Konsera Xecê hat betalkirin

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 11 Îlon 2022 - 21:09

  • Hunermend Xecê li ser hesabê xwe yê medyaya sanal ragihand ku konsera wê hatiye betalkirin.

Konsera hunermed Xecê ku dihat payin di 4'ê Cotmehê de li Navenda Kongre û Çandê ya 15'ê Tîrmehê ya Zanîngeha Şirnexê bihata lidarxistin, ji aliyê Rektoriya Zanîngeha Şirnexê ve bêyî hincetek bê nîşandan hat betalkirin. 

Hunermend Xecê li ser hesabê xwe yê medyaya sanal ragihand ku konsera wê hatiye betalkirin: "Konsera me ya Xecê ku dihat payin di 4'ê Cotmehê de li Navenda Kongre û Çandê ya 15'ê Temmûzê bihata lidarxistin, ji aliyê Rektoriya Zanîngeha Şirnexê ve hat redkirin û betalkirin." 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.