Kevnebajar û keleha Muşaşîr /Gever

Melîk AYKOÇ nivîsand —

Pêncşem 21 Cotmeh 2021 - 23:56

Ji ber keleh u kavilên bajêr li gundê Xirvatan e, jêre Keleha Xirvatan jî dibêjin. Belê Xirvat jî Kurd in, ev îddia wan e û ew ji Hekkariyê ne, lê mijara min ne ev e. Mijara min keleh û cihên dîrokî ne. Li gundê Xiravatan ya Geverê kevnebajarê Ardinî /Muşaşîr cihê herî pîroz ya Xaldî /Urartuyan heye. Key Îşpunî bi sedan car bi tevê kurê xwe Key Menuwa û dû re jî Argiştî, Ruşa tevde hatine ev der Ziyaret kirine. Li vir Perestgeheke pir kevn ji dema serweriya Gutî (Gurti /Xurti) ve maye heye, ji bo Xaldiyan jî ciheke pîroz e. Di hin daneyan de tê gotin ku di navbera Mîrîtiya Xaltan û Mannan de li ser vê cihê pîroz her û her şer derketiye. Her wiha di daneyên berdest de jî tê nivîsandin ku Sumerî jî ji vir daketine deşta Mezopotamya jêr. Her wiha Xurî û Mîtanî jî bi vir ve tê girêdan. Yanî ev navenda Zagrosan tim bi ruhê Kurdistanî bûye. Heta nivîskar û lêkolînerê dîrokê Andrew Collin di berhema xwe ya bi navê  „From the Ashes of Engels“ (Di nava ariya Ferîşteyan de) bingehê şarestanîyê bi vê navenda Kurdistanê ve girêdide. Mixabin haya me Kurdan ji vê tine.

Kavilên bajarê Muşaşîr li gundê Xirvatan a li ser rêya Xaldiyan a dîrokî ya ku ji Wanê tê û diçe Geverê, xetekê jî hetanî ber pozikê çiyayê Cîlo diçe. Ev cigeha dîrokî li rojavayê bajarê Geverê li ber çemê Avîşê ye. Li ser girê li kêleka Kavîlê vî bajarê mezin, bingehê keleheke mezin jî heye. Lê Mixabin ku ne li ser vê kelehê ne jî li ser kavilên bajarê  Muşaşîr ti lêkolineke arkeolojîk pêknehatiye. Anegorî agahiyên gihîştine ber destê min, dagirker rê jî nadin.

Bes em ji Nivîsên Sargon II. ku Serwerê Asuran bû hinek agahiyan werdigirin. Ew di sala 714 B. M. de bi hêzeke mezin li ser bajarê Muşaşîr re digire, Perestgeha Xaldî diruxîne, di lewheyek de li ser tiştên desteserkiriye jî hin agahiyan dide: Li gel gelek tiştên binirx, peykerek conega û yeka golike yên ku Kurê serwer Sardur I. Îşpunî weke diyarî dabû Peretgehê  yên ji bronzê hene. Li bajarê „Dur Sargon“ ya Asûran de rolyefeke di forma gravuran de Perestgeha Xaldî ya Muşaşîr û bajarê li dorê heye. Di nava bajêr de xaniyên çarnişk û sênişkên çend qat hene. Tişta herî girîng jî cara yekem banê îro jî wek Sênîşk tê bikaranîn li ser wan baniyan hene. Yanî bajarekî anegorî wê serdemê gelek nûjen bûye. Li gel wê di nava tabletên Asûran de nivîsên rewşa bajarê Muşaşîr vedinivîsîne gelek in. Dibe bingehê hin çîrokan ji ji vî bajarê Xaldiyan hatibe.

Li Kelaşîn û Topizava yên li nêzîkê Bajarê Muşaşîr li ser du Stêllên mezin bi zimanê Xaldiyan bi aliyê Îşpunî û Menuwa ve bi nivîsê mixî hatiye nivîsandin. Agahiyên herî têr yên li ser van herdu stêllan hatin xwendin, bi dest ketiye. Her wiha li Li nêzîkê Gundê Gagevran peykerê Beranan li ser goran hatiye dîtin. Lê ev ne ji dema Pezkelan (Karakoyunlar) Ev ji dema Xaldiyan ve maye. Dibe Pezkelan jî ji vir çûbin.

Li zozanê Tirşîn a Geverê hin avahiyên li ser zinarên bilind weke birc hatine lêkirin hene. Mixabin ka ev di serdema Xaldiyan yan jî berê wan hatine lêkirin, nayê zanîn. Lê zanyarên lê nêrîne di wê baweriyê de ne ku ev der ji bo parastina zozanvanan û berê êrişên Asûran agahîdayînê ne. Yanî gelê me li vir tim xwe parastine.

Li ser zinarên girên bi navê „Ciyê Handev-adê ya li geliyê Geveroka li ber singê çiyayê Cîlo bi berziya 4135 metreyî de bi hezaran sal berê Mîladê ango di dema Neolotik de ji hezarî zêdetir, wêne û rolyef li ser zinaran bi mûrce hatine xêzkirin. Mixabin ta niha li ser wan jî lêkolînên arkeolojîk nehatine kirin. Ne tenê ew, ji her dere Geverê berhemên dîrokî dipijiqe mixabin ku wisa mane. Her wiha ji sedsala 11. piştê Mîladê li geliyê Deravê di baxiran de Kîlîse hatind kolandin. Li ser dîwarên kiliseyan wêneyê Îsa û çîrokên li ser wî bi freskoyan hatine neqişandin. Tev de hêjayê dîtinêne.

Li parêzgeha Hekarî gelek kelehên ji serdemê berê Xaldiyan û dema Xaldiyan mane jî hene. Mixabin li ser yekî jî lêkolînên arkeolojîk pêknehatine. Ji ber wê ez ê tenê navê wan û cihên lê ne bidim.

Keleha Qesr-î Heftgayan; li Navçeya Çal (Çukurca) li newala bi navê „Sîdan“ li berpalê wê yê başûr li ser zinarên bilind hatiye avakirin.

Bes nayê zanîn ji kengê ve maye. Dibe ji Kardakan jî mabe. Kelhek jî „Keleha Mîr“ e. Yan jî Keleha Colemêrgê. Li ser zinarekî ji nava bajêr 200 metre bilintir hatiye lêkirin.

„Keleha Began“ 8 km. Durê bajarê Colemêrgê ye. Li ser girkî zinarînê 2000 metre binlind e. Di serdema hesin ya navînde hatiye lêkirin û keleheke Xaldî/ Urartuyan e.

Mixabin agahiyên berdest yên li ser van kelehan ev in. Hetanî keleheke din bimînin di nava xweşiyê de.

parvê bike

Melîk AYKOÇ

Nivîsên Melîk AYKOÇ

Keleha Argûnê
18 teşrînê

Li ser Îdir/Egîda
11 teşrînê

Kavilên Mendekê
4 teşrînê

Keleha Sarê
7 cotmeh

Keleha Haremî
30 îlonê

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.