Navê Gund yê kevn Araq e. Araq peyveke Arî ye. Peyva “Kepenek” jî pehlewî û partî ye, ji peyva “kepe /kepen” û paşgîna “ek” pêk tê. Dagirkeran qaşo bi armanca tirkkirinê navê Kepenekê li gund kirine, lê ew peyva wan jî ji peyva Arî tê.
Giringiya vê kelehê bi zinarê nivîsandî yê ku gundiyê Araqê Selahatin Çakici di dîwarê sûra mala xwe de ji leyîya biharê parastinê ve derket ronahiyê. Ev Levhaya zinarin bi aliyê Serwerê Xaldiyan Argiştî I. (B.M.785 – 756) ve hatiye nivîsandin. Li ser levhayê dinivîse ku navê vê deverê “Argiştîhînî /Argiştîxînî” her wiha radigîne ku wî li vir perestgeha Sûsayê û kelehek ava kiriye. Navê perestgeha Sûsa baş tê xwendin lê navê kelehê ji ber şikandina kevir bi tevahî nayê xwendin. Li gel wê xebata li ser zinarê vê levhayê hem jî zinarên ji jor ve, yanê ji cihê dibe ku perestgeh lê be, gilorbûne hatine jêr tev de bi xebat û hunerekî taybet hatine teraştin, piraniya wan bi berahiya 0,60 x0,70 metreyî ne. Mixabin ku li vir jî gêncînegeran her tişt tevlihev kirine û bûne sebeba tar û markirineke wisa malxirab, mirov nikane cihê Perestgeha Sûsayê jî derxîne.
Keleh û cihê kelehe ne bi qasî kevnebajarê, yan jî çarşîkelta Xinzora Gimgimê ye, lê dikeve nava Çarşîkelta yanê bajarên nava kelehan. Derê kelehê ku li başûrrojavayê kelehê cih digire bi berahiyeke 60 metreyî ye. Ev berahî di cihê avahiyan de jî ber bi bakurêrojhilat ve berdewam dike, piştre her diçe teng dibe. Li keviya bakurrojava çivekê dide xwe û hetanê 15, 10 metreyan teng dibe. Cihê bajarê nava kelehê bi qasê 150 – 160 metre dirêj e. Hima li ber keviya derê der hîmê avahiyeke çarnîşk heye, lê ji ber texrîbata li ser, erkê wê avahiyê nehatiye zelalkirin, ji bo zelalkirinê lêkolinên berfireh dixwaze.
Ev keleh û Çarşîkelta li ser rêya Xaldiyan a ji Deşta Mûşê diçe aliyê Sasonê ye, her wiha tevahiya Deşta Mûşê wekî neynik li pêş kelehê xuya dike. Li vir hebûna perestgeha Sûsayê destnîşan dike ku di warê stratejî, siyasî û baweriyê pindeke herî girîng e. Nakropola li nêzîk û bingehên hin avahiyên li nêzî kelehê, vê kelehê hê bi watetir dike. Bi lêkolîneke arkolojîk dikane gelek rastiyên demê di warê bawerî û siyasî de li ber çavan raxîne.
Keleh li ser baxirên wek kelehek li Rojhilat, Bakur û Rojava bilindbûye û pişta xwe daye şaxê çiyayê Ziyaretê hatiye avakirin, ji hersê hêlan ve kelehê dagirtin bê derfet, aliyê çîyê jî ne zêde destdayî ye. Bi awayê xaldiyanî, yan jî kelahên Xaldiyan ên din hatiye avakirin. Mixabin ku tenê hin zinarên hîm yan jî parçeyên hîmên di bingeh de hatine bicihkirin li pê mane. Ev jî bi giranî li nêzê derê kelehê û li ser baxirên nêzê derî û li ser zinarên Başûrrojhilat mane. Di kelehê de nîşaneyên birceke li ber sura kelehê jî heye, ev li bakur bi berahiyek 21 + 9 + 11 metre di formeke çarnişkeke xwar de ye. Avahiyên hundir bi kevirên piçûk hatine lêkirin, lê ji ber rûxandin û texrîbatê, mirov nikane wê plana dema C. A. Bumey derxe. Lê dîsa jî mirov dikane bibêje, dibe ku wek kelehên Ûrartuyan ên din, li vir jî perestgeha Sûsa li cihê herî bilind ê kelehê hatibe lêkirin. Mixabin ku ji bilî levhaya ji Argiştî I. maye û nîşaneya perestgeha Sûsa belgeyeke din ya ku bikane girîngîya kelehê bi me bide fêrkirin, tine.
Hêjayî gotinê ye ku yek li nêzîkê kelehê kavîlên dîrokî ya bajaroka Argiştîhînî /xînî heye, lê lêkolîneke bingehîn lê pêknehatiye. Li aliyê din li ber pêşa şaxê çiyayê Ziyaretê ku li vir Kanîreş dibêjin, Manastireke Ermeniyan ya li rasteya berpalê çiyê hatiye avakirin, hê jî bi giranî li pê ye, heye. Tê îdîakirin ku berê li vir şerav û Araq hatine meyandin.
Hetanî keleheke din bimînin di nava xweşiyê de.
Çavkanî: https://dergipark.org.tr/tr/download/article-file/28621
Arkeolog Yrd. Doç. Dr. Nurettin KOÇHAN hem ew levha xwendiye û hem jî li kelehê nêrîye û agahî dane.
parvê bike
Nivîsên Melîk AYKOÇ
Keleha Argûnê
18 teşrînê
Li ser Îdir/Egîda
11 teşrînê
Kavilên Mendekê
4 teşrînê
Keleha nav giran/Girêdirikê
28 cotmeh
Keleha Gulşahê
21 cotmeh
Kavîlên Misûrya / Eleşkirt
14 cotmeh
Keleha Sarê
7 cotmeh
Keleha Haremî
30 îlonê