Klîpa ji bo Ocalan ‘Hekeza yeqûl Ocalan’

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 30 Çile 2023 - 03:23

Studyo Şehîd Welat xebatên kişandina klîpa straneke bi zimanê Erebî bi navê “Hekeze yeqûl Ocalan” (Ocalan wiha dibêje) didomîne. Stran dê di salvegera Komploya Navneteweyî de were belavkirin.

Xebatên kişandina klîpa strana “Hekeze Yeqûl Ocalan” di 24`ê Çile de li ser dika Navenda Çand û Huner a Tebqayê bi çavdêriya Komîteya Çand û Huner a Tebqayê û tîma kişandin û derhêneriyê ya Studoya Şehîd Welat, dest pê kiribû.

Zêdetirî 70 stranbêj û sazbend beşdarî xebatê bûne. Di koma muzîkê de jî muzîkjenên ji tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cih digirin. Hunermendên ku distrên jî Şadî Zubeydî û Yasmîn El Esker in.

Fikra stranê ya helbestvanê Ereb Ehmed El Elî yê ji navçeya Til Koçer e. Wî gotinên stranê nivisîne û pêşkêşî berpirsên Studyoya Şehîd Welat kiriye da ku awaza wê çêkin. Piştî ku stûdyoyê erê kir, dest bi xebatên girtina dîmenên klîpê kirin.

 

Hemû pêkhate xwedî li dozê derdikevin

Hunermend Delîl Mîrsaz ku çavdêriya xebatên hazirkirina klîpê dike, got, “Stran bi Erebî ye. Hunermend û helbestvanên Ereb karekî têkildarî Rêbertiyê çêkirine, ev tiştekî pirr taybet e. Ji me re destnîşan dike ku pêkateyên herêmê hemû li vê dozê xwedî derdikevin.”

Derbarê peyama stranê de Mîrsaz got, “Bi rêya huner û stranan, em dixwazin ku gelên cîhanê bizanin, serokek bi navê Abdullah Ocalan heye ku ji bo azadiya gelan fedakariyan dike. Hîna ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve di bin tecrîdeke giran de ye. Divê têkoşîna ji bo vê dozê dewam bike. Ev xebata hunerî, mîna bersivandina fedakariyên Serok ên ji bo gelê herêmê ye.”

Mîrsaz wekî din ev agahî parve kir: “Pêşandana yekemîn dê hemwextî salvegera 24`an a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan (15`ê Sibatê) be.”

ANHA/TEBQA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.