Kirmanckî li Amedê olan da

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 24 Tebax 2021 - 04:07

Hunermend Mîkaîl Aslan li Amedê konserek li dar xist û dengê stranên herêma Dersimê li Amedê olan dan. Mîkaîl Aslan bêhtir bi stranên xwe yên Kirmanckî tê naskirin.

Mîkaîl Aslan piştî Stenbolê li Amedê konser li dar xist. Mîkaîl Aslan bi organîzasyona Amîdartê li baxçeyê Zarok Ma’yê derket ser dikê. Hunermend Cem Erdost ê ji Erzînganê, bi tembûra xwe ya awazxweş bi Aslan re derket ser dikê. Bi sedan welatî beşdarî konserê bûn û gelek nivîskar û rewşenbîran jî di konserê de cihê xwe girt. Mîkaîl Aslan bi kêfxweşiya xelkê derket ser dikê û bi strana “Miraz” dest bi konserê kir. 

Mîkaîl Aslan piştî strana “Miraz” strana “Çem Vano” got. Aslan got, di vê stranê de têkiliya wî û çem heye û got, “Ev muhabeta min û ya çem e. Nexasim yên ku li gundan in, baş dizanin, di biharê de ava çeman boş dibe û rengekî xweş lê dibe. A girîng ew e ku em wî rengî biparêzin û rêzê jê re bigirin.” Aslan got, nivîskar Selîm Temo strana “Çem Vano” wergerandiye Kurmancî û ji temaşevanan re bi Kurmancî jî stran got. 

Aslan piştî navberê, rol û mîsyona Konservatuwara Aram Tîgran bi bîr xist, ya ku qeyûmê Amedê ew girt. Aslan got, her çiqas ev konservatuwar hatibe girtin jî kedkarê wê dev ji karê xwe bernedan û ji bo zarokan ev baxçe û avahî çêkirin.

Konser bi gerandina govendê ya welatiyan bi dawî bû. Dengê çepik û lîlandina welatiyan li baxçeyê Zarok ma bilind bû. n

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.