Ketin aloziya parçebûnê

Şemî 18 Sibat 2023 - 02:27

Li Îranê 20 sendîka û rêxistinên sivîl, piştgirî da berxwedana bi dirûşmeya ‘Jin, jiyan, azadî.’’ Di danezana hevpar de îşaret bi rizgarbûna ji koletiyê û zilmê hate kirin.

Raperîna piştî qetlkirina Jîna Amînî ku destpêkir, sîstema Îranê dihejîne. 20 sendîka û rêxistinên sivîl, daxuyaniyeke hevpar dan û destnîşan kirin ku sîstem bi krîza heyî ber bi parçebûnê diçe. Sendîkayan gotin;’’Di salvegera 44’an a Şoreşa 1979’an de, binesaziya aborî, siyasî û civakî, di çarçoveya binesaziya siyasî ya heyî de, ketiye nava krîzê û aloziya parçebûnê ya dawiya wê nayê zanîn.’’ Di danezanê de, sendîkayan û rêxistinan wiha gotin;’’Tevgera protestoyê ya dawî, armanc dike, ji jor heta jêr, dawî li damezirandina hercure otorîteyê bîne û li ser bingeha rizgarkirina xelkê Îranê ji hercure bê edaletê, cihêkarî, koletî, zilmê û dîktatoriyê, bibe destpêka şoreşeke civakî, modern û mirovî.’’

 

Gelek sendîka û rêxistinan îmze kir

Sendîkayan destnîşan kirin ku ew li dijî dijminahiya jinan û cinsiyetperestiyê ne, li dijî bê baweriya aborî, kolekirina hêza kedê, xizanî û sefaletê ne, li dijî zexta çînî, netewî û serîtewandina olî ne. 

Di danezanê de îmzeya Sendîkaya Karkerên Şirketên Millî, Sendîkaya Mamosteyan, Sendîkaya Xwendevanan, Sendîkaya Teqawîdbûyiyan, Navenda Parêzvanên Mafê Mirovan, Komîteya Koordînasyona Karkerên Şirketên Petrolê, Sendîkaya Karkerên Azad û Komîteya Koordînasyona Yekîneyên Cotkaran heye. 

 

Wekheviya jin û mêran qebûl bikin

Di danezanê de herwiha herî kêm 12 daxwazên ku weke daxwaza tevgera protestoyan têne pênasekirin, tên kirin. Ev daxwaz wiha ne;’’Bê şert û merc berdana hemû girtiyan, azadiya bawerî, raman, hizirandin, çapemenî, partî û sendîkayan, tavilê rakirina cezayên ku heta digîhê darvekirinê, tavilê ragihandina wekheviya bi temamî ya di navbera jin û mêran de, garantîkirina ewlekariya kar, jiholêrakirina amûrên zextê û xwetêkilnekirina olê ya qanûnan.’’

 

Dawî li talanê û karkeriya zarokan bînin

Di danezanê de herwiha banga li gel bidawîkirina texrîbata hawîrdorê, desteserkirina serwetê kesên ku pereyên gel talan dikin, asayîkirina têkîliyên derve, pêşîgirtina li karkeriya zarokan, garantîkirina rewşa jiyan û perwerdeyê jî hate kirin. 

Li aliyê din ji bo tevahî xelkê Îranê, banga ‘’Bilindkirina Ala’’van daxwazan ku weke daxwazên hemû sendîka û rêxistinên îmzeya xwe danîne bin danezanê hatine pênasekirin, hate kirin. Sendîkayan destnîşan kirin ku ev destûrnameya ku xwe dispêre yekîtiya daxwazên tevgeran û civakê û dilsoziya bi hev re, ji bo dawî li rewşa dijmirovî û xerab a heyî bîne, li ser tekoşînê radiweste. 

Koma Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê bi raporekê ragihand ku di 6 mehên ewil ên serhildanê de 529 kes hatine kuştin. Li gorî raporê, di 6 mehên borî de 71 jê zarok, herî kêm 529 xwepêşander ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine qetilkirin. Her wiha 19 hezar û 763 kes hatine girtin û li 14 hezar û 698 kesan jî cezayê girtîgehê hatiye birîn. Her wiha hat diyarkirin ku li 164 parêzgeh û 144 zanîngehan xwepêşandan hatine lidarxistin. Di berdewamiya raporê de hat diyarkirin ku 4 çalakvan hatiye darvekirin û 107 kes bi xetereya darvekirinê re rû bi rû ne. 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.