Kemaçe keçeke Kurd e

Nûçeyên Çand/Huner

În 26 Hezîran 2020 - 14:46

  • Şehriyar Cemşîdî albûma xwe ya dawî My Sunset-Land: Rojava diyarî jinên Kurd kiriye. Ji bo strana yekê ya di vê albûmê de ew dibêje: “Ji bo yad û bibîranîna Viyan Peyman e. Wê her tişt bi cih hişt û şerê DAIŞ’ê kir. Wê jiyana xwe ji bo Kurdistanê ji bo jinên dinyayê, ji bo jinên Rojhilata Navîn feda kir.”

LUQMAN GULDIVÊ

Kemaçejen Şehriyar Cemşîdî îro li Kanadayê dimîne, belê ew ji Kirmaşana Rojhilatê Kurdistanê ye. Wî serpêhatiya xwe ya muzîkê li Kurdistanê dest pê kir, bi gotina wî, “tozekê li tembûrê jî dida” lê wî wisa hîs kir ku lazim e hînî lêxistina amûra kemaçê bibe. Ji wir rêwîtiya wî ya kemaçejeniyê dest pê kir û herî dawî jî ji bo jinên Kurd û têkoşîna wan, bi navê “My Sunset-Land: Rojava” albûmek hazir kir. Ew dibêje, ew vê albûmê diyarî jinên Kurd hemûyan dike, lê nexasim jî jinên Şengalê. Em bi Şehriyar re li ser serpêhatiya wî ya şexsî, ya muzîkê û her wiha hewldanên wî yên ji bo muzîka Kurdî û berhemên wî peyivîn.

Miradê Kinê gelekî pispor e
Li ser pirsa ka kengî guhên wî aşînayî dengê kemaçê bûne, ew dibêje, “Gava ez hîna zarok bûm, her şev, çar-pênc salî, min guh dida radyoyên Kurdî; ya Bexda ya Zaxo. Bi min wa ye, bi wê ez bûm nasê dengê kemançeyê.” Ew navê Muctebayî Mîrzade weke kesê tesîr lê kirî hil dide. Lê belê kemaçejenê navdar ê Îranî Esqerî Beharî jî tesîr li wî kiriye. Piştî herdu kemaçejenan, ew behsa kemaçeya Torê jî dike: “Paşê jî kemaçeya sê têl ya bakurê Kurdistanê tê. Ev çîroka dilketina min a kemançê ye. Min demeke dirêj li ser youtube guh da kemaça Miradê Kinê. Hunerê wî gelekî bilind e. Gelekî behremend û pispor e.” Ew bi bîr dixe ku li Loristanê jî kemaçeyeke sê têlî hebûye bi navê “tal”: “Lê belê ev kemaçe niha bûye çar têl.”
Lê ya ku nemaye, ne tenê kemaça sê têl “tal” e. Ew dibêje, şerbêjiya caran li Kirmaşan heyî jî êdî nemaye. Ew dibêje, “Hikûmeta navendî naxwaze muzîka gelan hebe, ew dixwaze tenê yek muzîka milî hebe. Hikûmetê nedixwest muzîkên neteweyên din hebin. Jixwe, heta deh salan piştî 1978’an muzîk qededexe bû. Îro jî heqê jinan nîne stranan bibêjin.”

