Krîmînalîzkerina govenda Kurdî
Duşem 29 Tîrmeh 2024 - 01:45
- Dewleta Tirk ku hemû nirxên Kurdan krîmînalîze dike, vê carê jî berê xwe da govenda Kurdî. Bi armanca krîmînalîzekirina govenda Kurdî û çavtirsandinê dewleta Tirk hevsarê polîs û dadgehên xwe qetand û berê wan da ciwanên Kurd ku govendan digerînin. Bi vê çarçoweyê vê heftiya dawî bi dehan ciwanên Kurd govend gerandin hatin destgîrkirin û girtin.
Li ser terora Tirk a li ser govenda Kurd li nav raya giştî ya Kurd bertekeke tund heye. Ji qadên cuda derdora helwesta xwe dijî vê terorê nîşan didin.
Baroyên Kurdistanê jî dijî vê krîmînalîzekirina govenda Kurdî daxuyaniyeke hevpar da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin êrîşa li ser govenda Kurdî nayê qebûlkirin û bang kir ku ciwanên ku hatine girtin û destgîrkirin demildest bêne berdan.
Bertekên ji ber gerandina govendê yên piştî parvekirinên ser hesabên medya dîjîtal hatine kirin didomin. 14 baro daxuyaniya nivîskî dan û gotin: “Divê daraz nebe şirîkê lînçkirina ser medya dîjîtal.”
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Hat dîtin ku li Mêrsînê ciwanên govend gerandine hatin destgîrkirin piştre li Sêrt, Agirî û Stenbolê welatiyên govendê digerînin tên destgîrkirin, tehda li wan tê kirin, hinek ji wan hatin girtin. Dema mijar dibe Kurd helwesta dewletê ya bi polîtîkayên ewlehiyê û helwesta destgîrkirin û girtinê ya darazê dikeve dewrê û ev yek nayê qebûlkirin. Tu cihê van destgîrkirin û girtinan di dewletekî demokratîk a hiqûqê de nîn e. Divê daraz bi helwesta parastina mafan rabe, nebe şirîkê lînçkirina ser hesabên medyayê tên kirin.”
Mafê xweîfadekirinê ye
Di daxuyaniyê de hat gotin ku li gel stranên Kurdî, gerandina govendê di çarçoveyeya mafê xwe îfadekirinê de ye û hat gotin ku divê kesên hatine destgîrkirin û girtin werin berdan.
Baroyên di daxuyaniyê de îmzeyên wan hene ev in: Baroya Semsûrê, Baroya Agiriyê Baroya Êlihê, Baroya Çewligê, Baroya Bedlîsê, Baroya Dêrsimê, Baroya Colemêrgê, Baroya Qersê , Baroya Mêrdînê, Baroya Mûşê, Baroya Sêrtê, Baroya Rihayê, Baroya Şirnexê, Baroya Wanê.
ANF