- Şahîn, cih nade mekan û zeman, ne ji ber tirsê, lê ji ber eşkerebûna dîrokî ya dibêje, otorîtarîzma Tirk ji damezrandina komarê ve aqlê dewletê ye û ji mekan û zeman qut tesîrê dike li her kesa/ê li ber vê otorîtarîzmê radibe.
MANÎ CÛDÎ
Gelek tiştên van salan mirov li ser otoritarîzma li Tirkiyeyê dixwîne, elaqedarî Erdogan in. Bi pirranî mesele darbeya sivîl, îslamîkirina welêt û operasyonên eskerî ne. Esas ev rastiya hanê xwe disipêre dane û bûyerên dîrokî yên ku ji Erdogan û partiya wî gelekî kevintir in. Jiyana wan mirovên ku ev otorîtarîzm ne hê nû ji sala 2003´yan ve tê serê wan, gelekî jimêjtir diyar bûye her pirrgêsinî bi trawmayên dewleta esker û polîsan sedema wê ne. Jiyana mirovên wisa dibe romaneke ku bi temamî bê peywend û kafkaesk, mişt ji tirsê, yeke bê xof, û mişt e ji şîneke ker û tevizî.
Mirov wisa romana nû ya hunermend Cemile Sahin (Cemîle Şahîn) bi sernavê ALLE HUNDE STERBEN (KÛÇIK HEMÛ DIMIRIN) hîs dike û wisa bi mirov xuya dike. Karakterên sereke yên ji binî ve trawmatîzebûne yên di romanê de li qatên avahiyeke pirrqatî belav bûne. Ev avahî li rojavayê Tirkiyeyê ye; bi rengekî ji rengan hemû nêzî hev in, lê ya ku mirov hîs dike ew e ku her yek ji wan di dinyaya xwe de be. Di beşên kitêbê yên bi navê Îfadeyên şahidan (Zeugenaussagen) yan jî parastinên li dadgehê (Plädoyers) de yên ku di wan de li ser xwîneran ferz dibe ku bibin şahidên gotinên metelker û hêrsrabûyî bi forma “ez benî” doza lênegirtinê dikin. Gotinên ewqasî tirsnak û ewqasî surreal, mirov nizane ka gelo hemû terîfên bûyerên rastî ne yan jî bêhtir temsîlên yekoyeko yên yek ruhî ne. yê ku êdî nikare lê serwext bibe ka çi qewimî û ka çi diakre hîna biqewime; yan jî weke ku karaktereke sereke Sara dibêje:
“YA/YÊ KU NIKARE BÛYERAN XEYALÎ
BIBÊJE
EW [BÛYER] NEHATIYE SERÊ WÊ/WÎ
BI ME RE NE JI DIL Û RAST E
TI RAVEKIRINEKE DIN
JI BO VAN WÊNEYAN ÊDÎ NÎNE”
Hovîtiya di gotinan de ne çawalêhato ye: Li şûna ku karibe xwe yek bi yek bisipêre trawmayan, karakterên sereke behsa lodek piçûkxistin, birîndarkirin û êşkenceyan. Weke Haydar ê ku kurê wî bi destê eskeran hat kuştin; lê kurekî wî yê din heye û pê re ew li ber televizyonê rûdine. Ew nikare miamele bi tişta qewimî re bike, wî serî bi ya hatî serî re nekarî bike der, lê pêjna siberojeke tarî tê wî:
Dewra daimî ya otorîtarîzma Tirk
“Kurê min ê sax pirsî: Ma film bi dawî bû? Min tiştek negot. Paşê ez [li meselê] serwext bûm: Hertişta hatî serê min wê bê serê zarokên min jî. Zarokên min wê her tişta ku bê serê wan, ji berê ve nas bikin. Ev ê bibe adet. Û adet jî wê bibe jiyanek.”
Lê jiyaneke çawa? Jiyaneke ku tê de rastî û xeyal, azadî û hepsîbûn, jiyan û mirin evqasî dikarin nêzî hev bin, heta hindik maye bikevin nav hev; çawa ku Metîn ê hîna nû ji hepsê derketî diyar dike: “Heps ji bo girtiyan weke komayeke çêkirî ye. Mirov şiyar e, lê belê ji jiyanê hatiye qutkirin. Heçko zeman sekinî be. Tu nikarî bi rastî jî bipeyivî yan jî bihizirî.”