Ji Kamkaran fêr bûye
Axir ew du salan diçe ber destê kemanjenê hoste Mehmûdî Meratî. Mehmûdî Meratî serpereştê orkestraya Kurdî ya televizyona Kirmanşanê bû. Wî her wiha dizanî li Kemançê jî bixe. Piştî wê Şehriyar diçe Tehranê, da ku li zanîngehê bixwîne. Li wir li zanîngehê li ber destê Ardeşîr Kamkar û Muctebayî Mîrzade fêr dibe.
Di serdema xwendin û mana xwe ya li Tehranê de ew tîne bîra xwe ku “Hingê ji sedî 50’ê muzîkjenên aktîf ên muzîka Îranî li Tehranê Kurd bûn. Li zanîngehê jî nîvê xwendekarên muzîkê jî Kurd bûn. Li Tehranê mamosteyên min Ardeşîr Kamkar û mamoste Hoşeng Kamkar bûn. Muctebayî Mîrzade jî Kurd bû ji Kirmanşanê bû. Cihê wî divê di muzîka Kurdî de bi bîr bixim.”
Piştî ku sala 2003’yê wî Koma Dîlanê damezrand. Ji 2004 ta 2007’an jî wî çendek konser dan, lê paşê, rejîma Îranê êdî destûr neda: “Ji ber wê ji sala 2007’an ta sala 2012’an bi îşê ser dikê nedikir, konserên min çênedibûn. Destûr nedidan, cêwaz ne didan ji bo konseran. Ez her li mal bûm. Ji bo her konserê divê mirov destûrê wergire. Hê beriya konserê divê gotinên stranan ji wan re bên gotin. Heger qebûl nekin, mirov nikare wê stranê li ser dikê pêşkêş bike. Muzîka Kurdî jî hemû bi gotinên xwe heye, dîrok e, şiir e. Îcaze nedidan.”
Lê paşê, gava li Kanadayê bi cih jî dibe, ew dev ji navê koma xwe bernade: “Gava bi kesekî din re derkevim ser dikê hê jî navê Koma Dîlan bi kar tînim, lê mixabin, endamên komê hemû li Îranê ne. Ez hez dikim navê wê hildim. Di nava komê de sê goranîbêjên jin û yekî mêr hebû. Di nava muzîkjenan de jî jin hebûn. Lê îro ji bo jinan muzîkkirin pirr zehmet e, qedexe ye.”

Duoyek ji bo kemançe û celloyê
Pêkhatina koma duo ya Kemancello jî min ji Şehriyar pirsî: “Sala 2015’an li bajarê Kanadayê Montrealê, festîvaleke bi navê Festival du Monde Arabe de Montréal (Festîvala Dinya Ereb a Montrealê) hebû. Ez û Raphael Weinroth-Browne jî beşdar bûn. Lê navê koma me nebû. Wan navê Kemancello li me kir. Paşê jî me ew nav ji bo xwe hilbijart. Lê cara pêşî wan ev nav li me kir.” Ew ji bilî sêbereyên albumên Kemancello ku ya yekê 2017’an derçû, ya diduyê 2019’an û ya sisiyê wê Tîrmehê derbiçe, gelekî qîmet dide bi konsera xwe ya li bajarê Windorê Kanadayê. Ev konsera Gulana par tevî Orkestraya Harmony a Windsorê hat dayîn. Li vir berhema bi navê Convergence (nêzîkîlihevkirin, gihiştina hev) pêşkêş dikin. Pirraniya berheman ên Şehriyar Cemşîdî ne û hinek jî yên Kemancello ne.
Li ser berhemên xwe yên di Convergence de ew dibêje, “Pala Bîdar şairekî pirr jêhatî bû. Wî edebê Kurdî li Silêmanî xwendibû. Navê wî yê şairiyê Pala Bîdar e, navê wî yê medenî Ferîborz Raûfî ye, lê niha nizanim li Îranê çi dike. Hêvîdar im hê jî sax be. Ev berhemeke pirr teknîkî bû. Min sala 1998’an ev berhem tomar kiribû. Lê belê par orkestraya Windsor peywendî bi min re danî. Mijara wan muzîka rojhilat bû û ji bo me jî teqrîben 20 deqîqe hatibû veqetandin: “2 berhemên dirêj û didu jî împrovîzasyon, bi Kurdî em dikarin jê re bibêjin pêşkêşkirina rastexo. Armanca me ew bû ku em vê berhemê li gel orkestra tomar jî bikin. Lê ji ber krîza koronayê hê me tomar nekiriye. Ya rastî gelekî bi dilê min e biçim Kurdistanê û li gel orkestraya Kurdistanê jî vê berhemê pêşkêş bikim.”

