‘Komên şanoyê xwe baş amade kirine’

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 9 Cotmeh 2022 - 21:03

  • Mihrîcana “Arîn bisk û zulfên aştiyê ye” bi nîşandana şanoyan li ser dika Navenda Çand û Huner a Baqî Xido dewam dike.

Mihrîcana “Arîn bisk û zulfên aştiyê ye” bi nîşandana şanoyan li ser dika Navenda Çand û Huner a Baqî Xido dewam dike.

Mihrîcana “Arîn bisk û zulfên aştiyê ye” di 5`ê Cotmehê de bi tevlêbûna gelek komên şanoyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser dika Navenda Çand û Huner a Baqî Xido dest pê kir.

Di roja çaran a mihrîcanê de, Koma Şanoyê ya Navenda Çand û Huner a bajarê Minbicê şanoya xwe ya bi navê “Derawîş” nîşan da. Lîstika şanoyê li ser girtîgehên pergalên zordest, siyasetên wan ên ewlehiyê û êşkenceya li girtiyan tê kirin, bû.

Gelek kesan li şanoyê temaşe kir û heyraniya xwe ji şanoyê îfade kir.

Der barê her çar rojên mihrîcanê de hevserokê Desteya Çand û Huner a herêma Firatê, Ziyad Elî axivî û got, desteyê şanoyên ku di mihrîcanê de têne nîşandan bi erênî nirxandiye û got, xuya ye ku koman xwe baş amade kiriye.

Elî wiha peyivî: “Mihrîcan li gorî ku hatiye plankirin, bi rê ve diçe. Ti pirsgirêk heta niha derneketiye. Ya herî xweş jî, temaşeker in ku xuya ye ji şanoyan razî ne. Ev yek ji nirxandinên wan di dawiya şanoyê de diyar dibe.”

Tê payîn mihrîcan heta 14`ê Cotmehê dewam bike.

ANHA/KOBANÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.