Kobanê; ji xwebûnê ber bi gerdûnê ve

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 30 Çile 2024 - 03:55

  • Nivîskar Sîdar Jîr bi romana xwe ya “Duşema Rengîn” behsa şerê li Kobanê dike. Wî li merasîma danasînê ya pirtûka xwe got; “Divê hêrs, kerb û nefreta dilê xwe min bida hêlekê. Çimkî nedibû min tenê ji civaka xwe re an ku tenê ji kurdan re vegota.”

Weşanên Zîzê ji bo romana Sîdar Jîr a bi navê “Duşema Rengîn” li Odeya Sanayî û Ticaretê ya Amedê merasîmekê li dar xist. Gelek hezkiriyên wêjeyê û xwîndeyên Sîdar Jîr beşdarî merasîmê bûn û pirtûka wî ya nû lê pîroz kirin.

Sîdar da zanîn ku ev marasîm û kombûna hezkiriyên wêjeyê ya ji bo berhemeke edebî ji bo wî şanazî û serbilindî ye û got; “Bêguman xewna me ya di derbarê edebiyat, huner û çanda me de heman xewn e; xewna me jî ew e ku rojekê bi awayê giştî, edebiyata me jî bibe parçeyekî xweşik ê milkê edebiyata cîhanê. Bêguman ev her çiqas xewna me be jî tiştekî mimkûn e. Ji bo ev xewn pêk were hewldanên wêjevanan hene. Bûyîna milkê edebiyata cîhanê jî şertekî xwe yê sereke heye; wekî gelek tiştan divê em 'xwe' bin û bi rengê xwe tevlî wê lehiyê bibin. Ango bi gotineke din, ji xwebûnê ber bi gerdûnê ve divê em vepejilin.”

Kobanê; çîroka şerê nêz

Jîr da zanîn ku armanca wî jî ev e û mijar anî ser romana xwe “Duşema Rengîn” û got; “Wekî di gelek karan de gelek zehmetî hene, di pêvajoya nivîsandina vê romanê de ji bo min jî, wekî nivîskar û endamekî vê civakê gelek zehmetî û êş hebûn. Çimkî çîroka min dinivîsî êş bû, şer bû, mirin bû, girî û şîn bû. Çîroka şerê nêz bû. Kobanê ne çîrokek ji rêzê bû. Lê tecrubeyên min ên li welat û yên li derveyî welat ez serwext û hînî tiştekî kiribûm. Divê hêrs, kerb û nefreta dilê xwe min bida hêlekê. Çimkî nedibû min tenê ji civaka xwe re an ku tenê ji kurdan re vegota. Divê hemû dinya bi awayekî hunerî, wekî gelek berhem û romanên din ên cîhanê hay ji vê êş û çîroka me ya di dîroka nêz de, li Kobanî qewimî bihesiya. Ji ber vê yekê, divê bi sekanî, bi zimanekî ji nefretê dûr bihata nivîsîn û vegotin. Loma jî min hemû hêrs, nefret û kerba xwe ya wekî a we hemûyan, da hêlekê û ev çîrok vegot.”

Ji bo aramiya vê axê

Sîdar Jîr got ku hêviyên wî gelekî xurt û zindî ne ku ew ê di gelek waran de xewnên xwe pêk bînin, her wisa di qada edebîyatê de jî û got, “Her çîrokek mirov têde be, li ku dera cîhanê dibe qet xem nake, ew çîroka min e, ya me ye. Her wekî çîroka me û vê axê ya hemû cîhanê be… Wekî gotina dawî, bila hemû çîrokên me ji bo aramiya vê axê û vê cîhanê be.”

Piştî axaftinê Sîdar Jîr ji bo mêvanan romana xwe îmze kir.

Mijara romanê Kobanê

Duşema Rengîn tevnsaziya xwe li ser pira zirav a di navbera “Vîn” û “Evîn”ê de dihûne. Dem, dema Şerê Kobaniyê ye û Şoreş şervanekî wî şerî ye. Esmera hezkiriya Şoreş, dide ser şopa şoreşa di xeyala xwe de û Şoreşê di dilê xwe de, berê xwe dide wî aliyê sînor. 

Êdî fîncana qehweyê li ber Şoreş û Esmerê ye û ew li ber ezmûneke giran in. Loma jî Duşema Rengîn esas waryanteke modern a destana Derwêş û Edûlê ye. Lê Esmer mîna Edûlê çav li rêya Derwêş namîne; şopa Şoreş dajo, derbasî binxetê dibe, dibe şervan, ew û şoreş mil bi mil şer dikin da ku çarşemên reş veguherînin duşemên rengîn…

Tevî ku roman qala şerekî di dîroka me ya nêz de û li ber çavên me qewimî dike, Sîdar Jîr bi aramî û sekaniyeke rewşenbîrî pênûs hildaye, hemû kerb û hestiyariya xwe daniye hêlekê û bi zimanekî henûn, bi sebreke mezin û rîtmeke rewnaq metneke têrhêmayî û têredebî pêşkeşî edebiyata Kurdî kiriye.

Sîdar Jîr kî ye?

Nivîskar û çîroknivîskar Sîdar Jîr di sala 1980'yî de li Şemrexa Mêrdînê hatiye dinê. Li Zanîngeha Dîcle Fakulteya Perwerdehiyê xwendiye, li Zanîhgeha Anadolu Fakulteya Îqtîsadî Beşa têkiliyên Navneteweyî û li Zanîgeha Stenbolê Beşa Felsefeyê xwendiye. Di dema xwendekariya xwe de ligel hevalê xwe Deştî Rewşen fanzîna kurdî "Kulîlk" derxistiye. Heta niha edîtoriya rojnameya Azadiya Welat, kovarên wekî Kulîlka Ciwan, W, Rewşenê kiriye. Ji bilî van bi navê "Şemamok" û "Dergûş" demek kovarên zarokan derxist. Wî li Amedê li Akademiya Cegerxwîn di Beşa Ziman û Wêjeyê de dersên çîrok, werger û Dîroka Wêjeya Cîhanê da. Heta televîzyon hat girtin wî di Jiyan TV de bernameya "Lênûsk" amade û pêşkêş kir. Wî demekê ji bo Xwebûn quncik nivîsî, niha jî ji bo Diyarnameyê dinivîse.

Pirtûkên wî:

- Ariya Giyanên Stewr, Çîrok, 2004, Weşanên Bajar

- Dozdeh Çirk, Çîrok, 2011, Weşanên Lîs

- Nasnameya Wêjeyê, Gotar, 2015, Weşanên Lîs

- Handa, Çîrok, 2018, Weşanên Lîs

- Şerm, Roman, 2021, Weşanên Lîs

- Duşema Rengîn, 2023, Weşanîn Zîz

Wergerên wî:

- Bi kurdî hezkirinê bide min, C.Ersoz, Çîrok, 2006, Lîs

- Diyariya Sersalê, O. Henry, Çîrok, 2013, Lîs

- Mêrikê lal, Sherwood Anderson, Çîrok, 2013, Lîs

- Mishefa Reş & Bextê Reş, Amed Gokçen, Lêkolîn, 2014, İstanbul Bilgi Universitesi

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.