Komploger wê têk biçin

Duşem 7 Cotmeh 2024 - 02:15

Xizmên girtiyan di çalakiya "Deng bide azadiyê’’ de banga tevlêbûna li Mîtînga Azadiyê kirin, ku 13’ê Cotmehê wê li Stesyonê ya Amedê pêk were û di mîtîngê de komploya navnetewî were şermezarkirin û ji bo Rêber Ocalan azadiya fizîkî were xwestin. Di çalakiyê ‘deng bide azadiyê’ de hate gotin ew ê bi têkoşînê komployê têk bibin. 

Çalakiya ‘deng bide azadiyê’ ya ku bi pêşengiya MATUHAY-DER û xizmên girtiyan bi çarçoweya ‘’Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû’ pêk tê li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê dom kir. Li gel xizmên gritiyan, parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Cengîz Çîçek û Çîçek Otlu, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl jî beşdarî çalakiyê bûn. 

Di çalakiyê de ku pankarta “Ji bo şikandina tecrîdê û pêkanîna aştiyê deng bide azadiyê“ hate hilgirtin û dirûşmên ji bo azadiya girtiyan hatin berzkirin. 

Em ê komployê têk bibin

Parêzerê Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) Bedîrhan Sarsilmaz di çalakiyê de bal kişande ser rewşa girtiyên nexweş. Parlamenter Cengîz Çîçek jî diyar kir ku bi mehane li ber girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê bi çalakiya "Deng bide azadiyê" li dijî tecrîdê tê lidarxistin û got: “Têkoşîna azadiyê wê li van xakan bi ser bikeve. Em ê têkoşîna demokrasiyê û meşa mezin bikin. Ji bo şermezarkirina polîtîkayên tecrîdê û daxwaza azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd wê di 13'yê Cotmehê de mîtîngek bê lidarxistin. Di salvegera 26’an a komployê de wê komploger têk biçin û em ê bi ser bikevin.”

MA/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.