Kes nikare koka me hilîne!

Nûçeyên Çand/Huner

În 17 Îlon 2021 - 01:17

  • Ne tenê çanda me ye, ev çanda jinên Kurd e jî em bi hev re xwedî lê derdikevin. Ji ber ku em ji berê ve bi hev re dijîn, vê yekê bandor li cil û bergên me jî kiriye. Çandeke me ya hevpar heye.

SORGUL ŞÊXO / JINHA/HESEKÊ

Jinên Ereb, nexasim yên navsere, karibûn çanda xwe ya cil û bergên gelêrî biparêzin. Ji berê ve jinên Ereb di çêbûna bûyereke bi êş yan xemgîniyekê de, cilên reş ku ji kiras û hebarî pêk dihat, li xwe dikirin. Hinek dayikan jî di dilê xwe de sond dixwar ku heta mirinê li xwe bikin. Cilûbergên Ereban jî ji kiras ango zibûn û hebarî pêk tên. Cemîla Hatim a ji Til Temir a Kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, 65 salî ye. Ew heta vê kêliyê jî xwedî li cil û bergên xwe yên gelerî derdikeve. Di heman wextê de jî Cemîla jineke dengbêj e û dengê wê yê zelal ê ji nava dilê wê, wekî zingil e. 

Her qermîçonk bi dehan serpêhatî ne

Cemîla bi hesreta rojên berê dibêje, “Me ji çinîn û berhevkirina pembo û dagirtina bendekan dest pê kiriye, heta palehiya genim bi dasan, xwedîkirina pez, çêlek û mirîşk û gelek karên gundan û li nava erdan me dikirin û em bi westana xwe jî nedihesiyan. Berê û niha jî ez barê xwe navêjim ser kesî, her ez barê xwe hildigirim û xwedî li xwe derdikevim û ti carî hêza xwe ji zilamî nagirim. Ji ber ku niha jin di her warî de pêşengiyê ji civakê re dikin. Jin nifşan hemûyan perwerde dikin û aboriya civakê birêkûpêk dabeş dikin, pergala parastinê ava dikin. Hûn van qermîçonkên rûyê min dibînin? Ev keda dehan salan e. Ev qermîçonk şahidiya gelek êş, azar, ked û têkoşîna min dikin. Her qermîçonk, bi dehan serpêhatiyên veşartî, nexasim ên xizaniyê û şerî dibêjin.”

Hebarî çanda jinên Kurd e jî

Cemîla behsa cil û bergên gelerî yên jinên Ereb dike: “Her netewe bi cil û bergên xwe yên gelerî tê nasîn. Jinên Ereb jî bi kiras ango zibûn û hibriya li dora serê xwe, tên nasîn. Ev çand heta niha heye, lê nifşên nû, kêm xwedî li vê çandê derdikevin û modeya kapîtalîzmê bandorê li wan dike. Berê şermeke pirr mezin bû ku jin bêyî zibûn li bejna xwe bikin û hibriyê bidin serê xwe, derkevin derve. Ne tenê çanda me ye, ev çanda jinên Kurd e jî em bi hev re xwedî li vê çandê derdikevin. Ji ber ku em ji berê ve li herêmê bi hev re dijîn, vê yekê bandor li ser cil û bergên me jî kiriye. Çandeke me ya hevpar a cilûberg, amûr û tiştên din heye.”
‘Va ye, ya şawî hat’

Cemîla behsa çûyîna xwe ya ber bi Lubnan, Humis û Tertûsê ve dike û dibêje: “Ez berî niha çûm Lubnanê, zêdetirî 10 salan li wir mam û em li wir dixebitîn. Li wir min cilên xwe neguherînç Çawa ez rêzê ji cilên wan re digirim, divê ew jî rêzê ji çanda min re bigirin. Dixwestin ev çebonekî dirêj û kenzeyekî bi ser de li xwe bikim û wiha derkevim, lê min ev qebûl nedikir. Ji ber wê gotinên sivik ji min re digotin, carê digotin ‘Va ye, ya şawî hat.’ Şawî jî bi maneya, ya ji dinyayê tiştekî fêm nake ye. Tevî ku ez li Humis û Tertûsê jî mam, min cil û bergên xwe yên gelerî neguherandin û rojekê jî ji wan dûr neketim.”

Dengê bilûra wê li çiyan bilind dibû

Cemîla di heman wextê de jineke dengbêj e: “Di civaka Ereb de, dengbêjî li pêş e, ji zarokan heta kal û pîran. Hemû xwedî dengê zêrîn in.

Dema ku ez 20 salî bûm, her li ser çiya û li newalan bûm, min pezê mala dayika xwe diçêrand û şivantî dikir. Hingê min ji bedewiya çiyayan û xwezayê îlham digirt û li bilûrê dixist. Dengê bilûrê bi bilindbûna çiyayan re dibû yek û kela dilş min pirr xweş radikir. Nexasim biharê, di nava xwezaya bedew de û dengê bilûrê, tiştekî pirr cuda derdiket holê.”

Cemîla di dawiyê de jî dibêje, “Şer li ser me bê ferzkirin jî, em ê li ber xwe bidin. Em xwedî ruh in û ruhê me bi axa me re bûye yek û kes nikare koka me hilîne. Em ê xwedî li çand û zimanê xwe derkevin û mayinde bihêlin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.