Kelemçekirin û berdan

Çarşem 12 Çile 2022 - 22:54

  • Hêzên Îtlaetê yên rejîma Îranê, aktîvîsta Kurd a ji Sinê, Kejal Nesrî berda lê bi şertê ku kelemçeya elektronîk pê ve bike. 

Hêzên Îtlaetê yên rejîma Îranê, aktîvîsta Kurd a ji Sinê, Kejal Nesrî berda lê bi şertê ku kelemçeya elektronîk pê ve bike. 

Li gorî Tevna Mafê Mirovan a Kurdistanê doh radigihand, rayedarên Îtlaetê li bajarê Rojhilatê kurdistanê Sineyê 10´ê Çile aktîvîsta mafên medenî Kejal Nesrî berdaye, lê wan kelemçeya elektronîk li wê xistiye û lê belê, vegera gundê wê jî lê qedexe kiriye. 

Ji bo berdana Kejal Nesriyê 100 milyon toman (qederê 4 hezar dolarî) kefalet hatiye dayîn. 

Piştî ku dayika wê li ber avahiya Îtlaetê ya li Sine kete greva birçîbûnê bi du rojan, Îtlaetê 10´ê Çile Kejal Nesrî demkî berda.

Îtaletê 12´ê Kanûna bihurî Kejal Nesrî li gundê Tengî Ser ê Sine girtibû û biribû avahiya Îtlaetê ya li Sinê.

Hê jî nehatiye eşkerekirin ka Kejal Nesrî bi çi tê tohmetbarkirin.

SINE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.