li herêmê dest bi gerîna li madenê kiriye. Şirketê ji bo madena zêr a li qada 37 hektar rûxset girtiye. Bi vê yekê re rûxseta ji sedî 5’ê rûberê Agiriyê dane vê şirkete. Şirketa navbirî, her wiha li Wan û Agiriyê bi giştî li 16 herêmên cuda rûxseta madenê wergirtiye û ji bo 210 cihan jî destûra sondajê girtiye. 

 

Tesîrê li mirov û ruhberan dike

Qada madenê ya li Giyadînê 200-300 metroyan dûrî çemê Mûradê ye. Yek du kîlometre dûrî çavkaniyên sera û ava jeotermal e ku ji bo Agirî û Giyadînê çavkaniyeke girîng a debarê ye. 

Li gorî rapora Nirxandina Bandora Hawirdorê (ÇED) ya ku ji bo herêma cihê madenê amadekirin, li herêmê 218 cûreyên nebatan, 16 kêzik û 67 cûreyên çûkan hene. Ji cureyên nebatan ku li herêmê tên dîtin, 7 cûre endemîk in, yanî li ti devera din a dinyayê tinene. Ji van 3 jî di lîsteya nebatên kêm de ne. Dîsa li herêmê 16 cûreyên kêzikan ên ku li herêmê hatine tesbîtkirin di nav wan cûreyan de ne ku li gorî Yekîtiya Navneteweyî ya Parastina Xwezayê (IUCN) û Peymana Bernê divê teqez bên parastin. Dîsa ji 67 cûreyên çûkan ên ku li herêma projeyê û derdora wê hatin tespîtkirin, 33 cûre di kategoriya di tehlûkeyê de ne. Ji ber ku lêgerîn û veqetandina zêr wê bi siyanûrê bê kirin, ew ê tesîrê li zindiyên li herêmê hemûyan û nexasim jî li mirov bike. 

 

Bi siyanûrê jehrî dikin

Her wiha tê gotin, ev proje xesarê wê bide avên bin erdê û ava ku çavkaniya herêmê ye biçikîne. 

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Agiriyê Abdullah Koç derbarê mijarê de hişyar kir û got, herêm tê jehrîkirin û talankirin. Koç bi bîr xist ku cihê madenê li herêma nêzî Çemê Mûradê ye û got: “Lêgerîna zêr, bi taybetî bi siyanûrê, wê herêma heta bi Kebanê xera bike. Heke ev proje bikeve dewrê, Çemê Mûradê ji serî heta binî wê jehrî bibe.” 

 

Xelkê ji warên wan koçber dikin  

Koç bi bîr xist ku xebatên lêgerîna zêr wê qadên serayê jî talan bike û got: “Çemê Mûradê ji gundê Meleqerê dest pê dike, di hemû navçeyên Agiriyê re derbas dibe, ji cihên cuda xwe têr dike û heta Bendava Kebanê diçe. Di Çewlig, Mûş, Xarpêtê re derbas dibe û diherike Çemê Firatê. Yanî ev siyanur bandorê wê li tevahiya Kurdistanê bike.” 

Koç da zanîn ku şirketê sozê “îstîxdamê” daye xelkê herêmê û got: “Ji niha ve, nahêlin ku insan nêzî gundên xwe bibin. Dor li mêrg û çola xelkê girtine. Xelkê herêmê li dijî vê bi hêrs e. Ev proje û maden, wê encamên xeternak bi xwe re bîne.” 

 

Êrişî her tişta Kurdan dikin

Abdullah Koç di dewamê de got, dewlet bi zanebûn Kurdistanê diude talankirin: “Li tevahiya Kurdistanê li dijî xwezayê êriş hene. Çi tişta Kurdan hebe, di hedefa vê desthilatê û rantxwirên wê de ye. Çi warên gelê me hebin hemû dibin hedefa desthilata AKP-MHP’ê.”  

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.