‘Kurdistan’ kelemê çavê dijmin!

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 24 Çile 2025 - 00:35

  • Nivîskar Feysel Ozdemîr têkildarî qedexekirina pirtûkên kurdî da zanîn ku zext gelek zêde bûne û got; “Divê em li saziyên kurdî xwedî derkevin, hemû kolan, tax, sûk û gundan bikin qada ziman. Divê em bi zimanê dagirkeran nenivîsin. Ew pirtûkeke me qedexe bikin em ê duduyan binîvisînin.”

ROZA METÎNA / AMED  

Êriş û zextên li ser ziman û wêjeya kurdî bi salan e dewam dikin. Bi taybet di demên dawî de polîs zêdetir bi ser saziyên ziman û wêjeya kurdî de digirin û dest datînin ser pirtûkan. Her wiha gelek pirtûk bi hincetên cuda hatin qedexekirin. Yek ji nivîskarê ku pirtûkên wî hatine qedexekirin Feysel Ozdemîr e. Feysel Ozdemîr ê qala pirtûkên xwe yên hatine qedexekirin û naveroka wan kir got pirtûkek wî ji ber navê Kurdistanê tê de derbas dibû hatiye qedexekirin. 

Feysel Ozdemîr di destpêkê de bal bir ser berhemên xwe yên hatine qedexekirin û naveroka wan û got: ”Di sala 2016’an de 2 pirtûkên min hatin qedexekirin. Sala 9 ye ku her du pirtûk qedexe ne. Digel ku çend care parêzerê min serî li dadgeha Batmanê dixe da ku qedexe rabe, dîsa jî qedexeyê li ser pirtûkan ranakin. Pirtûka yekemîn a ku hatiye qedexekirin bi navê ‘Rûpelên Binaxkirî’ ji 12 çîrokên gelêrî pêk tê.  Bi tevayî yên bav û bapîran in. Bi siyasetê ve ne têkildar in. Ji ber ku peyva Kurdistanê di pirtûkê de dibore hatiye qedexekirin. Pirtûka duyemîn ya bi navê ‘Evîna Rojdayê’ romaneke wêjeyî ye. Di pirtûkê de du Rojda hene, yek evîndarê kurapê xwe ye, evînek şexsî ye, ji hêla osmaniyan ve tê revandin û di dawî de tê qetilkirin. Rojda yek ji evîndara welatê xwe ye, ew jî ji hêla dewleta tirk ve tê qetilkirin. Min di romanê de roja îro û ya dema Osmaniyan daye ber hev. Di her du pêvajoyan de jî nahêlin Kurd evînê bijîn.  Sedema qedexekirina Romana Evîna Rojdayê qaşo min heqaret li kemalîzmê kiriye û peyva Apo tê de dibore ye. Ji bo van her du pirtûkan di 2016’an de hatim binçavkirin. Piştî ifadedayînê min berdan.”

Pêşî li zimanê Kurdî digirin

Feysel Ozdemîr li ser armanca qedexekirina pirtûkan jî ev tişt gotin: ”Her çiqas dadgehê di biryara xwe de hinek hincetên qedexenkirinê nîşan dabin jî, lê di rastiyê de ne wisa ye. Di bingeha xwe de sedema qedexekirinê, pêşîgirtina zimanê Kurdî ye. Ev her du pirtûk di navbera 6 mehan de çapên wan xilas bûn, xweş hatin firotin û deng dan. Bi taybetî kesên ku dixwestin hînî zimanê Kurdî bibin qesta pirtûka çîrokan dikirin. Ev jî dibû sedema ku hişmendiya Kurdan diherike ber ziman ve. Hînbûna zimanê dayikê dibe sedema pêşketina hestên netewî. Hestên netewî dibin sedemê tevlîbûna kar û xebatên têkoşîna azadiya çand, ziman û gelê Kurd. Ji bo ku pêşiya vê were girtin pirtûk qedexe kirin. Filozof Kurd Ehmedê Xanî dibêje ‘Pênûs ji şûr tûjtir e.’ Niha dewlet jî pirtûkan ji çıkan talûketir dibînin. Bi vî rengî dixwazin pêşiya azadiya gelê Kurd bigrin. Pêşketina çand, ziman, xwendin û hestên netewî herî talûke dibînin.”

‘Yek qedexe bikin em ê duduyan binivîsin’

Feysel Ozdemîr da zanîn li dijî van qedexeyana divê têkoşîneke mezin bidin meşandin û wiha pê de çû: ”Li hember van qedexeyan divê hemû rewşenbîr û nivîskarên ku dibêjin em Kurd in teqez bi Kurdî binîvsînin, di jiyanê de bi kurdî bipeyivin û li zimanê kurdî xwedî derkevin. Divê em li saziyên kurdî xwedî derkevin, hemû kolan, tax, sûk û gundan bikin qada ziman. Divê em bi zimanê dagirkeran nenivîsin. Ew pirtûkeke me qedexe bikin em ê duduyan binîvisînin. Dîsa li ser medyaya civakî bi awayekî çalak zimanê kurdî belav bikin.”

Ji ramana azad ditirsin

Feysel Ozdemîr da zanîn ku ew dikarin bibêjin qedexekirina pirtûkan di heman demê de êrişeke li dijî azadiya fikir û ramanê ye û got: ”Ji dîrokê ve serdest û hemû dagirker ji xwendin, zanîn û ji fikr û ramanên gel ditirsin. Îskenderê Makedonyayê ji bilî Helînîzmê tu fikr û raman qebûl nedikir û tine dikir. Bi hezar salan e ev qedexekirin li Rojhilata Navîn tê meşandin, ev jî bûye sedem ku ev herêm ji zanistê û ji teknolojiyê paş bimîne û gel weke mûrîd û koleyan mane. Van qedexekirina pirtûkên kurdî ji bo ku fikr û ramanên kurdan ên azadiyê  pêş nekevin pêk tînin. Ji bo kurd pêş nekevin qedexe dikin. Serdest û dagirker herî pir ji pêşketina ramanan ditirsin.”

Ziman kirasê neteweyan e

Feysel Ozdemîr li ser bandora qedexekirina pirtûkên kurdî got: ”Qedexekirina pirtûkên kurdî helbet bandoreke neyînî li ser ziman û gel dike. Ji 2016’an û vir ve firotina pirtûkên kurdî pir ketiye. Gelek derdor pirtûkên kurdî weke alavên siyasî û alavên sûc dibînin, nakirin û di malên xwe de nahêlin. Hinek dê û bav nahêlin zarokên wan pirtûkên kurdî bînin mal. Bandora tirsa girtinê heye. Ev jî dibe sedem ku pirtûkên kurdî li nav gel belav nebin. Lê çi dibe bila bibe divê em vê tirsê bişkînin, van qedexeyan derbas bikin û pirtûkên kurdî li nav gel belav bikin. Divê nivîskar bi saziyên çand û ziman re têkildar bin û têkoşînê li hember bişavtin û qedexekirinan bidin meşandin. Çeka me ya herî mezin ziman û pênûs e. Ziman kirasê neteweyan e.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.