Kobanê got, silav li têkoşeran

Yekşem 8 Gulan 2022 - 21:39

  • Ji bo silavkirina şerê gerîla yê li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker û xwedîderketina li berxwedana xelkê Şengalê, li Kobanê meşeke girseyî hate lidarxistin.

Ji bo silavkirina şerê gerîla yê li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker û xwedîderketina li berxwedana xelkê Şengalê, li Kobanê meşeke girseyî hate lidarxistin.

Bi pêşengiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê, girseya gel li qada Jin a Azad li hev civiya û ber bi Qada Aştiyê ve meşiya.

Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û şehîdan hatin hildan, her wiha dirûşmên "Bijî berxwedana gerîla" û "Bimire xiyanet" hatin qîrîn.

Di dawiya meşê de mîtîngek hate lidarxistin û piştî deqeyeke rêzgirtinê daxuyanî hate dayin. Cîgirê Hevserokê Encûmena Zagonsaz Hisên El Şêx diyar kir ku bi saya xwîna şehîdan ew bi rengekî azad dikarin biaxivin û got, "Em wan kesên ku ji bo azadiya gelan têdikoşin silav dikin. Em dibêjin em ê her tim piştgiriya gerîlayên xwe bikin."

Hisên El Şêx ragihand ku ew her tim li ser projeya neteweya demokratîk in û wê bi ser bikevin, serketin wê ya gerîla be. 

KOBANÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.