Keleha nav bajarê Mûşê

Melîk AYKOÇ nivîsand —

În 29 Çile 2021 - 00:03

Li ser kelehên li navçeyan û ji Mûşê dûr agahiyên arkolojîk hetanî radeyekê hene, hin nirxandinên pdf jî bi dest dikevin, lê li ser keleha Mûşê, yan jî nava bajarê Mûşê ti agahiyên zanistî tinene. Hin nivisên ji zanyariya arkolojik dûr, di rengê nijadperestiyeke genî, bê agahîyên avadaniya li ser kelehê, mîna hewl bidin ku vê kelehê bi derekê ve girê bidin, danin tomarkirin. Arkologên di nava parêzgeha Muşê de berpirsiyar ji lêkolîn û daneyên dîrokî heta ti agahî neweşandine. Şaredariyan jî hewl nedane ku di malperên xwe de biweşînin, yan jî ev destûr nestandine. Nakropol yanê goristanên kevn yên li dora kelehê jî guhestine parqê. Ev jî xweber vê pirsê derdixe pêş, “Gelo çima dagirkeran ev mija veşartinê reşandine ser vê kelehê?“

Berê li vir pêşîyên Xaldiyan Nayiri serwer bû, li pey wan Xaldiyan /Ûrartûyan li her çengehê vê deştê, li her cihê stratejîk keleh, yan ji kelehên piçûk ên çavdêriyê avakirine, çawa ev der nedîtine, giringîya wê ya stratejîk negirtine ber çav!. Hem jî di vê zuxrê ku li ber devê newal, gelî û rêyan de nedîtibin! Li aliyê din, berê ev der di bin fermana Xorî/Hûrîyan de bû, pişt re ket destê Mîtaniyan û Urartûyan çawa berhemên wan li vir nemabe? Yanê ew inkar bikin jî daneyên dîrokî rê nade.
Di gotara dîroka Mûşê ya ku bi fermana waliyan hatîye amadekirin de, dinivîse ku ev der di dema Nairiyan (Ew jî Xaldî ne) de şênber bûye, dûre ketiye destê Xaldî /Ûrartuyan. Hawîrdora keleha Mûşê kevnebajarê Mûşê ye. Di dema Xilafeta Îslamê Omer bîn Xatab de ev der ketiye destê îslaman. Di dema êrişên Moxolan de behsa keleha Mûşê tê kirin. Kelehê di bin fermana Osmaniyan de ev rewşa xwe ya îroyîn wergirtiye. Li gel gorên kevn gorên Ereb, Mogol û Osmaniyan hene. Yanê  tenê agahiya li ser stran û henekê dengbêj Cahîdoyê Orginosê ji bîr kirine.

Ti daneyên çavkaniyên gotara walîtiyê tine, ji wê mirov nikane cidî jî bigire. Em hinek agahiyên berdest yên li ser keleha Mûşê binirxînin. Carê hîmên Kelehê di zinarên kewke de baş dane bi cihkirin. Teraştina kevirên hîmê keleha Mûşê û ya Araqê sedîsed dişibin hev, hem jî heman bazaltên reşên li ser gewrahiyê hatine bikaranîn, her wiha ci bi cîh di hîm de zinarên mezin dane bi cihkirin. Cihê keleh lê hatiye lêkirin, xwerû ji diharê kelehê keleha Hasbet û Muşatê tê dîtin, her wiha Keleha Qelencux û a Kumsorê jî. Ev jî dihêle ku mirov bibêje bingehê kelehê di dame Argiştî I. de hatiye danîn. Lê dû re hatiye tamîrkirin û berfireh kirin. Dibe ku di dema Xaldiyan de ev der tenê wek keleheke çavdêriyê hatibe bikaranîn. Lewre wê demê bajaroka Argiştîxênî û perestgeha Sûsa cihê herî girîng bû, pêdivî bi parastina wê hebû. Her wiha rêya ji deştê diket newalê û berê xwe dida Sasonê jî di wir re derbas dibû, divîbû bihata parastin. Di dema imparatoriya Emevî û Abasiyan de, tenê qesr û kervansarayên ji bo zevenga serkaran hatine lêkirin. Çandeke ereban ya lêkirina kelehan tine. Ji wê mirov nikane behsa wan bike.

Di rewşa niha de piraniya goristana li dor kelehê ruxandine, kirine parq û cihê seyrangehê, hin alavên kevn wekî Erebeya ga ya bi maran, hevcar, meşk û hin berhemên dîrokî jî di parqê de bi cih kirine, keleh hatiye restorekirin. Keleh ji tûrîstan bêtir bala şêniyên bajêr dikişîne.

Mixabin ku min nekanî agahiyên Arkolojîkê pedivî pê hebû, bi dest bixim û agahiyên di warê arkolojiyê de ragîhînim we xwînêran. Ev rewş û danasîna kelehê hemû qirêjiya dagirkeriyê li ber çavan radixîne. Divê xwediyên bajêr ango gelê me rêveberiyê bixin dest xwe û rastiyên dîrokî lêbikolin. Bi van kêmagahiyên bi nalîn, hetanî keleheke din bimînin di nava xweşiyê de.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.