Kurdistanê biparêze

Nûçeyên Dîaspora

Duşem 5 Tîrmeh 2021 - 03:50

  • 3’ê Tîrmehê ji bo gelê Kurd û dostên vê roja çalakiyan bû. Bi slogana ’Kurdistanê biparêze li dijî dagirkeriya Tirkiyê’ li çar welatan çalakî hatin lidarxistin. 

Înîsiyatîfa Defend Kurdistan 3’ê Tîrmehê roja çalakiyan ragihandibû û bi slogana ’Kurdistanê biparêze li dijî dagirkeriya Tirkiyê’ xwestibû aştîxwaz hemû vê rojê dakevin meydanan. Piştî vê banga Defend Kurdistanê li gelek bajarên Ewrûpayê gel daket meydanan, êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û polîtikayên PDK’ê, protesto kirin. Li Ingilîstan, Swîsre, Îtalya û Fînlandiyayê çalakiyên Defend Kurdistanê (Kurdistanê Biparêze) hebûn. 

Li paytexta Elmanyayê Berlînê, Kurdistanî li gel dostên xwe li Hermannplatzê kom bûn û dest bi çalakiyê kirin. Di destpêkê de daxuyaniya KON-MED'ê hate xwendin. Paşê jî daxuyaniya Women Defend Rojava hate xwendin. Di daxuyaniyê de Însiyatîfa Defend Kurdistan a ku li ber êrişên dagirkeriyê rabû, hate silavkirin.
Piştre Hevserokê FED-KURD'ê Kerem Gok got, "Gelê Kurd îro li gel dostên xwe li meydanan e. Ev jî nîşan dide ku îdeolojî û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan li tevahiya cîhanê belav bûye û mezin bûye. Yekîtiya Ewrûpayê û NATO piştgiriyê didin dewleta Tirk a faşîst û bi vî rengî dixwazin gelê Kurd qetil bikin, li ser vê yekê jî ranta siyasî û bazirganiyê bi dest bixin.

Frankfurt

Ji wan we ye ku bi êrişên li dijî Zap, Metîna û Avaşînê gefê li gelê Kurd dixwin, lê belê wê negihêjin armanca xwe."
Kurdên ji bajarên Frankfurt, Mannheim, Darmstadt, Giessen, Mainz û Saabruckenê jî li gel dostên xwe di çalakiya Frankfurtê de hatin cem hev. 

Li Hamburgê jî nêzî 400 kesî tevlî çalakiya Defend Kurdistanê bûn. 

LONDON

Bi banga Înisiyatîfa Defend Kurdistanê (Defend Kurdistan) Kurd û dostên wan li Meydana Trafalgarê ya Londonê kom bûn. Piştî axaftinan bi pêşengiya komên Kurdistan Solidarity girse heta avahiya parlementoyê meşiya.

BASEL

Li bajarê Baselê yê Swîsreyê jî meşek hate lidarxistin û xwedî li têkoşîna gerîlayan hate derketin. Di çalakiyê de Hevserokê NCDK’ê Îsmaîl Kardaş diyar kir ku li hemberî êrişên li dijî Kurd û Kurdistanê, divê yekîtiya neteweyî ya Kurdan pêk were. 

ROMA

Êrişên dewleta Tirk a dagirker li Romayê jî hatin protestokirin. Partiya Komunîst a Avakirina Nû, Potere Al Popolo, Sendîkaya Karkeran a Cobas, nûnerên Tora Avê ya Îtalyayê û gelê Kurd tevlî çalakiyê bûn.

HELSÎNKÎ

Mîtînga li Fînlandiya jî li Meydana Dêra Mezin a Spî ya li Helsînkiyê hat lidarxistin. Di mîtîngê de daxuyaniyên bi Kurdî û Fînî hatin xwendin. Piştî mîtîngê girse ber bi nava bajêr ve heta Meydana Kampê meşiya. Di meşê de timî dirûşme hatin gotin. Her wiha koma muzîkê ya bi navê “Ritm of Resistance” bi berhemên xwe yên hunerî rengekî cuda da çalakiyê.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.