Kurdî li dijî Kurdan bi kar tînin

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 23 Hezîran 2021 - 10:53

MURAT MANG

Dewleta Tirk qirkirina miletê Kurd her wiha bi asîmîlekirina ziman, çand, jiyana Kurdan jî dewam dike. Rejîma Tirkiye ji bo asîmîlekirina Kurdan kanaleke qaşo weşana Kurdî dike bi navê TRT 6'ê vekir. Armancek jî ew bû ku hunermendên Kurd li vê kanalê kom bikin û wan bixapînin. Gelek hunermendên Kurd bûn xwedî helwêst û neçûn di kanala asîmîlasyona Kurdan de stran negotin û bi wan re nexebitîn lê hin ji wan jî çûn. Destan Dogan yek ji wan kesan e ku di dema aştiyê de çûye TRT 6'ê ya ku îro bûye  TRT-Kurdî. Ew her wiha çûye Flash TV'yê jî. Ew niha gelekî poşman e ku çûye van kanalan. Destan Dogan rexneyê li xwe dike û dibêje, “Min li wir dirûtiya wan baştir dît. Piştî demekê ez poşman bûm û min biryar da ku dîsa vegerim nav civaka xwe. Ji bo vê yekê pirr kêfxweş im.” Em bi Destan Dogan re derbarê muzîk û vegera wî de peyivîn.

Çûyina wî ya Flash TV'yê

Li Kurdistanê beriya pêvajoya aştiyê sala 2010’an li ser navê Ses Plak, Kalan Muzîk û Guvercin Muzîk projeyek hatibû amade kirin. Li gorî projeyê dê di kanala Flash TV de bernameyeke bi navê “Dem û Awaz” bihata çêkirin. Ji bo pêşkeşvaniya bernameyê gazî Destan Dogan dikin: “Wê demê li Flash TV bi navê ‘Dem û Awaz’ me dest bi bernameyê kir. Çend bername bi şûnde armanca wan ya qirêj derket holê. Ez û rêveberiya televizyonê ketin qirika hev. Straneke min ya bi navê ‘Bavo nakim, dayê nakim ji Tirkan re eskeriyê nakim’ hebû. Min ew stran di Flash Tv de got. Paşê rêvebirê Mustafa gazî min kir û got, ‘ev çiye?’ min jî lê vegerand û got, ‘ev strana min e. Min bi xwe nivisîye. We bi xwe gazî min kir, ez jî ev im hûn dizanin.’”
Dogan, ji xeynî van pirsgirêkan, behsa hin serpêhatiyên xwe yên din jî dike: “Navê bernameya me ‘Dem û Awaz’ bû. Lê ji navê bernameyê tîpên ‘w’ û ‘û’ derxistin û di nûçeyên xwe de jî heqaretê li Kurdan dikirin. Min ji wan re got, wiha nabe û divê ev rewş were guhertin. Mixabin guhertin çênebûn. Me bi tevahî 13 bername çêkiribûn. Heval û nasên min jî pirr ji min aciz bûn. Li ser vê yekê ez jî pirr hêrs bûm û çûm Navenda Çanda Mezapotamya ya Stenbolê. Li wir min daxuyaniyek da çapemeniyê û dû re jî min dev ji karên wan berda.”

Serpêhatiya li TRT'ê

Destan Dogan piştî dev ji karê Flash TV'yê berdide vedigere mala xwe ya li Freiburg a li Elmanyayê. Dogan, sala 2013’an vê carê ji bo bernameye “Awazên We” ya di TRT'ê de diçe Tirkiyeyê: "Midûrê TRT Kurdî yekî ji Êlihê bû û navê wî jî Çetin bû. Me bernameya xwe li Amedê amade dikir. Nêzîkbûna wan ne dirûst bû. Li pêş me dikeniyan lê li paş me jî tiştên din digotin. Min carna ev pirs ji xwe dikir, ‘Gelo ez li cihekî rast im?’. Qet ji bîr nakim di dema grevên rojiya mirinê de rojekê me navber da xebatên xwe û em di navbare xwe de li ser rojiya mirinê diaxivîn. Paşê ez fikirîm û min got, ‘Çima vê pirsgirêkê çareser nakin, ev çawa pêvajoya aştiyê ye?’ Piştî van pirsan ez têgihiştim ku ez li cihekî şaş im. Sala 2013’an ez dîsa vegeriyam mala xwe."

Stûyê min tim xwar bû

Dogan dibêje, ew ne ji bo berjewendiyên aborî çûye Flash TV'yê û TRT Kurdî: “Heger wisa bûya ez venedigeriyam ji lewre min li wir pereyekî baş digirt. Lê piştî ku min dît, ew muzîka Kurdî ji bo armancên xwe yên qirêj bi kar tînin min dev ji kar berda. Li wir ez ne ez bûm û tim stûyê min xwar bû.”

Êdî di xizmeta gelê xwe de me

Dogan piştî dev ji TRT Kurdî berdide dîsa vedigere mala xwe ya li Elmanyayê: “Piştî vegerê ez bi lez û bez çûm Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Freiburgê û li wir tevlî civînên gel bûm. Min li wir xwe rexne kir û got, ‘Ez bi serê xwe çûm van kanalan lê paşê min dît ku ez di rêyeke şaş de me. Ji bo vê yekê ez vegeriyam nav civaka xwe. Cihê min ev der e û ez di xizmeta gelê xwe de me.’ Min kêmasiya xwe dît û vegeriyam nav civaka xwe. Divê hunermendên din jî vê yekê bibînin û ew jî vegerin. Cihê hunermendên Kurd ba gelê wan e.”

Albuma dawî Evdalê Zeynikê

Destan Dogan Sala 1981’ê li gundê Gulvêran ê ser bi Tekmana Erziromê hatiye dinê. Wî heta niha 6 albumên Kurdî derxistine. Ev bi dorê "Jîyan û Mirov", "Yek Yek", "Bê Te Nabe", "Xewna Azad","Roj Buhurî" û herî dawî jî beriya sê hefteyan albuma "Evdalê Zeynikê" ne. Destan Dogan ji bo albûma dawî dibêje, projeyeke taybet e: "Projeyeke li ser dengbêjan e. Ji bo bibîranîna wan e. Tê de 8 kilam hene. Min di albûmê de bêyî ku orjînala wê xira bikim, bi şiroveya xwe kilama Evdalê Zeynikê jî got. Wekî din kilama Hozan Daxê ya Şeroyê Biro, kilama Meryemxanê Domam, Dewrêşê Evdî, Ehmedo Ronî jî di albûmê de hene.

Album ji şirketa wî Destan Film Musik Produktionê derketiye û niha klîpên ji bo kilaman tên amadekirin. Rêxistina Çandê yên şaredariyên Freiburg û Breisach am Rheinê û rêxistina Europop Organisation jî destekê didin vê xebatê. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.