Konseya Ewlehiyê li ser Zaxoyê dicive

Yekşem 24 Tîrmeh 2022 - 22:26

  • Sêşema bê yanî 26`ê Tîrmehê, ji bo nîqaşkirina êrişên dewleta Tirk ên li dijî Iraqê, Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bi rengekî awarte dicive. 

Sêşema bê yanî 26`ê Tîrmehê, ji bo nîqaşkirina êrişên dewleta Tirk ên li dijî Iraqê, Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bi rengekî awarte dicive. 

Wezîrê karên derve yê Iraqê Fûad Hisên şemiyê (pêr) di rûniştina parlamena Iraqê de gotibû, “Konseya Ewlehiyê ya NY`yê ji bo nîqaşkirina destdirêjiyên Tirkiyê li ser xaka Iraqê, nexasim bûyera dawîn ku binpêkirineke eşkere ya serdestiya Iraqê û peymanên navneteweyî ye, sêşema bê rûniştineke awarte li dar bixe.”

Hisên destnîşan kiribû ku girîng e li hember dewamkirina topbarana dewleta Tirk li ser xaka Iraqê, rê û rêbazên guncaw bên dîtin. Nexasim ku hikûmeta Iraqê bang li Tirkiyê kiribû ku hêzên xwe yên leşkerî ji Iraqê vekişîne. 

Wezareta Karên Derve ya Iraqê ragihandibû ku wan li cem Konseya Ewlehiyê ya NY`yê giliyê Tirkiyê kiriye. Çarşema bihurî, dewleta Tirk a dagirker havîngeke li gundê Perex ê ser bi Zaxo ya Başûrê Kurdistanê komkujî pêk anîbû. Di encamê de, 9 geştyarên Îraqî ku pirraniya wan jin û zarok bûn, hatibûn qetilkirin, bi dehan kesên din jî birîndar bûbûn. 

BEXDA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.