Komplo li dijî hemû gelê Kurd bû

În 16 Sibat 2024 - 00:25

Siyasetmedarê ji Başûrê Kurdistanê Dr. Mehmûd Osman di derbarê Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya dijî Rêber Abdullah Ocalan de ji Rojnews’ê re axivî.

Osman wiha dest bi axaftina xwe kir: “Komploya 15’ê Sibatê bi serokatiya DYE û welatên Ewropa û Îsraîlê dijî Rêber Ocalan hate pêkanîn û radestî dewleta Tirk kirin. Komploya 15’ê Sibatê neheqiyek dijî Abdullah Ocalan bû. Ji ber wê ev sucek mezin bû ku li beramberî gelê Kurd û Abdullah Ocalan hate pêkanîn.”

Dr. Mehmûd Osman di dewama axaftina xwe de diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan tevî ku bi salane di girtgîgehê de tê girtin, hertim hewlên aştî û danûstandinê kiriye û wiha got: “Dewleta Tirk bi girtina Abdullah Ocalan xwest ji gelê Kurd re bêje ‘pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê nîne, yê li nav xaka Tirkiyeyê jiyan bike Tirk e’. Ango ti mafên ti netewekê bi tu awayî qebûl nake.” Dr. Mehmûd Osman qala mafê hêviyê yê ji bo her girtiyekê kir û got:’’Bi salan e ji bo Ocalan efûyeke giştî dernexistine, lewma ev polîtîkayeke nijadperestî ya dewleta Tirk e. Xebatên gelê Kurd divê bi xwepêşandan, kampanya û helwesta xwe ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan bidome. Lê civaka navneteweyî ji bo berjewendiyên Tirkiyeyê dengê xwe dernakeve. Ji ber vê jî xebatên gelê Kurd heta azadbûna Ocalan ji girtîgehê, divê bidome.”

Çareseriya Ocalan ya herî baş e

Di derbarê 25’emîn salvegera Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de, mamostayên Zanîngeha Koye jî axivîn. Serokê Beşê Dîrokê ya Zanîngeha Koye Dr. Hoşmend Elî diyar kir ku eger ne ji ber heybet û bandora birêz Abdullah Ocalan bûya, gelek zehmet bû di wê qonaxê de li Bakurê Kurdistanê tevgereke azadiyê ya Kurd bi navê Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) derkeve û wiha got; “Her çiqas di dîroka gelê Kurd de, bi taybetî di dîroka nû de, rêberên me yên din jî hene, lê tu kes ji wan xwedî nêrînên Abdullah Ocalan nebû ku ji aliyê dîsîplîn û felsefeya partiya çekdar, metod, felsefeyeke xurt û bêhempa heye. Azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan beriya her tiştî di berjewendiya Tirkiyeyê de ye û piştre jî di berjewendiya gelê Kurd de ye. Ji ber ku Tirkiye bi azadkirina Abdullah Ocalan dikare gavên baş ji bo endamtiya Yekîtiya Ewropayê bavêje.”

Mamostayê heman beşê yê Zanîngeha Koye Kameran Mihemed jî got:“Hewldana azadkirina Abdullah Ocalan ne hêsane, lê bêguman ne zehmete jî. Ji ber ku dema di encama komploya navnetewî de hate girtin, helbet hemû welatên ku di girtina wî de cih girtine naxwazin ew bê berdan. Lê gelê Kurd êdî bi du rêyan dikare hewl bide ku Abdullah Ocalan di aliyê fîzîkî de azad bike. Ya yekem serlêdana hiqûqî bi taybet hiqûqa navnetewî, ya duyemîn jî têkoşîna civaka sivîl e ku divê em berdewam bikin. Ocalan kesekê xwedî rol û bandoreke bêhempa û mezin e. Di aliyê fikir, felsefe, perwerde û rêxistinkirina partiyeke bi disîplîn de ji serok û serkirdeyên din yên Kurd gelek cudaye. Dikarim di vê mijarê de wî weke yekemîn binav bikim. Tu serok û serkirdeyên me di aliyê dîsîplîn, felsefe, bîrdoziya partiyê de nagihe Abdullah Ocalan û partiya wî PKK’ê.”

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.