‘Kêrên min mû dibirrin’

Nûçeyên Çand/Huner

În 8 Tîrmeh 2022 - 22:06

  • Hosta Azad (Azad Nadir) li dikana xwe ya Koyê a piçûk ev 30 sal in kêran tûj dike. Ew tenê kêran tûj nake, her wiha ew kêran jî çêdike.

Hosta Azad (Azad Nadir) li dikana xwe ya Koyê a piçûk ev 30 sal in kêran tûj dike. Ew tenê kêran tûj nake, her wiha ew kêran jî çêdike. Ji bajarên din gelek kes tên cem wî kêrên xwe çêdikin yan jî tûj dikin. 

Hosta Azad 63 salî ye. Wî nîvê temenê xwe bi vî pîşeyî derbas kiriye. Derbarê karê xwe de Hosta Azad dibîje, “Ji bilî tûjkirina kêran, ez kêran çêdikim û yekê ji wan bi 15 hezar dînaran difiroşim. Her cûrêyê kêran jî li cem min heye. Lê xwesteka li ser kêrên Brezîlî zêde ye.”

Bi kosere û hêsanê tûj dike

Hosta Azad dide zanîn ku ew ji karê xwe hez dike û roja xwe bi vî karî dibihurîne. Hosta Azad got, “Ev kar jî zanîn jêre divê, dema tu jê fêhm nekî, dê kêrên xerab çêbin. Ez wan bi kosere û hêsanê tûj dikim. Ji bo tûjkirina her kêrekê deh deqe hewce ye. Ez destpêkê kêrê li kosere dixim û pişt re jî bi hêsanek hilû tûj dikim. Kêrên ez çêdikim dikarin mû bibirrin.”

Hosta Azad di dawiyê de dibêje, “Niha ji ber ku em nêzî cejna qurbanê bûne, rojane zêdetirî sed kesî ji bo kirrîna kêran û tûjkirina kêran ji hemû beşên civakê tên cem min. Nexasim jî qesab gelek tên cem min.”

Ji pirraniya bajarokên ser bi Ranyayê, Şeqlawe û cihên din jî gelek kes ji bo tûjkirina kêran diçin cem Hosta Azad. 

ROJNEWS/KOYE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.