Kulliyateke hizrên li ser Kurdî

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 10 Sibat 2021 - 02:03

  • Mistefa Reşîd hizrên xwe yên li ser rêzimana Kurdî û nivîsandina Kurdî di berhemekê de berhev kirin û bi navê Awirek li Rêzimana Kurdî dan weşandin. Bi vî awayî wî kulliyateke hizrên xwe yên bêhtirî 40 salan jî weke kitêb berdest kir.

Mistefa Reşîd wekî nivîskarê me gelek gotarên xwe yên li ser rêzimana Kurdî di quncika xwe de weşandibûn. Niha kitêba xwe ya li ser minaqeşeyên di biwara rêzimana Kurdî de weke kitêb weşandin. Mistefa Reşîd (Moustafa Rechid) kitêba xwe ya bi navê “Awirek li Rêzimana Kurdî” ji weşanên “zanîngeh” derxistiye. 

Di kitêbê de ew behsa wê yekê dike ka wî çawa kitêb nivîsandiye jî. Ew dibêje salên 1976-1977´an dest pê dike berhemên heta hingê heyî yên li ser Kurdî û rêzimana Kurdî dixwîne û dest bi dersdana Kurdî li komeleyên karkeran dike. Ew hingê 30 salî bûye. Wî ji sala 1979´an heta 1984´an li Elmanyayê li dibistana hînkirina mezinan a bi navê VHS dersên Kurdî di du astan de dane. Ew vê pêvajoya mamostetiyê ji bo xwe weke pêvajoya hînbûnê dinirxîne. Ji sala 1993´yan û pê ve li eyaleta Saarlandê ew li komeleya karkeran dersa zimanê Kurdî dide. Ji salên 1997-1998´an jî ew li VHS a li Saarbruckenê dersê dide. Encama xwendin û lêkolînê jî minaqeşeyên di vê kitêbê de ne. Di minaqeşeyên xwe de ew ji ber şikandina kîteyan li ber awayê nivîsandina lêkera bûnê radibe û her wiha bikaranîna şedde yan jî tîpa dubare weke astengekê li ber bipêşketina zimanê Kurdî dinirxîne.

Di sê beşan de mijarên sereke

Di kitêbê de Mistefa Reşîd bi mijarên “Birên peyvan”, “Birên navdêran”, Zayenda navdêran”, “Naskirina navdêran”, “Tewang”, “Pronav”, “Rewşên navdêran”, “Hejmar”, “Rengdêr”, “Hoker”, “Kişandina [Kesandina] lêkeran” pêşî daketiye. Di beşê diduyê yê kitêbê de ew bi cihêtiya zimanê nivîskî û devkî daketiye, behsa mijara kîteyan kiriye, û bi wan minaqeşeyên rêziman û nivîsê yên weke “Mijara kelijandinê”, “Mijara tîpên dubare”, “Pirsgirêka lêkera BÛN”, “Mijara tewagê”, “Diyardeya êrgetîv” daketiye. Di beşê dawî yê kitêba 171 rûpelî de, Mistefa Reşîd bi “Rewşên Navdêr”an daketiye.

Telefuzên rewşên nav ên nêzî Elmanî

Di kitêbê de ji ber awayê telefuzkirina bi Elmanî ya rewşên navdêran, hin xwendevan dibe ku pêşî hinekî ecêbmayî bibin, lê mamoste Mistefa Reşîd, di beşên wan de yek bi yek behsa binavkirinên wan ên di nava gotara rêzimana Kurdî de dike û wan xweşik terîf dike. Ji ber wê ev ecêbmayîna hanê heta bi xwendina beşê elaqedar dewam dike. 

Axir Mistefa Reşîd bi vî awayî kulliyateke pêşniyaz û rexneyên xwe li ser rêzimana Kurdî û nivîsandina wê îfade dike. Mijarên nivîsandina lêkera bûnê, argumana parçenekirina kîteyan û rexneya li “qedexekirin tîpên dubare” ji van ên sereke ne.  

Kitêb ji weşanên Zanîngeh, bi edîtoriya Adham Shexo weke 171 rûpel derçûye. 

FRANKFURT 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.