Keleha Şoşikê

Melîk AYKOÇ nivîsand —

Pêncşem 9 Hezîran 2022 - 22:12

  • Ev keleha li gundê Şoşikê keleheke gelek bi nav û deng e. Li tevahiya parêzgeha Agiriyê û parêzgehên hawîrdorê tê nasîn.

Ev keleha li gundê Şoşikê keleheke gelek bi nav û deng e. Li tevahiya parêzgeha Agiriyê û parêzgehên hawîrdorê tê nasîn. Tirkan navê gundê Şoşikê guheriye û kiriye Karlica, lê xuya ye, nekanîne navê kelehê biguherînin. Navê kelehê Şoşik maye. Keleh li ser şaxekî çiyayê Şoşikê ye yê ku dewama çiyayê Eledaxê ye. Her wiha derdora vî çîyayî jî wekî Eledaxê zozan in. Gundê Şoşik, bi qasê 30 kîlometriyan li çengê başûrrojhilatê Hewranê /Xamurê ye.

Dibe hê were bîra we, xwînerên Polîtîka Azad, me di nava kelahên Wanê de behsa keleha Kok Axayê Êzdî kiribû. Piştî komkujiyên Êzdiyên Serhedê, ji nevîyên Kok Axayê Êzdî, Çeto bi çend malan ve direvin û tên li vir di nava şaxên çiyayê Şoşikê de bi cih dibin. Ji wan malan, eşîrek pêk tê, jê re eşîra Mala Çeto û Çetoyî dibêjin. Her çendî di xuyana fermiyetê de Îslam jî were pênasekirin, ew hê jî ananeyên xwe yên êzdayetiyê bê kêmasî diparêzin.

Keleh li ser baxireke zinarîn ê asê ye. Ev baxir wek sûreke lêkirî bi qasê 300-400 metreyî ji zemîna gund bilind dibe. Mirov tenê  dikane ji aliyê wê yê başûrêrojhilat ve ku digihîje şaxê çiyayê Şoşik derkeve ser kelehê. Li vir, weke hemû kelehên Xaldî / Urartuyan di zinar de derî hatiye kolan, lê gelek derence hene. Mirov dikane bi wan derenceyan ve hilkişe û derkeve nava kelehê. Mixabin ku sûrên li dor kelehê tev de ruxiyane. Cihê hîmên wan sûran hê jî di zinarê kewke de xuya dikin. Bes keleha hundirîn, ya herî kevn bi mezinahiya 10 X 20 hê bi pirranî li pê ye. Li rojhilatê kelehê birceke mezin a avê, her wiha li başûrrojavayê wê jî birceke avê heye. li ber dîwarên keleha hundir cihê sarincan heye. Her wiha di zinêr de zîndanek jî hatiye kolan. Bê wê, hîmên du bircên din jî hê xuya ne. Kevirên di dîwaran de jî hatine bikaranîn, gelek taybet in, pirraniya wan bi teşeyên elîpsî ne. Her wiha bingehê piştekên sûra kelehê jî li başûrê wê xuya dikin.

Evliya Çelebî jî di sedsala 17´an de hatiye û li kelehê geriyaye. Ji ber ku di serdema Pezkelan de ev keleh hinek jî be, hatiye tamîrkirin û bikaranîn, Evliya Çelebî ev wek keleha Pezkelan (Akkoyunlular) bi nav kiriye. Lê rastî ne wisa ye. Her çendî li vir hê lêkolîneke arkeolojîk pêk nehatibe jî, daneyên ber dest hemû bi zelalî nîşanê me didin ku ev keleh di Serdema Hesin de bi destê hostayên Xaldiyan hatiye lêkirin. Mînak derî û derenceyên di zinar de hatine kolan, hîmên di zinar de hatiye bi cihkirin, xuyana hin nîşan, sarincên avê tevde raberê me dike ku ev keleheke Xaldî /Urartûyan e. Hin pisporên hatine û ev keleh dîtine jî di wê baweriyê de ne.

Dema Rûs di sedsala 19´an de heremê dagir dikin, tên li vê kelehê jî hinek dikolin, anegorî agahiyan, wan gelek tiştên giranbiha bi xwe re birine. Piştî wan gencînegeran jî ev der ser û bin kirine, lê nayê zanîn ka çi birine. Xwerû jî nekropola kevn a ji serdema Xaldiyan maye, wisa kirine, nayê nasîn. Baş e ku li ser daxwaziya gelê herêmê, ev der jî di nava çarçove pileya yekem a parastinê de wek herêma Sît hatiye destnîşankirin.

Hêjayê gotinê ye ku mirov bibêje, bi qasê 2 kîlometreyan li rojhilatê wê, keleheke din heye. Jêra keleha Şoşik a Keçkê dibêjin. Tê ragihandin ku mîrê kelehê yê serdema berê mîladê li vir, ji bo keça xwe kelehek daye lêkirin. Her çendî gelek sûrên wê hê nîvanîv li pê ne jî, mixabin ku li ser wê hima bigire ti agahiyên bikane bide tine. Bes behsa wê kelehê jî tê kirin.

Di nawala pêş kelehê de jî aveke mehdenê derdikeve. Lê mixabin ne gundî ne jî kesekî din lê xwedî derdikevin. Bes tê gotin, kî wê avê vexwe, kevirên di gurçikên wan de parçe dibin û bi xwe dikevin. Lê welatê bêxwedî, axa bêxwedî, ava bêxwedî, şîfaya bêxwedî, xwezaya bêxwedî, dema li gel wê hawîrdorê jî têgihîştineke giringiya çavkaniyê wiha şîfayê didin, tinebe, dibe malwêranî. Lema ev çavkaniya Şoşikê jî di nava bêxwedîtiyê de bûye mexelê pezê sor.

Mixabin agahiyên bikanim derbarê vê keleha bi nav û deng û hawirdora wê de bidim, tenê ev in. Hatin û lêkolîna arkeologan bidin aliyekê, gundî jî nizanin, arkeolog çi ne û kî ne. Ew têgihîştina damezrandina înîsiyatifeke van çavkaniyên xwezayî û berhemên dîrokî parastinê jî pêk nehatiye. Em dîsa bi axîneke kûr bibêjin; hetanî keleh û cihgehekê dîrokî yê din, bimînin di nava xêr û xweşiyê de.

parvê bike

Melîk AYKOÇ

Nivîsên Melîk AYKOÇ

Keleha Argûnê
18 teşrînê

Li ser Îdir/Egîda
11 teşrînê

Kavilên Mendekê
4 teşrînê

Keleha Sarê
7 cotmeh

Keleha Haremî
30 îlonê

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.