Kurdî ji zimanên biyanî biparêzin!

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 22 Sibat 2024 - 00:18

Di roja 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de mamoste û pisporên ziman dan zanîn ku zimanê Kurdî yek ji zimanên sereke yê zimanên cîhanê û bi taybet yê Rojhilata Navîn’e lê heta niha jî metirsî li ser zimanê Kurdî heye. Mamostayên zanîngehê û pisporên zimanê Kurdî gotin; “Niha zimanê Kurdî bandora zimanên biyanî li ser Kurdî heye û pêwîstiya wî bi parastineke cidî heye.”

Mamosteyê Beşa Kurdî ya Zanîngeha Koyeyê Dr. Derya Sabir dibêje: “Tiştek heye ku divê em pir bi cidî tevbigerin, ew jî li Başûrê Kurdistanê parastina zimanê dayikê ye. Ji ber ku ger zimanê me nebe, emê nasnameya xwe ya netewî winda bikin. Ji ber vê yekê xala yekem ya parastina nasnameya me, parastina Kurdbûna me û Kurdî ya me ye.” 

Bar dikeve ser mile parlementoya herêmê

Dr. Derya diyar kir ku divê Kurd zimanê Kurdî di nivîsandin û vegotinê de zindî bihêlin û bikin zimanekî standartê yekgirtî û got; “Pêngava yekem jî ew e ku divê Parlamentoya Herêma Kurdistanê bi yasa û rênûs û nivîsan de di hemû belgeyên nivîskî de bike yek. Divê tabelayên hemû cihan û saziyan bi zimanê Kurdî bin. Divê zarok heta pola çaran an jî deh saliya xwe bi temamî fêrî zimanê dayikê bibin. Ji ber ku em dibînin ku li hinek cihan zêdetir bala xwe didin zimanên biyanî, ev nêzîkatiyeke ne raste.” Di dawiyê de Dr. Derya Sabir di dawiyê de got; “Baykota niha ya piraniya xwendingehên giştî dê bandoreka nerênî li ser xwendevanên polên yek heta çaran bike. Ji ber ku em nikarin di nav du mehan de yan jî heyamekê de fêrî xwendin û nivîsandina Kurdî bikin. Ev dê di siberojê de encamên neyînî derxe holê.”

Kurdî ji peyvên biyanî biparêzin

Mamostayê beşa zimanê Kurdî li zanîngeha Koyê Dr. Telar Sebah derbarê girîngiya zimanê dayikê û parastina zimanê Kurdî de got; “Zimanê Kurdî di nava krîzê de ye û parastina wî erkê her kesî ye. Ji ber ku zimanê Kurdî niha bi zimanên din re di nava nakokiyê de ye.  Bi Tirkî, Farisî û Erebî re gelek têkelî hene, ev jî ji ber parçebûna dîrokî ye ku ji demên kevnar ve heta niha hatiye serê zimanê Kurdî.” Dr. Telar got; “Ger em dixwazin zimanê xwe biparêzin, divê em zimanê Kurdî ji peyvên biyanî paqij bikin an biparêzin. Di heman demê de, ziman ji ber pêşveçûn, teknolojî û medyaya civakî bi berdewamî li hev dikevin. Erka dayik, bavan û mamosteyane ku bi rêkûpêk fêrî zimanê Kurdî bikin. Lê ev nayê wê wateyê ku em dev ji zimanên din berdin. Di şûna wê de, divê ew piştî zimanê dayikê ji kesên din re bêne hînkirin. Ji ber ku girîngiya wan jî ji bo karên jiyanê heye.”

Xwe kêmdîtin pirsgirêk e

Li ser girîngiya zimanê zikmakî û metirsiyên zimanê Kurdî Dr. Derya Hewêzî jî got; “Niha ji ber pêşketina teknolojî û cîhanîbûna alavên elektronî, dayik û bav dixwazin zarokên xwe fêrî zimanê Ingilîzî bikin. Lê ev nayê wê wateyê ku em dev ji zimanê xwe yê zikmakî berdin. Di şûna wê de, raste ku em pêşî zimanê Kurdî bidin zarokên xwe û piştre zimanên din, ji ber ku êdî ji bo jiyanê pêwîstiya zimanên din heye.” Mamoste di wê baweriyê de ye ku di nav Kurdan de pirsgirêka xwe kêmdîtinê heye û got; “Dema mêvanek an biyanî tê cem me, em hewl didin ku bi zimanê wî biaxivin. Em hewl nadin ku wî fêrî Kurdî bikin. Ev bi asta çandê ve girêdayî ye.”

Rêveberiya herêmê ji Kurdî nefret dike

Dr. Derya Hewêzî di dawiyê de xirab bikaranîna zimanê Kurdî ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve wiha got; “Mixabin nifşê niha ji ber xirab birêvebirina cihekê yan jî rêveberiya Herêma Kurdistanê ji zimanê Kurdî nefret dike, bi rastî ev xelete. Ji ber ku ziman yê her kesî ye, ne tenê yê rayedaran. Ji ber ku çawa dayîka me pîroze, zimanê me jî pîroze û divê em wî bi tiştekî din nexin nav hev.”

ROJNEWS/KOYE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.