Keleha Kok Axayê Êzdî

Melîk AYKOÇ nivîsand —

În 28 Gulan 2021 - 11:18

Mixabin ku em welatê xwe hê nû bi nû nas dikin û li ser wî bingehî berê xwe didin dîroka xwe. Dibînin ku Kurden dîrok nivîsîne jî, her tişt lênekolane û nenivîsîne. Di nava van lêkolînên kelehan de em rastê gelek agahiyên dîroka me ya hatiye înkarkirin, tên. Baş e ku di nava gelê me de enaneyeke weke bîra dîrokê heye. Tiştên berê bûne, nehatine ji bîrkirin, tim bê kêmasî ji nivşan derbasê nivşên din bûne. Gelek caran jî, ew kirine weke çîrok yan jî destan û nehîştine ji bîr bibe. Berê niştecihên herêma Çaldiranê weke devera Patnos û Milazgirê bi giranî Kurdên Êzdî bûne. Ev mîrîtiya Kok Axayê Êzdî û keleh û zîndana wî nîşaneke wan deman e. Lê Osmaniyan di navbera salên 1830 – 1850'yî de fermana Kurdên Êzdî yên Serhedê derdixe, wê demê beşek ji gelê me yê Êzdî ji vê herêma bav û kalan direvin û beşek jî naxwazin ji kokên xwe biqetin, dimînin û di bin kirasê mislimantiyê de dijîn.

Ji ber ku lêkolîneke arkeolojîk li ser kelehê tine, em nikanin ti agahiyeke zanistî ya li ser avahiya wê bidin. Bes li ser girekî zinarîn e. Hê jî zîndan û mehzenên wê her wiha hin hîmên wê li pê ne. Di nava gel de tê gotin ku keleheke gelek mezin bû ye. Bingehê wê ji berê hebûye, dibe ku ji dema Xaldiyan jî mabe. Di sedsala 18'an (1750 – 1780) de Kok Axayê Êzdî ji Kandahara Muradiyeyê hetanê Bazîdê û beşek ji axa Rojhilat Mîrîtiyeke mezin ava kiriye. Wî, wê demê ev keleh ji nû ve daye lêkirin û mezinkirin. Her wiha di zinarên bin kelehê de jî çend jûrên weke zîndan û mehzen dane kolandinê. Keleh hilşiyaye lê zîndan hetanê vê roja me hatiye. Û Her kesê herêmê pê dizane, bes em Kurdên ji herêmên din, vê nizanin.

Min di gelek nivîsandinan de gotibû, gêncîneger belaya berhemên dîroka me ne. Ew jî dijmin in. Ji bo parçeyek piçûk dîrokekê dirûxînin. Ji ber ku gotina; "gencineya Kok Axayê Êzdî" di vir de veşartiye, di nava gel de belav e, gêncînegeran roja 1'ê Nîsana 2021'ê jî di gelek cihên dîwarê zîndanê de dînamît bi cih kirine. Heta hin diteqin jî. Vê nûçeyê di hemû rojnameyên herêmê û heta di yên Tirkiyê de jî cih girt. Parlamenterên HDP'ê jî ev mijara rûxandina zîndanê birin rojeva Parlamenê. Lê dîsa jî mîna guhên me xitimî bin, me nebihîst.
Ev keleha Kok Axayê Êzdî li berpalê çiyayê Arkelê ye, bi qasê 2 kîlometreyan li başûrê gundê Qubika (Yeniyaka) û 3 kîlometreyan jî li rojhilatê gundê Golesorê ye. Ev çiya ji bo parastinê gelek destdayî ye. Mirov her demê dikane di ser wan çiyan re xwe bigîhîne Rojhilatê Kurdistanê (Îranê) Her wiha mirov dikane ji diharê vê kelehê hem zuxrên Tendureka Mezin, hem jî ya piçûk, heta çiyayê Sîpanê jî bibîne. Zîndana di zinar de hatiye kolan 15 metreyan dirêj û 8 metreyan jî fireh e. Bi tevê odeyên din yên di zinar de 12 ode ne.

Hêjayê gotinê ye ku mirov bêje, fermandariya zîndanê di destê keça Kok Axayê Êzdî, Dilşah Xanimê de bûye. Bi giranî kesên li dij berjewendiyên gelê herêmê, kesên zordestî li jin û zarokan bikirana û mafên wan nas nekirana, ji çi gelî û baweriyê diba, bila biba, digirtin û dikirin vê zîndanê. Hetanî tobe nekirana xwe sererast nekirana, ew bernedidan. A dad û hiqûq ev e.

Li nêzîkê gundê Qubika nakropolek heye, yanê goristaneke kevn heye, di nava goristanê de du kumbetên nehnişkî hene. Mixabin lewhayên wan ên nivîsandî tinene, yan jî wenda ne, nayê zanîn li ku ne. Di hin agahiyên nivîsandî de tê gotin ku ji sedsala 17'an maye. Di nava gel de jî tê gotin ku ev kumbet jî ji dema Kok Axayê Êzdî mane. Dibe kumbet li ser gorên kalik, bav û diya Kok Axayê Êzdî jî hatibe lêkirin. Mixabin ku kes lê xwedî dernakeve, lema yek hima hima bi pirranî rûxiyaye, yek jî di rewşeke gelek xirab de ye. 
Belê ji dîroka veşartî rûpelekî bibîranîna bi agahiyên kêm, lê hêja. Ez hêvî dikim ku dîrokzan û lêkolînerên gelê me, xwerû jî yên gelê me yê Êzdî berê xwe bidin vê mîrîtiya qedîm û bi rûmet, rastiya wê derxînin û peşkêşê gelê me bikin. Her wiha siyaseta Kurd jî dikane vê mînakê baş lêbikole û li ser we bingeheke siberojê ava bike. Bi vê hêviyê hetanê keleheke din bimînin di nava xêr û xweşiyê de.

parvê bike

Melîk AYKOÇ

Nivîsên Melîk AYKOÇ

Keleha Argûnê
18 teşrînê

Li ser Îdir/Egîda
11 teşrînê

Kavilên Mendekê
4 teşrînê

Keleha Sarê
7 cotmeh

Keleha Haremî
30 îlonê

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.