Êdî xwîner wê ji xwe bipirse: Bûyerên di romanê de li ku diqewimin, nexasim jî kengî? Ji bilî avahiya li bajarê Tirk ê li ber peravên behrê, behsa wê nayê kirin ka bibîranînin karakterên sereke ji ku hatine berhevkirin. Zeman jî di arafeke tarî de ye. Lê mirov dîrokî li meseleyê binihêre ji xwe diyarkirina mekan û zemanî ne lazim e.
Ji sala 1960´î heta bi 2020´an bûyerên behsa wan tê kirin dibe ku ji Hekarî heta bi Stenbolê li her deverê qewimîbin. Jixwe kitêb jî ha vê nîşan dide: Dewleta Tirk ji berê ve wiha hatiye çêkirin, çi di bin nîrê cûntaya eskerî çi jî di bin nîrê siltaniya fikra Osmaniya Nû. Şahin behsa milet û dînên karakterên xwe yên sereke jî nake. Baran û Sar dibe ku Kurd bin, Mahir û Haydar dibe ku Elewî bin, Nurten û Murat dibe ku Tirk bin. Heke mirov bi dîroka Tirkiyeyê zanibe, dikare ji xwe re wan li cihekî deyne. Weke wê kêliya ku apê karaktereke sereke Devrim beriya bê girtin ji birayê xwe Eren re dibêje, “Em malbata te ne, vê ji bîr neke. Ji bîr neke em kî ne” û wilo li mirov tê, weke ku êş û azarên Dêrsimiyan hîs bike, Dêrsimiyên ji 1938´an ve her bûn mexdûrên qirkirin, jicihûwarkirin û tinekirineke hema hema bi temamî ya çandî. Gava tê gotin, “Yekîneyan got, ew terorîst bûn. Lê me dizanî ku ev ne rast bû. Wan got, Rojhilat welatê terorê ye. Lê ya rastî qesta wan em hemû bûn”, hingê jî mirov li wî şerî difikire ku dewleta Tirk li dijî Kurdan çi salên 90´î li Şirnexê û çi jî zivistana 2015´an li Sûrê bi rê ve bir.
Min jiyana xwe di hepsê de hişt
Şahîn cih nade mekan û zeman, ne ji ber tirsê, lê ji ber eşkerebûna dîrokî ya dibêje, otorîtarîzma Tirk ji damezrandina komarê ve aqlê dewletê ye û ji mekan û zeman qut tesîrê dike li her kesa/ê li ber vê otorîtarîzmê radibe. Hingê êdî ne muhim e, mirov kî ye, kengî mirov dinivîse. Kitêb bi awayê keseke trawmatîzebûyî hatiye nivîsîn, lê belê ne ji ber ku mesele rewşeke piştî trawmayê ye, lê belê ji ber ku trawma êdî qederê 100 salekê dewam dike û ha ev rengê trawmayê ye ku welatên rojava jê fêm nakin. ALLE HUNDE STERBEN (KÛÇIK HEMÛ DIMIRIN) mirov nikare daxîne meseleya Kurd û tirkan, yan daxîne tenê cûntayeke eskerî yan jî serdemeke diyar. Mexdûrên cihê hene, lê sûcdar yekî tenê ye: dewleta Tirk. Di kitêbê de Metînê berê di hepsê de dibêje, “Min jiyana xwe di hepsê de hişt. Ez tiştekî ji bîr nakim, ez hez dikim vê jê re bibêjim, lê ya rastî ez tenê li ser wê yekê napeyivim ka ez bi çendîn tiştan dizanim.” Di vê peywendê de ya ku ez hîna bibêjim ev e: Şahin bibîranînên mexdûran berhev kirine û jê hatiye berhemeke bêzeman [ji bo hemû zemanan] biafirîne. Ev berhem careke din jî îşaret bi tiştekî dike: beriya Erdogan ne çêtir bû û wê piştî wî jî çêtir nebe, heger mirov bi rexneya xwe ya li dewleta Tirk esasê tundraw ê vê netewe dewleta eskerîkirî lê eşkere neke. Şahin vê bi ser dixe û ji ber wê jî KÛÇIK HEMÛ DIMIRIN berhemeke divê bê xwendin e ji bo her kesa/kesê dixwaze lê serwext bibe ku rabihurî di rengên nû de wê heta hetayê xwe pirrcarî bike, heger em avahiya wî ya tarî ji hev dernexin.
Kunyeya kitêbê: ALLE HUNDE STERBEN, Cemile Sahin, Weşanên aufbau, 239 rûpel