Muzîka akademîk ji me re ferz e
Şehriyar Cemşîdî dibêje, li Kurdistanê gelekî lazim e ku muzîk akademîk bibe: “Pêwîstiya me bi muzîka akademîk gelek e. Kurd divê dersan bixwînin. Muzîkê bi şêwazê akademîk fêr bibin. Min gelekî dîtiye ku stranên Kurdî bûne Tirkî, yên Erebî bûne Farisî. Ji ber ku muzîkjenên me yên akademîk kêm in. Heger Kurd bêhtirê muzîkê ji bo xwe bijenin, bawerî pê nayê. Ev ji bo hunerê kevin gelekî muhim e, ji ber ku em vê nekin, ew ê ji bîr biçe. Divê em nota bikin, binivîsin. Divê konservatuwar ji bo muzîka Kurdî hebin.”
Di dawiyê de Şehriyar dibêje, zimanê Kurdî ji bo hunermendên Kurd divê gelekî girîng be. Bi ya wî hunermendên baş gelek in, lê divê hunermend di heman demê de civakî jî bin. Şehriyar fikra xwe ya ji bo Kurmanciyê jî wiha îfade kir: “Hunermendên Kurd ên bi Kurmancî muzîkê dikin hemû baş in. Kurmancî weke şiirê ye. Di nava jinan de pirr hez ji Aynûr dikim. Dengê Diyar Dêrsimê gelekî bi min xweş e. Gava li Îranê bûm, min her lê dihisand. Lê ji dengbêjan bêhtir hez dikim, weke Garapêtê Xaço. Dengbêjî weke dengê kemaçeyê. Dengbêjî bi rastî muzîka Kurdî ye.”

Berga albuma Şehriyar Cemşîdî

Albûmek ji bo jinên Kurd

Serpêhatiya albûma My Sunset-Land: Rojava (Welatê min ê roj lê diçe ava: Rojava) nû nîne, Şehriyar dibêje, hema çawa DAIŞ’ê êriş kir, wî dest bi çêkirina muzîkê kiriye ji beriya bi 6 salan ve: “Tevahiya bîr û boçûna min a li ser vê berhemê, bibîranîna jinên Kurd bû, li seranserê Kurdistanê. Ji ber ku li Kurdistanê dewra jinan gelek e. Heta ku civak li gundan bû, kêşe kêm bû, lê li bajaran jin êdî bindest bû. Ew timî piştî mêr dihat. Pirsgirêk gelek bûn, kuştina jinan û gelek tiştên din. Sala 2012, weke muzîkjen min got, edî wext e ku behsa jinê bikim. Di albûmê de 9 track hene, berhema yekê û ya nehê taybet ji bo jinan in. Berhema yekê ji bo yad û bibîranîna Viyan Peyman e. Ew şêrejinek e, wê her tişt bi cih hişt û şerê DAIŞ’ê kir. Wê jiyana xwe ji bo Kurdistanê feda kir. Vê bûyerê jiyana min têk bir. Wê ji bo Kurdistanê, ji bo jinên dinyayê, ji bo jinên Rojhilata Navîn feda kir. Muzîk ji bo jiyana yek kesî ye, ku zarok e, mezin dibe, ciwan dibe, şer dike. Ev berhemeke ji bo koma kemançê ye.
Berhemê dawiyê yê nehan berhemeke ji bo komeke kemançê ye. Navê wê Firmêskên Şengalê (Tears of Shengal) ye. Ev ji bo jinên Şengalê ye. Ji bo min erk bû ku ez bibêjim, li Kurdistanê şer heye, lê di heman demê de pirraniya Kurdistanê şiir, muzîk e. Erka min e ku behsa hunerê Kurdî bikim. CD hemû înstrumental e û kemançe ye. Çiroka vê berhemê ez bibêjim; Kemaçe navê keçeke Kurd e ku li ser sînor seferê dike. Her şev gava bi xew ve diçe, goraniyek ji dayik dibe. Yanî her roj berhemeke muzîkê saz dibe.”
Berga vê albûmê jî Zehra Dogan çêkiriye. Şehriyar dibêje, “Wê gelekî alîkarî bi min re kir. Hêviya min a dawî ew e ku karibim alîkariya bi Şengalê re bikim.”

