Keleha Segranê

Melîk AYKOÇ nivîsand —

În 19 Adar 2021 - 09:19

Keleha Segranê li başûrrojavayê nehiya Pîrxusê (Ovakişla) /Xelat li ser girekî zinarînê ku li berpalê çiyayê Nemrûtê ye, keleh rasterast li hemberê çiyayê Sîpanê ye. Li cihekî gelek stratejîk hatiya avakirin. Mirov dikane ji dîharê keleha Segranê li bakur ji Keleha Toxmikê, deryaça Nazikê hetanî Milazgirê raçavîne. Li bakurrojava keleha Tirtopê, hemû gelî û newalên çiyayê Bilîcanê hetanî ziyareta Vengasorê bi zelalî bibîne. Li Rojhilat jî bi çaveke çivîkî li Deryaça Wanê binêre. Li bakurêrojhilat Keleha Heyderan, Keleha Kefê, bajarê xirabê “Xaldî,” tevahiya gelî û newalên li berpalê başûrê çiyayê Sîpanê raçavîne. Yanê ciheke gelek stratejîk e. Di cihên wiha stratejîk hilbijartinê de Xaldî pir serkeftî ne.

Pîrxusa ku îro bajarokeke piçûk ya Kurdan e, hetanê komkujiya Ermeniyan ya sala 1915 bajarokeke Ermeniyan bû, wê demê li bajêr bi qasê 400 xane Ermenî, li dora 30 - 40 xaneyan jî Kurd dijiyan. Piştî komkujiyê, demekê wekî gundekî xirabe ma. Lê dû re hin şêniyên ji hawîrdor, her wiha yên di dema komkujiyê de ji devera Geliyê Zîlan revîbûn, li wir bi cih bûn. Şêniyên Pîrxusa li erdeke rast belav bûye, niha li dora 4 200 kesî ye. Demekê şaredariya wê di destê xeta HDPê de bû. Gundê hawîrdor bi giranî Kurden misliman in.

Keleha Segranê dikeve nava kelehên mezin. Keleh bi berahiyeke 173 x 115 metreyî û bi awayê hêkane /oval hatiye avakirin. Du dergehên kelehê hene, dergehek li Rojava û yek jî li Rojhilat vedibe. Terasên li ber derî hê jî xuyane. Dîwarên kelehê bi qasê 2,5 – 3 metreyan fireh e, sûra kelehê cih bi cih hetanî 2 metreyî hê jî li pê ne. Sûra keleha Segranê bi keviren kiklopîk û mezin, cih bi cih jî bazaltê reş hatiye li ser zinarên bilind hatiye lêkirin.

Kevirên sûrê tev de nîv teraştîne, hinên wan bi awayê xwezayî hatine bikaranîn, cîh bi cîh di navbera zinarên mezin de kevirên peyayekî jî bikane rake, hatine lêkirin. Di nava kelehê de nîşaneyên avahiyên cuda hene, hin kevirên baş teraştî di hundir de xuya dikin, ev jî tê wê wateyê ku kevirên avahiyên hundir bi hostatiyeke pisporane hatine lêkirin, lê ji ber ku bi hûrkolînî li ser nehatiye rawestan, nayê zanîn ka çend û çawa avahî di hundirê kelehê de hene. Li gel wê hebûn û nebûna jûrên di zinarên bin kelehê de, her wiha tunêla hundirîn heye tuneye, ew jî nayê zanîn. Di rastiyê de dibe ku tunêleke dakeve geliyê kûr yê li başûrê kelehê, hebe. Ji ber avahiya kelehê mirov dikane bibêje avakirina vê kelehê rastê Serdema bavê Key Menua Îşpûnî yan jî berê wî tê. Ji ber ku kevirên Sûra Kelehê û zinarên ji baxirê jor gilorbûne hatine ketine vir û her wiha lêkolîneke bingehîn pêkneanîne, nayê zanîn ka tê de parçeyên ferfûr yan jî cêran heye yan na.

Ji ber di ser xwe de hêrifandina dîwarên sûra kelehê, avahiyên kelehê û zinarên baxirên jor demeke dirêj ev der weke xilxilê Zinaran dihat zanîn, kesî nedizanî ku ev der keleh e. Di van salên dawiyê de lêkolînek rû li ser hatiye pêkanîn. Li nêzê kelehê xirbeyen şûnwarkê jî hene, di lênêrîna yekem de dişibe xirbeyên li ser Girê Holikê ya li nêzê Pîrxûsê û xirbeyên Holikên Ato. Mixabin ji ber ku hê lêkolîneke arkolojîk ya li ser van xirbeyan pêknehatiye, em nikanin bêjin, ka di kîjan serdemê de ev şûnwar şên bûne. Têkiliya van kavîlên navborî bi hev re hene, yan na, mixabin ev jî ji ber lêkolîneke bingehîn pêknehatiye, nayê zanîn.

Di zinarên biniya kelehê yên ji bin kelehê wek diwarekî dadikeve geliyê kûr ê li başûre wê, gelek gorên di zinaran de hatine kolan hene, lê ew jî bi kûrahiyeke arkolojîk nehatine lênêrîn, ji wê têkiliya kelehê û van goran jî hê nehatiye zelalkirin. Bes anagorî agahiyên berdest, ev gorana dişibin gorên destpêka Serdema Hesin. Ev jî dikane der bare kelehê de jî hin agahiyan bide.

Mirov di vê rêzenivîsên li ser kelahên ji dema Xaldiyan maye de, bi zelalî bêxwedîtî, bindestiya gelê me di warê erdnîgarî û berhemên arkolojîk de jî dibîne. Yanê dema xwediyê welat û berhemên dîrokî yên li ser wê xakî ne desthilatdarbin, xak û dîroka bêxwedî jî wek kendên ji xweliyê di ser xwe de dihêrifin û di nava têkçûnê de wenda dibin. Bi vê êşê re ez ê dîsa gotina pêsîra me bernade bikarbînim. Mixabin rewşa berhmên me yên dîrokî jî rondik dagirtîne. Bi hevîya em bikanin di nava tendûristiyeke bijûn de li dor keleheke din bi hev re bin, bimînin di nava xweşiyê de.

 

parvê bike

Melîk AYKOÇ

Nivîsên Melîk AYKOÇ

Keleha Argûnê
18 teşrînê

Li ser Îdir/Egîda
11 teşrînê

Kavilên Mendekê
4 teşrînê

Keleha Sarê
7 cotmeh

Keleha Haremî
30 îlonê

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.