Kobanê bi bisk û zilfên Arîn dixemile

Nûçeyên Çand/Huner

În 7 Cotmeh 2022 - 04:44

Mihrîcana şanoyê ya "Arîn Bisk û zilfên aştiyê ye" ya 2’yan li Kobanê dest pê kir. Di destpêka mihrîcanê de şanoya bi navê "Dara jiyanê" ya têkildarî berxwedana Kobanê, hat nîşandan.

Xelkê bajêr û gelek rewşenbîrên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev li mihrîcanê bûn ku li dika Navenda Çand û Huner a Baqî Xido ya Kobanê li dar ketiye. Hevseroka Desteya Çand û Huner a Herêma Firatê, Rodîn Yûsif di mihrîcanê de got, “Herî kêm em dikarin bi lidarxistina vê mihrîcanê malavahiya şehîdan bikin ku bi saya wan em îro li vir in.” Rodîn Yûsif li gotinên xwe zêde kir û got, ev mihrîcan rêya wan a yekane ye ku aliyê şanoyê bi pêş bixin û her wiha şano hewcedarî vê gavê ye.

Endamê Komîteya Amedekar a mihrîcanê Hisên Xanî, malavahiya tîmên beşdarî mihrîcanê bûne, kir. Her wiha hêvî kir ku ev mihrîcan bibe gava yekemîn a bipêşxistina şanoyê li herêmê.

 

‘Dara jiyanê’ behsa şerê li Kobanê dike

Mihrîcanê bi şanoya “Dara jiyanê” dest pê kir. Ev lîstik bi gotinên helbestvan Omîd û awazên Hisên Xanî û derhêneriya Roşîn Reşo hatiye amadekirin. Koma Koral a Navenda Çand û Huner a Baqî Xido ya Kobanê ew derxist ser dikê. Şano behsa şerê gel ê şoreşgerî dike, ew şerê ku xelkê Kobanê sala 2014`an li hember DAIŞ`ê kir, piştî ku DAIŞ´ê êrişî bajêr kir û dor lê girt.

Di şanoyê de hin adetên civakê jî tên rexnekirin. Nexasim adetên li ser jinan dihatin ferzkirin û bi taybetî jî zêhniyeta baviksalarî. Ev lîstika şanoyê her wiha behsa berxwedana jinan dike, ka  çawa çek rakirin û li hember dijmin têkoşiyan.

Roja yekem a mihrîcanê bi gotina dirûşmeyên "Berxwedan jiyan e" bi dawî bû.

Mihrîcan heta 14'ê Cotmehê dewam dike. 

ANHA/KOBANÊ

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.