‘Kelepûra me nîşana berxwedanê ye’

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 30 Çile 2023 - 16:49

Koma Pargîn klîpeke bi navê “Cerr” li ser hesabê xwe yê youtube parve kir. Em jê re klîp bibêjin jî, esas ew muzîkaleke tekûz a kurt bû. Yanî bi senaryoya wê, performansa hatiye amadekirin bi temamî çîrokeke muzîkalekê ne.

Ev Klîp-Muzîkala nû ya Pargînê bi van gotinan dest pê dike; “Dagirkerên hov bi sedên salan li ser xaka me gel dorpêç dikin, hevkarên wan jî xiyaneta wan li dar e. Gelê resen her li ber xwe didin, kelepûra me nîşana berxwedana me ye.”

Dema me ev nûçe hazir kir 12 hezar kesan li klîpê temaşe kiribû.

Koma Pargînê sala 2020’an weke Saziya Lêkolîn û Parastina Rêûresmên Rojavayê Kurdistanê a ser bi Desteya Çand û Huner, hat avakirin.

“Pargîn” gotineke Koçeran e, tê maneya “kolana li dora kon”.  Ev kolan parastina ji baran û dirindeyan dike. Ji bo parastin û lêkolîna çanda gelêrî ev nav li saziyê hatiye kirin.

Ji bo temaşekirina li klîpê bitikînin ser vê nivîsê.

QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.