Kurd bi derewan bawer nakin
În 30 Kanûn 2022 - 00:16
- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir ku kujerên komkujiyên 9'ê Çileyê û 23'ê Kanûnê dişibin hev û got, "Senaryo mîna hev e. Wê nikaribin van derewan bi Kurdan û mirovahiyê bidin bawerkirin."
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan têkildarî Komkujiya Parîsê ji ANF'ê re axivî.
Duran Kalkan di nirxandina xwe de wiha got; "Di salvegera 10’an a Komkujiya Parîsê de ku 9’ê Çileya 2013’an hate kirin, di 23’ê Kanûna 2022’an de cara duyemîn li Parîsê komkujî hate kirin.
Komkujiya 9'ê Çileya 2013'an ji aliyê kê ve hate kirin? Kê çima kir? Tetîkkêş kî bû? Kî hatin qetilkirin. Ev hemû têne zanîn. Wê demê jî êrîş bi esasî li hemberî yek ji damezrînerên partiya me hevrê Sara hatibû kirin. Niha jî em dibînin ku êrîş li dijî endama Konseya Rêveber a KCK'ê hevrê Evîn hate kirin. Li navenda Parîsê siyaset û mejiyekî faşîst-qirker êrîşê dibe ser şoreşgereke Kurd û wê qetil dike. Senaryo heman senaryo ye. Wê demê jî gotibûn ku Tirkekî nexweş kiriye. Niha jî bi heman rengî dibêjin yekî Fransî yê nexweş kiriye. Qaşo 'nijadperest e, psîkopat e', bi van gotinan hewl didin rewşê xumamî bikin. Ev lêgerîn û hewldanên vala ne. Wê nikaribin Kurdan û mirovahiyê bi van derewan bidin bawerkirin. Nijadperestek çima tenê êrîşî Kurdan, komele û kargehên Kurdan dike. Dikarîbû êrîşî biyaniyên din jî bikira. Nexweşekî çawa ye ku beriya deh rojan ji girtîgehê hate berdan û qet nehate tedawîkirin. Yanî dibe ku bi mejiyê nijadperest tevdigere, tevlî rêxistiniyên bi wî rengî bûye, lê belê ev mirov girtî bû, diyar e ku li girtîgehê hatiye perwerdekirin, piştî ku derketiye jî bêguman ji aliyê polîsên Fransayê ve dihate şopandin. Lê belê nehate astengkirin û destûr jê re hate dayin ku komkujiyeke bi vî rengî bike. Ji xwe tê gotin ku bi wesayitekê hatiye û komkujî kiriye. Herhal wesayit li cihekî nêz disekinî. Wê xwe bigihanda û bireviya, lê dema ku welatparêzên Kurd bi ser wî ve çûn nekarî bireve û kujer bi vî rengî ji aliyê Kurdan ve hate girtin û radestî polîs û dewleta Fransayê hate kirin. Bêguman niha civaka Kurd bi temamî, 50 milyon Kurdên li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, dostên Kurdan, hêzên demokratîk, hêzên azadîparêz, hêzên li çar aliyên cîhanê ji dewlet, emniyet û hikumeta Fransayê dxiwazin ku yên tevlî vê bûyerê bûne, hêzên plan kirine eşkere bikin, lêpirsîn bikin, darizînin û li ser bingeha hiqûqê hesabê komkujiyê bipirsin. Wekî din nabe. Bûyer bi rengekî din nabe bê nixumandin.
Gelek daxuyanî hatin dayin, hatin şermezarkirin. Ji raya giştî ya Kurdan jî nirxandin hene. Dibêjin 'Eger hesabê komkujiya 9'ê Çileya 2013'an bihata pirsîn, sûcdarê rasteqîn bihata eşkerekirin û darizandin, komkujiya duyemîn li Parîsê nedibû'. Her wiha dibêjin, 'Eger hesabê êrîşên DAÎŞ'ê yên li Fransayê bi rengekî rast û têrker bihata pirsîn wê ev bûyer nebûya'. Ev nêzîkatiyeke rast e.
