Li bajarê Ingilîstanê Leedsê ku li herêma Yorkshirê ye, Kurdistaniyê bi navê Rêbiwar Şarezûre piştî ku parka bajêr a bi navê Parka Hunslet Moor paqij kir, di ser înternetê re rewşa parkê nîşan da. Tenê di nava du hefteyan de bi qasî ku 130 kîsên plastîk ên çopê tije bikin, çop avêtibûn parkê. Pirraniya çopê jî şûşe û tenekeyên bîra û vexwarinên alkolî bûn.
Rebiwar Şarezûre yê 33 salî 24´ê Tîrmehê ji Parka Hunslet Moor bi temamî paqij kir. Piştî bi hefteyekê 1´ê Tebaxê ew vegeriya heman parkê û jê 66 kîsên plastîk tije çop berhev kir û di navê de gelek derziyên narkotîkê yên bi kar hatî anîn jî hebûne.
Rêbiwar tevî endamên Kurdish House Leeds (KDL- Mala Kurdan a Leedsê), Friends of Hunslet Moor û Cllr Paul Wray du saetan çop berhev kiriye.
Beriya wê bi hefteyekê jî Wî tevî 33 endamên Mala Kurdan 70 kîsên plastîk ên çopê ji heman parkê berhev kiribûn. Rêbiwar Şarezûrî dibêje, ji Kanûna 2019´an ve wan bi berpirsiyariya paqijkirina hawîrdora civaka xwe, parkên bajêr paqijkirine û heta niha 920 kîsên plastîk çop berhev kirine.
Ew dixwazin komên weke ya xwe ji bo paqijkirina parkên din ên Leedsê jî ava bikin. Ew dibêje, dê û bavê wî her ew fêr kiriye ku hawîrdorê û dinyaya me biparêze û bi vê berpirsiyariyê ew hem çopê berhev dike û hem jî ji bo hindiktir çop çêbe agahdar dike.
LEEDS