Dahat ji bo Êzîdiyên Şengalê
Şehriyar Cemşîdî wê qismekî ji dahata albûmê ji bo Şengalê bibexşîne. Heger çi niha û çi piştî koronayê CD bên firotin, ew ê beşa ku veqetandiye her bigihîne Şengalê. Li ser meseleyê ew dibêje, “Ez dikarim CD’yên li cem xwe bi buhayê 6-7 hezar dolarî binihêrim. Yanî plana min ew e ku pirraniya dahata CD’yê ji Şengalê re biçe. Heger konser dest pê bikin, ez ê karibim bi xwe CD’yan bifiroşim û wê alîkariyê jî bidim. Lê gava kesek CD’yê bikire, bila zanibe, ew pere tenê bi CD’yê nade, ev alîkariya dike bi jinên Êzîdî yên Şengalê re.” Wî her wiha got, ew ê gelekî xweşhal be, heger rêxistinên jinan ên Şengalê pê re peywendiyê daynin li ser mijarê.

Kesên ku hez dikin dikarin CD’yê piştî ku şîfreyek ji Şehriyar Cemşîdî peyda kirin, ji lînka li jêr bikirin û alîkariyê bi jinên Şengalê re bikin:
https://shahriyarjamshidi.bandcamp.com/yum

Wekî din bi rêya e-peyamekê jî hûn dikarin li ser meseleyê peywendiyê li ser malpera wî pê re daynin:
https://shahriyarjamshidi.com/contact/

Serpêhatiya Gulî Zerd

Şehriyar Cemşîdî sala 2014’an albûma Gulî Zerd derxist. Tê de pirraniya gotinan bijarteyeke ji şiirên Ebdula Peşêw e, wekî din jî şiirên Pîremêrd û Hejarî Mukriyanî hatine bikaranîn. Albûma Gulî Zerd diyarî xelkê Kobanê hatiye kirin. Hunermend dixwest vî karî serê pêşî sala 2012’an biqedîne, muzîkê jî tomar dike. Pirsgirêka derçûn û belavkirinê ew wiha rave dike: ”Hevalan alîkarî bi min re kir da ku ez destûrê wergirim. Piştî ku bi xêra peywendiyan min destûr wergirt, albûm li Îranê hat çap kirin. Tevahiya mesrefên wê jî min dan. Lê mixabin, wê salê DAIŞ’ê êriş bire ser Kurdistanê, ji ber wê min nekarî yek CD’ya bi tenê jî binihêrim Kurdistanê. Ev pirsgirêkeke mezin e. Li ser înternetê heye, lê weke CD neçûye Kurdistanê. Kesî jî lê nepirsî, helbet deng weke MP3 heye. Niha 300 CD li cem min in di qaqilkên xwe de.”

Şehriyar Cemşîdî kî ye?

Şehriyar Cemşîdî (Shahriyar Jamshidi) sala 1971’ê li bajarê Rojhilatê Kurdistanê Kirmaşanê hatiye dinê. Di encama şoreş û dijşoreşa li Îranê ya 1978’an wî hîna nû gava bû 17 salî karî dest bi perwerdeya muzîkê bike.
Projeyên wî yên sereke ev in:
Elwenatî (2004), projeyeke muzîka gelêrî ya Kurd e. Di vê kasetê de wî stranên dengbêjê Kurd “Yedullah Rehmanî” bijartin, û orkestrayeke Kurdî ya gelêrî jî muzîk jenî.
Albûma wî ya din bi navê Banga Çiyê 2008’an derçû. Ev albûma hanê şexsî, bêyî destûreke fermî hat weşandin. Têde li gel kemançê dengê defê heye.
Albuma wî ya 2014’an bi navê Gulî Zerd (A Yellow Flower), albûm ji bo vokal û koma kemançeyê hat aranjekirin.
Albûma yekê ya Kamancello sala 2017’an derket, înstrumental û bi muzîka lihevanînê hatiye çêkirin. Albuma Kamancello II: Voyage (sefera deryayî) sala 2019’an derçû. Ji ber ku weke sêbere hatiye amadekirin, niha jî haziriyên albuma sisiyan dewam dikin û Tîrmeha li pêşiya me wê bê belavkirin.
Lorîka Koçerekê (The Lullaby of a Nomad) navê albûma wi ya kemançê ya solo ye ku sala 2018’an derçû.
Albûna wî ya herî dawî My Sunset-Land: Rojava bû ku îsal derxist.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.