Komediyeke reş; ‘Bûka Lekî’

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 30 Adar 2022 - 22:03

  • Koma şanoyê ya “Şermola Performans” ragihand ku ew ê bi lîstika xwe ya nû ya bi navê “Bûka Lekî” 2’ê Nîsanê li Êlihê, li salona “Yeni Sahne” promîyera xwe bike.

Koma şanoyê ya “Şermola Performans” ragihand ku ew ê bi lîstika xwe ya nû ya bi navê “Bûka Lekî” 2’ê Nîsanê li Êlihê, li salona “Yeni Sahne” promîyera xwe bike. Lîstika “Bûka Lekî” dê piştî Êlihê, biçe Amed û Wan’ê jî.

Şermola Performans vê lîstika xwe weke “Komediyeke reş” bi nav dike û fikra çîrokê jî xwe dispêre çîroka nivîskar Sadiq Hîdayet a bi navê “Bebika li pişt perdê”. Lîstik dê bi derhêneriya Mîrza Metîn derkeve ser dikê. Pelda Bal, Ronî Dildar û Leyla Deveci jî weke lîstikvan di vê lîstika şanoyê de cih digirin. Lîstika şanoyê ya “Bûka Lekî” weke perdeyekê hatiye sêwirandin. 

Şermola Performans lîstika xwe ya “Bûka Lekî” wiha dide naskirin;

“Zilamekî ku piştî trawmaya leşkerîyê ji jiyana xwe ya rastî dûr diçe û dikeve rêxa mêraniyê û dibe robot… Jineke ku ji ber evîna zilamî ji jîyana xwe ya rastî dûr dikeve û her ku diçe dibe kesayeteke plastîk… Jineke lal ku bîna rêxa mêraniyê hildide lê nikare mudaxale bike...

Û bûkeke bêcan, bêruh û lek, ango mankeneke plastîk ku her tişt li derdora wê diqewime…

Sê rebenên absurd weke ku di lêva kendalekê de bimeşin li derdora bûka lekî, diçin û tên.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.