Kurd xema Kurdî naxwin

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 18 Gulan 2022 - 21:03

  • Me gotibû di nava vê mehê de emê ji kovarên Kurdî nirxandinan bigirin û rewşa kovergeriya Kurdî ya niha raxin ber çavan. 

Me gotibû di nava vê mehê de emê ji kovarên Kurdî nirxandinan bigirin û rewşa kovergeriya Kurdî ya niha raxin ber çavan. Vê carê jî rêveberê kovara Nûbiharê, Suleyman Çevîk rewşa kovarên Kurdî ya niha wiha dinirxîne;

“Kovargeriya Kurdî îro bi du awayan jiyana xwe didomîne. Mixabin hin caran hinek kovar vedibin, paşê têne girtin. Niha di piyasa Kurdî de weke berê kovarên Kurdî zêde nînin. Dikarim bibêjim, yên dijîtal, ji yên çap dibin, zêdetir in. Van demên dawîn kovarên dijîtal yên li ser înternetê diweşin, zêde bûne. Em jî Nûbiharê hem li ser kaxezê çap dikin, hem jî li ser înternetê weke dijîtal jî difiroşin.

Kovar ji gelek nivîskaran re bûne mekteb. Gelek nivîskarên Kurd ji derûdorên kovaran derketine. Kesê bi xwendina kovarekê dest bi xwendina Kurdî kiriye, paşê ew kes bûye nivîskarê wê kovarê, paşê pirtûk nivîsiye. Gelek hevalên bi vî awayî li cem me hene. Xwendevanê me, bûye nivîskarê me. Dema meriv vê encama xebata xwe dibîne gelek kêfxweş dibe. Wekî em dizanin, mixabin em Kurd ji perwerdeya zimanê xwe mehrûm in, dibistanên me tinene. Kovarên me heta niha ji bo Kurdên meraqdar, bi wezîfeya mekteban rabûne û radibin. Kovar ji bo her gelî dezgehên dînamîk in, gelek kes hest û ramanên xwe li wir îfade dikin, huner û qabiliyetên xwe yên nivîskariyê li wê derê derdixînin pêş. Ji bo me Kurdan ji van taybetiyan zêdetir, zimanê me jî hînî me dikin, gelekên me bi weşanekê hînî zimanê xwe dibin.   

Hîmê alfabeya Latînî danî

Kovara Hawarê hîmê alfabeya Latînî danî. 15´ê Gulanê sala 1932’yan de dest bi weşanê kiriye. Em wê rojê îro weke roja zimanê Kurdî pîroz dikin. Dema piştî ´cumhuriyetê´ li Tirkiyê îmkana xebatê nema, gelek rewşenbîrên Kurdan çûne binxetê, yanê Sûriyê. Li wê derê Celadet Alî Bedirxan Hawar derxist. Ji rewşenbîrên derdora xwe jî îstîfade kir, wan jî di Hawarê de nivîsand. Di dezgehê Hawarê de derbarê edebiyat, ziman, folklor û hwd materyalên ku îro em ji wan îstîfade dikin, amade bûn. Gelek caran Hawarê derbarê alfabeyê de biryarên xwe guhertibin jî di rûniştina gramer û alfabeyê de rola sereke ya wê ye. Îro bi gelemperî, Kurdên bi Kurdî re elaqedar in alfabeya Hawarê tercih dikin û li vê mîrasa wê xwedî derdikevin. 

Kurd xwedî li Kurdî dernakevin

Mixabin Kurd li gelek tiştên xwe xwedî dernakevin. Li zimanê xwe jî bi esasî xwedî dernakevin. Jixwe, em [xwedî] lê derketana, rewşa zimanê me jî ev nedibû. Em heqê hinek hevalên dilsoz nexwin, ew bi rastî fedakariyê dikin, ji bo çand û zimanê xwe hewl didin; lêbelê bi gelemperî Kurd di mijara ziman de bêxem in, mixabin rewş ev e.”

FRANKFURT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.