Kurdan Lozan red kir

Nûçeyên Dîaspora

Duşem 25 Tîrmeh 2022 - 17:16

  • Konferansê bang li Neteweyên Yekbûyî kir ji bo nûkirineke bi heqî ya Peymana Lozanê.

ERDOGAN ZAMUR / LOZAN

Konferansa Kurd a li bajarê Swîsreyê Lozanê, bi ragihandina encamnameyê bi dawî bû.
Konferans di salvegera 99’an a mohrkirina Peymana Lozanê de, bi tevlêbûyîna 57 partiyên siyasî û sazî û rewşenbîr, hunermend û akademîsyenan, li Qesra Rumine ya ku peyman lê hatibû îmzekirin, hat lidarxistin. Di gotûbêjan de hate destnîşan kirin ku divê Kurd yekhelwêst bin.
Did awiyê de beşdarên konferansê encamnameya wê û plansaziya di salvegra 100´î a mohrkirina peymanê jî erê kir.
Di encamnameyê de ji bo Peymana Lozanê û bandora wê ya li ser Kurdan hat gotin, “Bi vê peymanê Kurdistan bû çar parçe. Nûnerên gelê Kurd di vê konferansê de nebûn, pirs ji Kurdan nehatin kirin. Lê derheqê aqûbeta Kurd û Kurdistaniyan de biryar hatin dayîn û hesabê Kurdan nehat kirin.
Piştî ku Peymana Lozanê hat îmzekirin, li Kurdistanê pêvajoyeke tarî dest pê kir. Gelê Kurd rû kete ber komkujiyan û xwestin gelê Kurd ji holê rakin. Ji 1925’ê heta 1938’î li Bakurê Kurdistanê bi sed hezaran kes hatin kuştin û gelek herêmên Kurdistanê hatin valakirin. Li Başûr Peymana Lozanê, qetilkirina bi sedhezaran li Enfal û Helepceyê ye. Li Rojhilat qetilkirina pêşeng û şoreşgerên têkoşîna Mehabad û Sinê ye. Li Rojava şewitandina Amûdê, Xeleka Ereb e, li Bakur komkujiyên Dersim û Zîlan, êşkenceyên li girtîgeha Amedê ye.” 

Kurd êdî bi destê xwe ne
Konferans ji bo roja îro û encamên têkoşîna miletê Kurd jî dibêje, “Gava Peymana Lozanê hat îmzekirin, Kurd di asta navneteweyî de nehatin naskirin. Nav û dengê Kurd nebihîstin. Lê îro di qada navneteweyî de Kurd xwedî rol, tîgihiştin, feraset û dostanî ne. 
Tevî vê rewşê em hêj azad nebûne û hê jî pirê welatê me di destê dagirkeran de ye. Me Peymana Lozanê da nav dest û pêyan lê fesx nekir. 99 sal in hê jî dijminên me pîlana qirkirina me dikin û bi rê ve dibin.
Nerazîbûna herî mezin a ji Peymana Lozanê, pêkanîna yekîtiya neteweyî ye. Bi vê peymanê welatê me parçe dibe, gelê me ji hev dibe û em pê ji hev vediqetin. Ji bo ku sedsaleke din jî Peymana Lozanê li me neyê ferzkirin, divê em yekîtiya xwe xurt bikin û bi yek dengî li ber vê parçebûyînê rabin.”

Biryarên konferansê
Di dawiya daxuyaniyê de de biryarên konferansê hatin eşkere kirin. Biryarên sereke û plansaziya wê li jêr in:
* Em wek nûnerên gelê Kurdistanê, Peymana Lozanê red dikin.
* Weke konferans, em bang li Neteweyên Yekbûyî, li dewletên ev peyman îmze kirine û rayedaran hemûyan dikin û dibêjin, konferanseke din li dar bixin û peymana nû ya bi heqî ya li gorî rastiya herêmê îmze bikin.
* Konferansa Têkoşîna Azadiyê ya li çar parçeyên Kurdistanê, xebata bingehîn bingehîn a li dijî dagirkirin û dabeşkirina bi her awayî ya Kurdistanê dibîne û silav dike.
* Konferans li berjewendiyên Başûrê Kurdistanê difikire û piştgiriya xebat û çalakiyên ji bo vegerandina herêmên di destê dagirkeriyê de dike. 
* Konferans, piştgiriya ketina bi pey statuya fermî ya Rojavayê Kurdistanê û xilaskirina axa di destê dagirkeriyê de, dike.
* Konferans, di serî de bikaranîna çekên kîmyewî li herêmên Metîna, Zê û Avaşînê, li dijî êrişên dewleta Tirk hemûyan e. Silavê li berxwedana gerîlayên azadiyê dike.
* Konferans bang dike da ku gelê Kurdistanê, partî, sazî û nûneriyên xwe hêzdar bike û li ber êrişên dagirkeran û pîlanên wan ên bi dijminahî rabe. 
Konferans wekî din ji bo salvegera 100´î ya mohrkirina peymanê jî biryar da ku 22’yê Tîrmehê bi şiara “Di sala 100’î a Lozanê de 100 Kurd diçin Lozanê” meş û mîtîng werin lidarxistin, 23’yê Tîrmehê bi tevlêbûyîna sazî û kesayetên Kurdistanî, konferansek were lidarxistin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.