Her bihust xaka parêzgeha Mûşê bi berhemên Xaldiyan dagirtiye. Lêkolîneke arkolojîk ya li ser vê xakê, dikane hemû rastiyên serweriya Xaldiyan /Ûrartûyan, Serdema Hesin û serweriyên din yên li vir bê kêmasî li ber çavan raxîne. Her wiha li vir paşmayiyên şarestaniya Hurî, Mîtanî û yên dema Medan jî hene. Li aliyê din, rastiya jeolojiya xwezayê jî pêkhatina xaka me li ber çavan radixîne. Em îro jî di ronahiya vê şiroveye de “Keleha Mêrgan” bidin nasandin.
Keleha Mêrgan li ser girê herî bilind yê di navbera gundê Serkîsan (Dumlusu) û Arincikê de ye. Di bakurê wê re çemoka Serkîsa û di başûrê wê re jî çemoka Avgewerkê diherike. Girê keleh li ser e, li wê deverê girê herî bilind e. Mirov ji dîharê gir yan jî kelehê li bakur ji gundê Tepe bigire hetanê çiyayê Qolîbaba û keleha Şahmîran û bajaroka kevn ya Xinzora Jêr dibîne. Li başûr jî piraniya deşta Mûşê weke neynikê xuya dike. Li Rojava herdu kelehên Qelencuxê, zuxrên li berpalê çiyayê Şerevdînê bê dûrbin li ber çavên mirovan e. Li Rojhilat li gel girê herî bilind yê çiyayê Bilicanê mirov dikane Keleha Xizna Maran ya gundê Kumsorê jî bibîne. Ev jî giringiya vê kelehê ya di dema Xaldiyan de li ber çavan radixîne. Ango keleh li ser girekî gelek stratejîk hatiye lêkirin. Li bakur û Rojhilatê kelehê erdekî rast bi hêşînahîya çîmenan xemilî heye, jiwê ji vê herêma rengîn re devera “Mêrgan” dibêjin. Niştecihên herdu gundên navborî jî bi giranî ji eşîra Hesenan e. Hê jî bi giranî bi ananeyên dema Xaldiyan dijîn.
Ev herdu gundên li dor kelehê bi qasê 35 km li bakurê bajarê Mûşê, li Rojhilatê çemê Arsînê /Muradê di nava rêzeçiyayên piçûk de ne. Herdu gund jî bi nehiyeya Siqawiyan (Mercimekkale) ve girêdayî ne. Li vir jî debara gundiyên hawîrdorê bi granî li ser rencberî û sewalwaniyê ye. Di van salên dawiyê de gelek gundî berê xwe dane bajaran, lema şêniyên gund wekî berê mane. Li nêzî Serkîsan bendaveke din li ser çemê Arsînê tê lêkirin. Li gel axa bi adan, gelek kavîlên dîrokî jî di bin bendavê de dimînin. Mîna ku dagirker bixwazin bi van bendavên li pey hev Gimgim, Xinûs Qereçobanê ji herêma Milazgir û Kopê biqetînin.
Keleh li ser girekî ku ji herêma lê bi qasî 300 metroyî bilindtir e, hatiye lêkirin. Keleh di navbera Koordînatên 39° 00`22 bakur û 41° 32`18 Rojhilat de ye. Girê kelehê 1675 metre ji deryayê bilindtir e. Bi berahiya xwe ya 40 x 65 metreyî dikeve nava kelehên piçûk. Keleh bi giloveriya hêkanî (fêrşanî) ye. Li dora kelehê bingehê dîwarên sûrê hene, leme arkologan ev weke stadel nirxandine. Kolan û relyefên li ser baxir û zinarên di keleh û li jêrê girê kelehê de, kûz cêr, ferfûrên li nav û dor kelehê hatine dîtin, her wiha teraştina kevirên dîwarên kelehê nîşanê me didin ku ev keleheke ji Serdema Hesin maye. Ango keleheke Ûrartûyan e. Lê di dema Romayiyan de hatiye temîrkirin. Li Rojhilatê kelehê devnixuniyeke bi meyla ji %20 de ye. Derîyê kelehê di vê aliyê de ye. Her wiha hê kevir û xibarên rêya ku ji aliyê Kumsoran tê û dikeve kelehê jî hene. Li gel wê li jêr jî cih bi cih kavilên avahiyan xuya dikin.
Kevirên dîwarên avahiyên di nava kelehê de û yên dîwarên kelehê ji kevirên bazaltên gewr, hin kevirên saxsiyên reş û yên qûmê jî tê de hene. Bi cihkirina keviran, di navbera kevirên mezin de bikaranîna kevirên piçûk, nîşanê me didin ku ev keleh di dema Rûşa I. de hatiye lêkirin. Li ser gir nîşaneyên sarincan hene, lê bi kevir û xweliyê hatine xitimandin. Jûr û mehzenên di bin kelehê de, her wiha hebûn û nebûna tûnêlê nayê zanîn, ji ber ku lêkolîneke bingehîn li ser pêk nehatiye. Eger arkolog lêkolîneke bingehîn li ser kelehê pêk bînin, wê li gel avakirina kelehê, gelek rastiyên dîrokî jî zelal bin. Tê ragihandin ku li ser zinar û şikeftên nêzîkê kelehê hin relyef hene. Lê mixabin ku hê ev relyef bi awayekî zanistî nehatine xwendin.
Min agahiyên têr yên der barê cihê keleh lê, gunden hawîrdor û xwezaya wir de ji mamoste Xiyas Zaroj Sterk wergirt. Li gel sipasiyê xwe pêşkêşê wî kirine, bang hêjayan dikim ku ew jî agahiyên li ser xwezaya welêt û kelehên li dor gund û bajarên xwe, eger hebin, lêkolînên zanistî ragîhîne me ku em bikanin rastiya herêmê û navên xweza û kelahên bi zimanê dagirkeran bi nîyeta înkarê hatine veşartin li ber çavên gel raxînin, da ku rastiya dîroka me wenda nebe, bi vê hêviyê hetanî keleheke din bimînin di nava xweşiyê de.
parvê bike
Nivîsên Melîk AYKOÇ
Keleha Argûnê
18 teşrînê
Li ser Îdir/Egîda
11 teşrînê
Kavilên Mendekê
4 teşrînê
Keleha nav giran/Girêdirikê
28 cotmeh
Keleha Gulşahê
21 cotmeh
Kavîlên Misûrya / Eleşkirt
14 cotmeh
Keleha Sarê
7 cotmeh
Keleha Haremî
30 îlonê