Klûbên kitêban û romana science fiction

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 28 Nîsan 2021 - 09:20

  • Van çend mehên bihurî li Başûrê Kurdistanê 8 Klûbên Kitêban peyda bûn. Ev klûb derfetê didin nivîskarên ciwan ku bi awayekî bi rêkûpêk minaqeşe bikin û bi mijarên civakî re jî dakevin. 

Huda Kathem 17 salî ye. Xwendekara tibê ye di sala pêşî a zanîngehê de. Li Hewlêrê, ji bo ku klûbeke kitêban minaqeşe bike li ser kitêba wê, ew jî hazir e. Bi kelecan dibêje, "Ez fêrî gelek tiştan bûm di warê başkirina nivîsa xwe û çîrokbêjiya xwe de."
Navê kitêba wê “Barani Marg” yanî Barana Mirinê ye. Kitêb romaneke û behsa kurekî 15 salî dike yê ku mala wî xirabûye û dilê wî şikestiye û radihêje tivingê.

Van çend mehên bihurî li Başûrê Kurdistanê 8 Klûbên Kitêban peyda bûn. Ev klûb derfetê didin nivîskarên ciwan ku bi awayekî bi rêkûpêk minaqeşe bikin û bi mijarên civakî re jî dakevin. 

Romannûs Goran Sabah yek ji wan kesan e ku Klûbeke Kitêban Çileyê bihurî li Hewlêrê da destpêkirin. Goran Sabah doktoraya xwe di rojnamevaniyê de li zanîngeha Kansas a DYE'yê kiriye. Ew dibêje “Ji bo pevguherîna fikran û avakirina hesteke aîdiyetê di nava ciwanan de ev rêya herî baş e."

Ew balê dibe ser xizaniya ciwanan, bêkariya zêde dibe û muhafezekariya kokên xwe berdayî nava civakê û dibêje, “Hin ciwan ji bo ku ji vê rastiyê birevin li futbolê temaşe dikin, hin jê dixwînin û hinek jî roman û kitêban dinivîsin".
Bi ya mamosteyê Kurdî Bextiyar Farûq ê endamê Klûba Kitêban, “Ciwanên Kurd ji bo ku hêrsa xwe û êşa xwe îfade bikin, her wiha ji bo ku rastiya xwe ya dijwar ji bo kêliyekê ji bîr bikin, dixwînin."

Goran Sabah rexneyekê di warê wêjeya Kurdî de li hikûmeta Başûr digire û dibêje, sedema kêmbûna wergera wêjeya Kurdî bi zimanên din "nebûna îradeya siyasî ye. Gelek welat budceyekê vediqetînin da ku wêjeya xwe bi dinyayê bidin nasîn. Li vir heta niha tistekî wiha nebûye."

Weşanxaneya Nusyar a li Kopenhagenê pêrar hat damezrandin, ji bo wergerandina berhemên kurdî ber bi zimanên din ve niha gava diavêje.

Ew her sal sê xelatan dide nîvîskarên ciwan ên Kurd û berhemên wan werdigerîne Danîmarkî, Ingilîzî û Farsî. Damezrênerê wê Alan Pary dibêje, ev xewna wî ye ku wêjeya Kurdî bi dinyayê bide nasîn.  

Yek ji du romanên Weşanên Nusyar li ser dixebite, ya Giran Sabah e. Ew dibêje, ev yekem romana science fiction e bi Kurdî. Bûyerên wê di sala 2100'î de diqewimin. Qehremana romanê jî jineke Kurd e li Hewlêrê.

HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.