Kurd û hilbijartinên Emerîkayê

Kendal CÛDÎ nivîsand —

Duşem 26 Çiriy 2020 - 23:00

Tevahiya cîhanê li benda encamên hilbijartinên Emerîkayê ye ku wê piştî çend rojên din diyar bibin. Êdî piştî hilbijartinan nexşerêya siyaseta li cîhanê û nexasim a li Rojhilata Navîn wê were guhertin. Gelê Kurd ê her çar parçeyên Kurdistanê û taybet gelê Rojava jî li benda encamên danûstandinên Partiyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurd (PYNK) û ENKS`ê ye. Bi qasî hilbijartinên Emerîkayê ji bo tevahiya cîhanê girîng in, bi qasî wê jî lihevkirina Kurdî-Kurdî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê girîngiyeke xwe ya serdemê heye.
Ev salek e ku piştî êrişên 9`ê Cotmeha 2019`an a artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Serêkaniyê û Girê Spî, li ser înîsiyatîfa fermandarê giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî ya yekrêziya Kurdan derbas bû. Vê înîsiyatîfê hevsengiyên li dijî Kurdan û yên li herêmê guhertin û hêviyeke mezin li cem gelê Kurd çêkir. Piştî danûstandinên bi mehan, ENKS û PYNK`ê bi serpereştiya Emerîkayê gava yekemîn a danûstandinan ragihand. Di daxuyaniya hevpar a ENKS û PYNK`ê de hat gotin: "Di 16’ê Hezîranê de şandeyên Meclisa Nîştimanî ya Kurdî li Sûriyê û Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî pêvajoya destpêkê ya Diyaloga Kurdî bi dawî kir û bi hev re gihîştin nihêrîneke siyasî ya hevbeş û lihevkirinên pêşîn ku bendên rêvebirin, hevbeşî, ewlehî û parastinê yên Peymana Dihokê ya 2014’an bikin bingeha berdewamkirina danûstandin û diyalogên di navbera her du şandeyan de."
Dijminên Kurdan û di serî de dewleta Tirk yekser nerazîbûna xwe li dijî vê lihevkirinê anî ziman û gelek caran bi ENKS`ê re civiya da ku dawî li vê yekrêziyê bîne û hewldanên wê dewam dikin. Rûsya jî ji bo xerabkirina vê lihevkirinê beriya demekê ENKS vexwend Rûsyayê. Rejîma Sûriyê û gelek aliyên din jî heta niha di nava hewldanên de ku yekrêzî çênebe.
Ev çend meh e ku pêvajoya yekê ya danûstandinên Kurdî-Kurdî bi dawî bû. Gelê Kurd û bi taybetî gelê Rojava heta niha li benda pêvajoya duyemîn e ku partiyên Kurdan li hev bikin. Lê heta niha danûstandin gelekî giran dimeşin, dereng dimînin. Nizanim partiyên Kurdan ên cihê xwe di van danûstandinan de digirin qeyî li benda Mihdî ne ku were û xalên nakok ên di navbera her du şandeyên Kurdî de çareser bike. Li gorî çavkaniyên taybet û li gorî hin endamên her du şandeyan PYNK û ENKS`ê bi awayekî fermî ragihand ku danûstandin dewam dikin. Lê dewleta Tirk bi rêya şerê taybet û nexasim bi rêya ragihandinê her hewl dide astengî di rêveçûyîna danûstandinan nîşan bide. Mixabin heta niha van propagandeyên qirêj bandor li gelek kes û aliyan kiriye.
ENKS û PYNK divê baş bizanin ku her çi qas ev dan û standin werin dirêjkirin, wê destkefiyan winda bikin û rê li pêşiya gotegotan vekin. Li gorî agahiyan ENKS`ê daxwaza rakirina materyalên Rêveberiya Xweser kiriye û li şûna wan bikaranîna materyalên rejîma Sûriyê daxwaz kiriye. Lê tiştin hene ku qet nabe mijara nîqaşê û bazara li ser were kirin, ew jî perwerdeya bi zimanê dayikê ye. Ne ji mafê ENKS û ne ji mafê tu partiyên din e ku vê mijarê bixin mijara nîqaşê.
Tiştên ku em dixwazin bêjin ku dijmin berî derî ye. Her dewletek dizane piştî hilbijartinên Emerîkayê wê nexşerêya wan a siyasî heta ya hin dewletan a cografî jî wê were guhertin. Peymanên aştiyê yên dewletên Ereban bi Îsraîlê re wê dewam bikin. Îsraîl Hewl dide xwe ji dorpêça siyasî û ya cografî derxe û danûstadinan bi cîranên xwe re bike.
Dewleta Tirk ji bo sînorê Mîsaqî Milî vegerîne destwerdana li Sûriyê, Iraq, Başûrê Kurdistanê, Lîbya, Deryaya Spî û Qafqasyayê kir. Rûsya ji bo li herêmê bibe aktorekî sereke hewl dide ji sînorê xwe yê berê derkeve û bi Îsraîl û Emerîka herêmê bi rê ve bibe. Iraq ji bo veguhere hêzeke xurt li herêmê bi serokatiya Kazimî di nava liv û tevgerê de ye. Îran ji bo rewşa wê nebe wekî ya Iraqê û Kevana Şîe ava bike, ji Iraqê heta Sûrç û Lubnan û Yemenê hêzên girêdayî xwe ava kirin.
Têkiliya dewletên navbirî yekser bi doza Kurd re heye. Çendîn di "demeke pirr nêz" de danûstandinên ENKS û PYNK`ê bigihêjin encameke erênî, Kurd jî wê di stratejiya sedsala li pêşiya me de bibin aktor. Her çi qas mijarên ku neyên qebûlkirin hebin jî, bi zimanekî avaker divê em nêzî van danûstandinan bibin. Dem dema diyarkirina çarenûsa Kurdan e û siyasetkirina aqilane ye.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2020 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.