Kolanç 31 sal in girtî ye nayê berdan

Duşem 10 Hezîran 2024 - 00:41

Dewleta Tirk mafê berdanê yê girtiyên siyasî yê Kurd ji holê radike. Gelek girtiyên cezayê xwe xilas kirine jî bi kêfî nayên berdan, ev nêzîkatiya dewletê nîşan wê ye ku naxwaze girtî bi saxî bêne berdan. Yek ji van girtiyan jî Abdulazîz Kolanç e ku ev 31 sal in girtî ye lê dîsa jî nayê berdan, li gel ku gelek nexweşiyên wî hene jî.

Li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê zext û êrişên li ser girtiyan her diçe zêde dibin. Girtiyên siyasî ku di bin şert û mercên giran de tên girtin, di bin tecrîdeke giran de têdikoşin. Girtiyên siyasî ku cezayê xwe xelas dikin jî nayên berdan û bi hinceta "cezayê disîplînê" înfaza wan tê şewitandin û cezayê wan tê dirêjkirin. Yek ji van jî girtiyê nexweş Abdülaziz Kolançê 53 salî ye. Kolanç, di girtîgeha Tîpa T a Afyonê de ye. 

Kolanç, di sala 1994'an de li Îzmîrê hate destgîkirin û bi îdiaya "yekîtiya dewletê xera kiriye" cezayê mûebbedê lê hat birin. Kolanç, tevî ku cezayê xwe xelas kiriye jî, salek e nayê berdan û cezayê wî tê dirêjkirin. Kolanç ku di meha Îlona 2023'yan de cezayê xwe xelas kiriye nehat berdan û cezayê wî sê mehan hat dirêjkirin. Kolanç ku sê mehên xwe tije kirin diviyabû ku di meha çileyê de bihata berdan, lê dîsa bi heman hincetê cezayê wî hat dirêjkirin û herî dawî jî di 3'yê hezîranê de înfaza wî hat şewitandin û sê mehên din cezayê wî hat dirêjkirin. 

Bila dawî li bêhiqûqiyê were

Xwarziyê Kolanç, Îslam Atça bertek nîşanî şewitandina înfazê da û got ku dewlet bêhiqûqî tevdigere û wiha axivî: "Tendûristiya wî ber bi xetereyê ve diçe. Ev neheqiyeke pir mezin e. Cezayê ku lê hatiye birin qedandiye. Jixwe ew cezayê ku lê hatiye birin jî neqanûnî ye. Heke ku mirov di vê erdnîgariyê de Kurd be her her tiştek li mirovî tê ferzkirin û her tevgereke mirov sûc tê dîtin. Dewleta Tirk her carê dibêje ew dewleta heq û hiqûqê y' lêbelê xalê min li tevî ku ev saleke cezayê xwe xelas kiriye jî nayê tehliyekirin. Em dixwazin ku Wezaretê Dadê dengê me bibîhîze û dawî li vê bêhiqûqiyê bîne."

Gelek nexweşiyên wî hene

Atça bi lêv kir ku xalê wî nexweşe û di bin şert û mercên giran de tedikoşe û wiha axivî: "Xwîn diçe ser mîdeya wî,tansiyon û şeker pê re heye, bi dermanan tedawiyê dibine. Jixwe miroveke ku 30 salan di girtîgehê de dimîne her nexweşî lê peyda dibin. Gİrtiyên ku di girtîgehan de ragirtînd bindestin. Her carê bi hinceta cezayê disîplînê infaza wan dişewitînin. Keseke ku di girtîgehê de ye dikare sûceke çawa pêk bîne? Em van bêhiqûqiyê şermezar dikin. Çimkî ji ber ku girtiyên siyasî ne infaza wan dişewitînin. Her carê ji girtiyan re dibêjin,' hûn poşman in?' ma van mirovan çi kiriye ku poşman bibin? Kî heqê zimanê xwe û hebûna xwe bikeve li ber çavê dewletê 'terorîst e'. Atça daxwaz kir ku xalê wî demildest bê berdan û ev bang kir: "Îro li ser milê saziyên me jî barekî giran heye. Mirovên ku bê sedem hatine girtin û 30 sal cezayê girtîgehê lê dibirin û li tevî ku cezayê xwe xelas dikin jî nayên berdan. Em dixwazin ku her kes li hemberî vê derkeve û qebûl neke."

MA/ŞIRNEX

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.