Keleha Koço

Melîk AYKOÇ nivîsand —

Pêncşem 5 Gulan 2022 - 21:09

  • Keleha Koço, navê çend gundikên piçûk ên zozanî û keleheke bi razê nav û deng mezin e. 

Keleha Koço, navê çend gundikên piçûk ên zozanî û keleheke bi razê nav û deng mezin e. Keleh li bakur rojhilatê gundikê Koço ye. Tirkan navê vir kiriye "Yildirim" dibe ku li vir brûskê li bin çengê yê ku xwestiye nav biguherine dabe, lema kiribe "Yildirim." Ew herêma li dor Keleha Koço bi giştî cihekî çiyayî û zozanî ye, li hawîrdor kêm gund û deverên şên hene. Koço yekem gundê li navenda vê herêmê ye, ji wê baş tê nasîn. Gundê herî nêzîk, gundê ser bi Giyadînê, Usturkan e. Her wiha gundê girêdayiyê navçeya Bazîdê, Kaniyakewaran jî ne dûr e. Li gel zozanvanên Giyadînê, gelek gundiyên Bazîdê û deverên din jî berê derdiketin van zozanên nêzê gundê Koço. Divê ev rastî jî bê gotin, berê fermanên Êzdiyên Serhedê, ev dever bi giştî gund û zozanên Kurdên Êzdî bûn. Li vê herêmê, li bakurê gund, girê Koço heye û cihê herî bilind e, bilindahiya wê li dora 2319 metre ji deryayê bilintir e. Rêya Bazîd û Agiriyê bi qasê 7 – 8 kilometre di rojhilatê gundê Koço re derbas dibe.

Ango gundê Koço li ser sînorê navçeyên Giyadîn û Bazîdê ye. Koço bi qasê 10 kîlometreyan li rojhilatê Giyadînê ji çend mezrayên piçûk pêk tê.

Keleh xwedanê taybetiyeke gelek xwerû ye. Kelehên bi vî awayî, gelek kêm in. Ev keleh nîna Zîgûratên Sumeran, yan jî pîramîdê Misrê xuya dike, her wiha hinek jî dişibe, keleha Siqawî ya li Deşta Mûşê. Beşeke baxirê ku keleh li ser avabûye, di pêvajoya hezaran salan de hêrifiye û wekî xêlyeke ji axa ser sorahiyê hetanî jêr herikiye û rengekî xêliya sor daye girê kelehê. Mirov ji dûr ve wer zendike ku ev axa sor dû re hetiye rokirin û baxirê wekê kofiya serê bûkê xuya dike jî, piştî lêkirinê lê hatiye zêdekirin. Ev taybetiya wê tenê û tenê pîramîdeke lêkirî tîne bîra mirov. Sê gir li gel hev ji ser erdekî rast bilind dibin, lê ev taybetiya tenê li girê ku keleh li ser e, heye. Baxirê gir yê ku keleh li ser hatiye lêkirin, herî kêm 30- 40 metre bi ser wan herdu girên din dikeve. Ji ber baxirê keleh li ser e, wek kofiya bûka xemilandî xuya dike, li herêmê hin çîrok jî li ser hatine hûnandin. Dibêjîn, ev sê xwişkên di yek rojekê de kincên bûkaniyê li xwe kirine ye.

Gir ji zemînê bin ê weke erdeke rast xuya dike, herî kêm 150 metre bilintir e. Baxirên dîharê gir yê keleh li ser hatiye avakirin jî, bi qasê  10-12 metre bilind e. Mirov tênê dikane xwe ji aliyê rojhilat ve bigîhîne navenda kelehê. Mixabin niha bê hîmê wê, tiştek li pê nemaye. Bes çend derenceyên derdikevin kelehê jî, hê xuya dikin. Li dîhar, di navenda kelehê de hin nîşaneyên sarinc û derenceyên dadikevin binê kelehê hene.

Lê ji ber ku lê ti lêkolîneke arkeolojîk pêk nehatiye, mirov nikane derbarê avahî û mehzenên di bin kelehê de ti agahiyê bide. Ji ber ku cihê kelehê pir asê ye, gêncîneger jî hê pêşkalê wê nebûne.

Li bakurê girê kelehê hin kavilên kevnebajarekî û nîşaneyên nekropolêke hene, di kêlikan de xuyaye ku ji serdema Xaldiyan ve maye, heye.

Bes li ser wan jî ti lêkolînên arkeolojîk pêk nehatiye, ji wê, mirov nikane ti agahiyê bide. Parçeyên cêr û ferfûran lê hatine dîtin, serdema destpêka hesin destnîşan dikin. Bê vê, mirov tenê dikane hin agahiyên bi me ve xuya bide. Yek, mirov dikane ji dîharê kelehê, keleha Arûç, gola Masiyan, bajarê Bazîdê, derdora germikên Giyadînê, zozanên Sînegê, Eledax û Tendûrekê weke neynikekê bibîne, heta dikane baş raçavîne jî. Ji ber vê jî dibe ku ev keleh xwerû wek cihekî parastina zozanvanan, çavdêriya heremê hatibe bikaranîn.

Mixabin ku rewşa dîrok û paşmayiyên dîroka me bi giranî ev e. Yên bikanin derkevin diharê wê, wêneyên hawîrdor xwerû jî xişma çiyayê Agirîyê ku ji vir ve baş xuya dike, bi wêneyan wê xofa wî rabîhîse û bide rabîhîstin, bi dilxweşî vê dikin. Lê ji ber ku ne di destê xwediyê heremê de ye, wisa bêxwedî û di tariyê de hatiye hiştin. Wê kengê lêkolînên bingehîn li serê pêk werin, ew jî nayê zanîn. Piştî vê gazinca li pey her kelahê weke axîn ji hinavê me yê kesirî diherike, em dîsa gotina dawiyê li vê zêde bikin û bêjin; hetanî keleh û cihekî dîrokî yê din, bimînin di nava xweşiyê de.

parvê bike

Melîk AYKOÇ

Nivîsên Melîk AYKOÇ

Keleha Argûnê
18 teşrînê

Li ser Îdir/Egîda
11 teşrînê

Kavilên Mendekê
4 teşrînê

Keleha Sarê
7 cotmeh

Keleha Haremî
30 îlonê

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.