Kurd û dostên wan seferber bûne

Sêşem 30 Çile 2024 - 00:44

Li seranserî Ewrûpayê Kurd û dostên xwe ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li ser piyan e.

ÎNGILÎSTAN

Li Zanîngeha Sheffield a Îngilistanê komên enternasyonalîst di çarçoveya pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ de civînek lidar xistin û kartpostal îmze kirin ku bişînin Îmraliyê. Civîn bi pêşengiya Koma Piştevaniya bi Kurdistanê re hat lidarxistin û SYMAAG (Koma Çalakiyê ya Koç û Îltîcayê ya Yorkshire ya Başûr), Koma Piştevaniya bi Filîstînê re ya Sheffield, Înîsiyatîfa Kurd a Sheffield û ji komên xwendevan jî dostên Kurd beşdarî civînê bûn. Di civînê de ji Têkîliyên Derve ya Meclîsa Gelê Kurd a Îngilistanê Egît Amara û nûnera Kongra Star a Ewropayê Ruxeş Şêxo têkildarî rewşa siyasî ya li Kurdistanê agahî dan.

Hat diyarkirin ku Anna Campbell ku di nava refên YPG’ê de şehîd bû, dema li Zanîngeha Sheffield’ê fikrên Rêber Abdullah Ocalan nas kir û bi têkoşîna gelê Kurd re eleqeder bû. Hat destnîşankirin ku divê têkoşîna bi gelê Kurd re bê mezinkirin. Beşdarên civînê piştre kartpostal îmze kirin da ku bişînin Îmraliyê.

STUTTGART

Li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Stuttgart a Elmanyayê  civîna gel lidar xist. Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Stuttgart Mesut Daghan diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan di bin tecrîdeke giran de ye û got ev tecrîd li ser gelê Kurd jî pêk tê. Daghan ji bo Meşa 17’ê Sibatê ya li Kolnê banga tevlîbûnê kir.

PARÎS

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Tevgera Jinên Ciwanên Têkoşer (TekoJIN) li dijî tecrîdkirin Rêber Abdullah Ocalan li ser Kuleya Eyfel a li paytexta Fransa Parîsê çalakiyek lidar xist. Ciwanan li ser kuleya Eyfelê pankartên “Freedom For Ocalan” (Ji Ocalan re Azadî) û “Pour la liberte de Rêber APO, tous ensemble Serhildan” (Ji bo azadiya Rêber Apo em bi hev re li ber xwe bidin) vekirin. Ciwanan diyar kirin ku heta azadiya Abdullah Ocalan pêk tê, wê her tim li her derê li qadan bin.

Hunermendên Kurd jî ji bo tevlîbûna meşa 17’ê Sibatê ku wê li bajarê Koln ê Elmanyayê bê lidarxistin, bang kirin û ev peyam dan: 

Bermal Çem: Ji bo şikandina tecrîdê 17’ê Sibatê wê li Koln’ê bi tevlîbûna bi sed hezaran meşek girseyî bê lidarxistin. Em bang dikin ku gelê me, dostên me jî di wê meşê de amade bin.

Beser Şahîn: Bi sed hezaran Kurd ji bo Rêberê xwe, ji bo siberoja xwe wê bên ba hev. Em jî weke deng û hunermendên we, wê weke her car li gel we bin. Em ê li ser dikê cihê xwe bigirin.

Denîz Deman: 17’ê Sibatê li bajarê Koln ê Elmanyayê wê ji bo Rêber Apo çalakiyeke dîrokî bê lidarxistin, tu jî beşdarî vê çalakiya dîrokî bibe.

Leyla Ekîncî: Ev 25 sal in Rêber Apo di bin tecrîdeke giran de ye. Li hemberî vê bêedaletiyê, werin em 17’ê Sibatê li bajarê Koln ê Elmanyayê bi hevdû re bimeşin.

Nûarîn: Em bang li hemû gelê xwe û welatparêzên ku li Ewropayê dijîn dikin ku ji bo azadiya Rêber Apo û şikandina tecrîda li ser wî tevlî vê çalakiyê bibin.

Ozgur Işik: 17’ê Sibatê li bajarê Kolnê ji bo komploya li ser Rêber Apo bê şermezarkirin, meşeke girseyî tê lidarxistin. Em weke jinên Kevana Zêrîn bang li gelê xwe dikin ku tevlî vê meşê bibin.

NAVEDAN NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.