Koreya Bakur gef xwarin

Duşem 28 Adar 2022 - 22:50

  • Serokê Koreya Bakur Kîm Jong-un soz da ku ew ê ji bo welate xwe hêzeke leşkerî ya giran û pêşiya wê nayê girtin, ava bike.

Serokê Koreya Bakur Kîm Jong-un soz da ku ew ê ji bo welate xwe hêzeke leşkerî ya giran û pêşiya wê nayê girtin, ava bike.

Beriya vê daxuyaniya serokê Koreya Bakur, di 25’ê Adarê de fuzeyên ji parzemînekê ber bi parzemîneke din ve, hatin ceribandin. Ev cara pêşî bû ku ji sala 2017’an ve ev fuze tên ceribandin. Vê fuzeya bi navê Hwasong-17 di Mijdara 2020’an de hatibû nasandin û analîstan ew wekî ‘fuzeyeke xeternak’ bi nav kiribû.

Serokê Koreya Bakur got, “Ji bo ku em karibin parastina neteweyî xurt bikin û van tiştan bidin artêşa gelê xwe, em ê hedefa xwe ya zêdekirina amûrên êrişê yên xurt bidomînin.”

Li gorî texmînan fuzeya ku hefteya bihurî hatibû ceribandin, li gorî yên beriya xwe, diçe dûrtir. Tê diyarkirin ku ev fuze ji bo li parçeyekî axa Emerîkayê were xistin, hatine çêkirin.

Rêveberiya Pyongyangê ji serê salê ve deh fuze ceribandine. Herî dawîn jî dema Koreya Bakur sîsetema xwe derbasî serokkomariyê kiribû û bala DYE li ser şerê Ukraynayê bû, ev fuze hatibûn ceribandin.

PYONGYANG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.