‘Kobanê vedixwîne ser dikê’

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 12 Gulan 2022 - 21:09

  • Lîstika “Kobanê Vedixwîne Ser Dikê” dê ji bo piştevaniya bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re dîsa li Şanoya Bellînî ya bajarê Napoliyê bê nîşandan. 

Lîstika “Kobanê Vedixwîne Ser Dikê” dê ji bo piştevaniya bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re dîsa li Şanoya Bellînî ya bajarê Napoliyê bê nîşandan. 

Lîstika bi navê “Kobanê Vedixwîne Ser Dikê” ya derhêner û nivîskara şanoyê Nicola Zavagli dê di navbera 10-22’yê Gulanê de li Şanoya Bellînî ya bajarê Napolî ya Îtalyayê bê nîşandan. Lîstik ji xêzeromana nivîskarê îtalî Zerocalcare ya bi navê "Kobanê Calling" hatiye lê anîn û cara ewil di sala 2018’an de hate nîşandan. Bi mebesta piştevaniya Şoreşa rojava re dê were nîşandan. 

Sed û 20 hezar kopyayên xêzeromana navbirî li Îtalyayê hatin firotin û piştî ku li zimanên Fransî, Inglizî, Spanî, Elmanî, Portugalî û Norwecî hatiye wergerandin, bû belgefilmeke teatral. Lîstika şanoyê ku ji bo projeya Şanoya Romana Grafîk a Lucca Comics û Games hatibû hilbijartin, dê di 22’yê Gulanê de li Şanoya Bellînî derkeve ser dikê.

Xêzeromana Zerocalcare ku zêdetirî sedhezar kopyayên wê hatine firotin, bi belgefilmeke helbestkî lê di heman demê de pêkenok dest pê dike.

“Kobanê Vedixwîne Ser Dikê”, çîroka komeke ciwanan e, yên ku hewl didin alîkariyê bi Kobanê re bikin û dîroka wê binivîsin.

NAPOLÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.