Komîteya Destûrê xwe bilî dike

Duşem 27 Kanûn 2021 - 22:48

  • Nûnerê taybet ê serokê Rûsyayê yê Sûriyê, Aleksandr Lavrentîev got, civînên Komîteya Destûrê tenê "derbaskirina demê" ne û girîngiya gotûbêjên vê komîteyê kêm nirxand.

Nûnerê taybet ê serokê Rûsyayê yê Sûriyê, Aleksandr Lavrentîev got, civînên Komîteya Destûrê tenê "derbaskirina demê" ne û girîngiya gotûbêjên vê komîteyê kêm nirxand.

Nûnerê taybet ê serokê Rûsyayê ji bo Sûriyê, Aleksandr Lavrentîev ji ajansa TASS a Rûsyayê re got, nabe ku destûreke nû ya Sûriyê guhertina desthilatê bike armanc.

Aleksandr Lavrentîev wiha lê zêde kir: "Hikûmeta Sûriyê bi destûra heyî razî ye û li gorî wê, pêwîstî bi guhertinan nîne. Heke opozîsyon guhertinên di vê destûrê de binirxîne, wê mijarên ku jê re elaqedar in bi referandumê bên nirxandin û bi awayekî din bên erêkirin. Divê ev xebat dewam bike. Lê heke kesek bixwaze destûreke nû çêke da ku erkên serokkomar biguherîne û bi vî awayî hewl bide desthilata Şamê biguherîne, ev rê ber bi ti derî ve naçe." 

MOSKOV

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.