Kolberek qetilkirin yek winda ye

În 19 Nîsan 2024 - 00:46

Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê pêr li sînorê Tete ya Hewramanê hejmarek kolber ketine kemîna hêzên rejîma Îranê û di encama êrişê de kolberek hate qetilkirin.

Kolberê ku di encama êrişa hêzên Îranê de jiyana xwe ji dest dayî bi navê Seywan Destefken ku xelkê gundê Derepemeyanî yê Merîwanê ye. Her wiha hêzên rejîma Îranê li sînorê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê jî êrişî komek kolber kirin û di encamê de kolberê bi navê Mihemed Rehîmî yê xelkê bajarê Seqîz winda bû ku hîna çarenûsa wî nayê zanîn. Hate diyarkirin ku di dema gulebarana hêzên rejîmê de  Mihemed Rehîmî ji hevalên xwe qut bûye û zêdetirî 2 rojane agahî jê nayê girtin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.