Keleha Kelareşê

Melîk AYKOÇ nivîsand —

Pêncşem 4 Sibat 2021 - 23:25

Keleha ji Til (Korkut /Muş) hetanî keleha Marnûkê tevahiya rêya Agirî – Mûşê raçivîne, keleha ji jor ve li rêya dîrokî ya Xaldî /Urartuyan dinêre, keleha navê xwe daye newal û geliyên di navbera çiyayên Darabî, Tixo, Teco, Kurmelîk, Sûspert û Babizdîna li ser pêşa çiyayê Sîpanê li pey hev berz dibin, keleha ku ji jor ve li çemê Kelareşê dinêre. Keleha li tevahiya herêmê bi navê xwe çîrokên li dor xwe û geliyê xwe bi nav û deng e. Keleha ku bi navê xwe her der xemilandî. Bi vî navî gelek cih û gelî hene; li aliyê Tekman û Çatê /Qortiyê, di nava Çiyayê Xaçreşa li pişt Mûşê berz bûye, li Mêrgewera Rojhilat, her wiha li gelek cihên din, bi vî navî gelîyên kûr û asê hene. Çîroka Şêxmûs û xwişka wî Sindiyan û şerê wan yê li dij mîrê Tirkan jî, li van gelîyan yekî derbas dibe. Wek mînak: “Bîngol e, hezar gol e, kes nizane kîjan gol e!” Em jî nizanin ka ev çîrok di kîjan geliyê de derbas bûye. Dibe ew gelî ev der be, yan jî Kelareşa Tekmanê be. Lewre êvarekê ji deşta Pasînê radibin û bi destê sibehê re li geliyê Kelareşê datînin.

Keleha Kelareşê li bakurê gundê Kelereşê li ser girekî wek kovikek bi qasê 200 -300 metro ji çala gund bilintir, li ser zinarên 15-20 mêtre bilind ê hatiye avakirin. Yanê baxirên bingehê kelehê pêk tîne, bi serê xwe weke keleheke xwezayî bilind bûye. Li bakurê wê geliyê Kelareşê, li başûr gundê Kelareşê, di rojhilatê wê re jî çemê Kelareşê diherike, ango ciheke wisa xwerû û teybet e. Keleha Kelareşê bi qasê 17 – 18 kilometre li bakurrojhilatê bajaroke Tîlê (Korkut) ye. Arkologên di van salên dawiyê de lêkolineke rûyê kelehê pêkanîne, li ser kelehê van koordînatan didin: 38° 50`01 bakur 41° 56`24 Rojhilat. Keleh li ser biryara korî zanistiya Erziromê ya di bin serenavê “K. V. T. V. K. ya roja 22. 08. 2006ʼan bi biryara hêjmar 394ʼan di bin navê “Karakele Beldesî Kalesî” de hatiye tomarkirin. Mirov dikane di nava belgeyên vê saziyê de di bin vê hêjmar û navî de bigîhîje agahiyên li ser vê kelehê.

Keleh keleheke Xaldiyan e ji Serdema Hesin maye. Zinarên hatine bikaranîn, teraştina zinaran, di zinarê kewke de bi cihkirina hîmên wê, her wiha, parçeyên ferfûr, fera, kûz û hin nîşaneyen li ser zinaran dihêle ku em bêjin; di bin serweriya Argiştî de hatiye lêkirin. Lê ji ber ku hin dîwar bi xerca serdema navîn hatiye bikaranîn, mirov dikane vê jî lê zêdeke, keleh di wê Serdema Navîn de hatiye tamîrkirin. Li gel wê di vedana gencînegeran de xuya dibe ku dû re jî hin avahî lê hatine zêdekirin. Ji ber ku lêkolînên arkolojîk ên bingehîn pêknehatine, tenê li rûyê kelehê nêrîne; em nizanin ka ode û mehzenên di zinar de hatine kolan, her wiha tunêlê di kelehên Xaldiyan de heyî, di bin kelehê de heye yan na. Ji ber ku ev keleheke li ser rêya dîrokî ye, agahiyên arkolojîk ên bingehîn, dikane gelek rastiyên serdema serwer Argiştî li ber çavan raxîne. Hetanî em bi xwe xwedî li cigehên xwe yên wiha dîrokî dernekevin, wê agahiyên têr gelek dijwar be.

Ji ber ku rêya Xaldiyan ya dîrokî ku ji paytexê Xaldiyan Azaşkûnê berê xwe dide başûr, di vir re dihat û berê xwe dida aliyê Tuxê û Sasonê, ev der wekî derîyeke agahî û parastinan bû, ji wê mirov li ser hin girên li hawîrdorê kelehê jî, rastê nîşaneyên kozikên çavdêriyê yên ji serdema Xaldiyan maye, tê. Lêkolîneke bingehîn ya li vir dikane hin agahiyên berfirehbûna xaka Xaldiyan jî li ber çavan raxîne. Ev jî dikane di zelalkirina dîroka Xaldiyan de bibe bingeh.

Gundê Kelareş gundê ku wekî derî û zuxrê li deşta Lîz – Kopê û Milazgirê vedibe, xwedanê gelek taybetiyê xwerû ne, lema bi aliyê her kesî ve tê nasîn. Ev gundê demekê gundekî mezin bû, bi hin mezra û gomên xwe ve bûbû navçeyek bi şaredarî, heta dagirkeran xwestibûn di cihê Tîlê de vê derê têkin navçeyekê, lê nebûna kar, bela xuyakirina mezreyan pêşî li vê girt. Gelek şêniyên gund ji ber pirsgirêkên debarê ji gund qetiyan, ji wê jî şaredariya gund hate rakirin, niha wek gundekî bi keya maye. Lê li hawîrdor bi navê keleha xwe û geliyê xwe pir bi nav û deng e.

Min ji dil dixwest ez hê agahiyên berfirehtir ragîhinim xwîneran, lê mixabin, xwerû jî agahiyên li ser kelehê tenê ev bûn. Bi hêviya em di keleheke din de bigihîjin hev, bimînin di nava xweşiyê û tendûristiyeke bijîn de.

parvê bike

Melîk AYKOÇ

Nivîsên Melîk AYKOÇ

Keleha Argûnê
18 teşrînê

Li ser Îdir/Egîda
11 teşrînê

Kavilên Mendekê
4 teşrînê

Keleha Sarê
7 cotmeh

Keleha Haremî
30 îlonê

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.