Li cîhanê sempatî
ji Kurdan re heye
Li herêmê û çar aliyên cîhanê sempatî û dostanî ji bo Kurdan heye. Çima? Ji ber ku li dijî DAÎŞ'ê li Şengalê li ber xwe da, li Mexmûrê li ber xwe da, li Kobanê li tevahiya Rojava li ber xwe da, ji ber ku dijminê mirovahiyê DAÎŞ têk bir. Ya ku dijminatiyê li Kurdan dike DAÎŞ e. Dostê DAÎŞ'ê jî AKP û MHP ye. AKP û MHP divê teqez ji DAÎŞ'ê cuda neyên nirxandin. Çawa ku li Bakurê Kurdistanê, li Tirkiyeyê gelek komkujî kirin; mîna Komkujiya Pirsûsê ya 20'ê Tîrmeha 2015'an, Komkujiya Gar a Enqereyê ya 10'ê Cotmeha 2015'an, her wiha komkujiya Amedê ya Hezîrana 2015'an ji aliyê tifaqa AKP-MHP-DAÎŞ'ê ve hatin kirin, komkujiya 23'ê Kanûna 2022'an a li Parîsê, êrîşa li ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya û qetilkirina 3 welatparêzên Kurd jî ji aliyê van hêzan ve hate kirin. Bila gumana kesî ji vê yekê tune be.
Li hemû Kurdistanê êriş hene
Ji xwe êrîş ne tenê li Parîsê hate kirin. DBP'î hemû hatin girtin. Li dijî HDP'ê doza girtinê dimeşînin. Bi dehan jinên Kurd ên têkoşîna azadiyê dimeşînin li Bakurê Kurdistanê hatin girtin. Yanî dîktatoriya faşîst a AKP-MHP'ê ne tenê li Parîsê êrîşî Kurdan dike û komkujiyê dike, di heman demê de ji Amedê heta bi Enqereyê, li her devera Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê êrîş dike. Bi dehan Kurdan digire, qetil dike, dixe zindanê, êşkenceyê li wan dike. Êşkenceya li zindanan gihîştiye asta herî bilind. Tecrîda li Îmraliyê, zexta psîkolojîk û fîzîkî ya li ser Rêber Apo gihîştiye asta herî bilind. Li gel van hemûyan têne kirin. Dema ku mirov bala xwe didin van hemûyan, tetîkkêş kî dibe bila bibe hingî yên tetîk dane kişandin eşkere dibin. Ev yek di komkujiya Parîsê ya 9'ê Çileya 2013'an de jî bi heman rengî şênber bû. Wê demê hate eşkerekirin ku kujer ajanekî MÎT'ê yê di bin rêveberiya Hakan Fîdan de bû. Eşkere û belge bû ku ferman ji aliyê AKP a bi serkêşiya Tayyîp Erdogan ve hatiye dayin. Lê belê rêveberiya Fransayê ev veşart. Niha jî ya ku bûyer kiriye MÎT e, MÎT a di bin rêveberiya Hakan Fîdan de ye. Ji vê jî MÎT, îstîxbarata Tirkiyeyê û dîktatoriya faşîst a AKP-MHP'ê berpirsyar e. Divê her kes vê yekê bi vî rengî zanibe. Naxwe ma ev kes li girtîgehê bû dijminê Kurdan? Çawa bû dijminekî welê yê Kurdan ku di nava deh rojên piştî derketina ji girtîgehê de karîbû êrîşî Navenda Çanda Kurdan û kargehên Kurdan bike. Çawa Kurd ji yên din ewqasî cihê kir? Diyar e ku hatiye perwerdekirin û gelekî rêxistinbûyî ye. Bi kurtasî Kurd û mirovahî bi êrîşeke qirker-mêtinger a faşîst a rêxistinbûyî û plankirî re rû bi rû ne. Bi taybetî xelkê Parîsê, civaka Fransayê bi rastî vê heq nake.
Civaka Kurd û mirovahî ji dewleta Fransayê û rêveberiya Macron dixwazin ku berpirsyarên vê bûyerên eşkere bikin, hesab ji wan bixwazin. Ti nêzîkatiyên ji bilî vê yekê wê teqez neyê qebûlkirin.
