Kurd le şairên xwe xwedî derketin

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 21 Kanûn 2022 - 03:23

Gorên her du helbestvanên Kurd Ehmed Muxtar Caf û Tahir Beg Caf ên li goristana Ebabeyl a Helebceyê hatin nûjenkirin.

Di saetên êvarê de ji aliyê Rêxistana Dostên Helebceyê ve bi amadebûna gelek kesayetên bajêr merasîmek ji bo nûjenkirina gorên her du helbestvanên Kurd Ehmed Muxtar Caf û Tahir Beg Caf ên li goristana Ebabeyl a Helebceyê hat lidarxistin.

Serokê Rêxistina Dostên Helebceyê Koçer Mîrza derbarê nûjenkirina gorên her du helbestvanan de axivî û got, “Armanca me ya nûjenkirina gorên helbestvanan ewe ku nifşên bên jî bizanin ku gelê Kurd xwediyê van kesayetan bûn.”

Keça Ehmed Muxtar Caf, Hemdiye jî got, ew gelek kefxweşe bi nûjenkirina gora bavê xwe û spasiya kesên di merasîmê de amadebûn kir.

Ehmed Muxtar Caf Paşayê Caf, kurê Osman Paşayê Caf e, navê dayîka wî Adîle Xanime û di sala 1898’an de li Helebceyê ji dayîk bûye, di 6’ê Sibata 1935’an de li ser ava Sîrwan hat qetilkirin.

Tahir Beg Caf, Kurê Osman Paşayê Cafe, birayê mezin yê Ehmed Muxtar Caf e. Di sala 1878’an ji dayîk bûye, di sala 1918’an de li Helebce koça dawî kiriye. 

ROJNEWS/HELEBCE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.