Hesabê komkujiya 9'ê Çileya 2013'an jî, ya komkujiya 23'ê Kanûna 2022'an jî wê teqez bê pirsîn. Gelê Kurd û mirovahî wê bibin şopdarê vê yekê. Li ser vê bingehê em bang li rewşenbîrên Fransayê bi taybetî yên li Parîsê, şoreşger, demokrat, hêzên çep-sosyalîst, alîgirên demokrasiyê, dostên Kurdan ên li Ewropayê û tevahiya cîhanê, hêzên demokratîk dikin ku berpirsayrê vê bûyerê eşkere bikin û hesab bixwazin.
Weke gelê Kurd û Tevgera Azadiyê bêguman deh sal in me hesabê Komkujiya 9'ê Çileyê pirsî ne. Tevgera me gelekî bi pêş ket. Li dora komkujiya Parîsê, Kurd, pirsgirêka Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurd veguherîn tevgereke global. Li çar aliyên cîhanê dostên me yên dilsoz çêbûn -ku me ev yek di Şoreşa Azadiyê ya Rojava de dît. Di berxwedana yekîneyên enternasyonal ên li nava refên YPG û YPJ'ê de me di tevgera şehadetan de ya ku xwîn li gel hev dirijand, dît. Pêşketineke bi vî rengî çêbû.
Wê teqez hesabê komkujiyê were pirsîn
Niha jî li dijî komkujiya 23'ê Kanûnê ev têkoşîn wê di heman çarçoveyê de û di asteke hîn bilindtir de bê pêşvebirin. Hesabê komkujiya 23'ê Kanûnê wê teqez ji berpirsyaran bê pirsîn. Têkoşîneke bi vî rengî ya hesabpirsînê wê mejiyê qirker-faşîst-mêtinger ê tifaqa AKP-MHP-DAÎŞ'ê têk bibe, mirovahiyê bigihîne jiyaneke azad û demokratîk.
Li ser vê bingehê em bang li xelkê me yê li Parîsê û gelê me yê li derveyî welat dikin, her wiha tevahiya gelê me dikin ku helwesteke rast nîşan bidin û têkoşîneke rast bimeşînin. Di serî de hevrê Evîn em şehîdên me yên komkujiya Parîsê bi rêzdarî, hezkirin û minet bi bîr tînin, bang li gelê xwe dikin ku li dora şehîdên xwe bicivin, têkoşîneke xurt a tola şehîdan hilîne bimeşîne, heta hesab ji kujeran bê pirsîn têkoşîna azadî û demokrasiyê dewam bike, çalakiyan bike. Rêveberiya me li ser vê bingehê daxuyanî da, bang kir. Em tevlî van hemûyan dibin. Ya ku dikeve ser milê gelê me, xwedîderketina li bîranîna şehîdan, têkoşîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li ser xeta serketinê bimeşîne.
Li dijî provokasyonan baldar bin
Li ser vê bingehê, bêguman divê mirov nekeve nava helwestên erzan, nekevin xefikan û li hemberî nêzîkatiyên provokatîf baldar bin. Divê em bi ti awayî şaşitiyê nekin. Divê em rê nedin hewldanên provokatîf ku dixwaze me ji heqiyê bixin rewşeke neheq. Em di wê baweriyê de ne ku gelê me wê di vê mijarê de bi hestiyarî û berpirsyarî tevbigere, bi baldar be, hesabê herdu komkujiyên li Parîsê bipirse, vê yekê jî li ser bingeha azadiya jinê û azadiya Kurdan bi eykîtî û demokratîkbûnê pêk bîne. Banga me ya ji gelê me re li ser vê bingehê ye.
Weke PKK em ê bi gelê xwe re, bi dostên xwe re helwesteke bi vî rengî nîşan bidin. Bila kes ji vê yekê gumanan neke. Xwîna şehîdên me wê li erdê nemîne. Wê hesab ji kujerên faşîst bê pirsîn. Ev hesabpirsîn jî wê azadiya jinê, azadiya Kurdan, azadiya mirovahiyê û jiyana demokratîk ji xwe re bike armanc û pêk bîne.
NAVENDA NÛÇEYAN