Keleha Heyderan

Melîk AYKOÇ nivîsand —

În 12 Sibat 2021 - 01:05

Keleha Heyderan li bakurrojavayê gundê Develikê ye. Anegorî agahiyên min ji hin kesên herêmê nas dikin wergirtiye. Berê li vê gundê ku demekê mezra gundê Axçawêranê bûye, êleke eşîra Heyderan jiyaye, ji Develîkê re mezra Heyderan jî hatiye gotin. Navê vê keleha xwerû û di rengê xwezayî de ji wir hatiye. Arkeologên bi Wezareta Çand û Tûrizma Tirkiyê ve girêdayî navê „Haydar Kalesî“ li vir kirine. Dewleta Tirk ya dagirker di despêka sedsala bîstan de êla Heyderan ji vir diqewitîne û koçerê Kafkasyayê yên we bi serenavê „Şapsix“ tên binavkirin, li vir bi cih dikin. Ew jî bi zimanê xwe diaxivin, nêzîkê kîjan koma ziman e, nayê zanîn. Hûn dibînin, ji bo guhertina demografyayê kî neanîne û li welatê me bi cih nekirine! Emê hê çi navan bibîhîsin! Yanê tiştên nayên hişê mirovekê dikin, dibe ji vê be, Alman dibêjin; „getürkt!“

Keleha Heyderan li ser girekê ji deryayê 2200 metre bilind e. Cihê kelehê hetanî bêjî, asê ye, derketina ser kelehê gelek dijwar e. Lema hin mirovên derûdorê keleha hêlîna qertelê (eylo) jî dibêjin. Ev keleh ne tenê bilind e, mirov li diharê kelehê li aliyekê ji xofa bilindahiya çiyayê Sîpanê ditirse, li aliyê din hemû zinar û baxirên li berpalê çiyayê Sîpanê wek neynik dibîne. Li gel wê mirov di hewayeke sayî de dikane tevahiya Gola Wanê, Keleha Tûşpayê, Deşta Mûşê, her wiha Deşta Milazgir û Lîzê jî bibîne. Keleh di ciheke wisa stratejîk de hatiye avakirin.

Anagorî vegotinên gundên li herêmê heval û destbirakê Siyabendê Silîvî Qedayê Heftqetran demekê dirêj ev keleh wek cihê mayînê hilbijartiye û di şikeftên di zinarên bin kelehê de maye. Her wiha bi rikî tê gotin ku Siyabendê Silivî jî hatiye, di vê kelehê de demekê bi tevê Qeda maye. Li hin gundên heremê weke Xinikê ev stran heye: 

„Siyabendo bêkes û perîşan bû  
Cihê wî gelî, devî û çolistan bû 
Felekê lêdabû, ew li pey heyfan bû 
Stara wî şikeft û çalên keviran bû 
Her kevirên girûz jê ra palişt bû 
Xwarina wî hêşinayî û giha bû 
Ta hevaltiya Qedayê li Heyderan bû!“ 

Çawa di strana gundiyan de jî derbaz dibe, Baxirê asê yê ku keleh li ser hatiye avakirin jî di rengê bazaltê ser gewrahiyê de ne û giruzin /girnûş e. Mixabin ku tene agahiyên li ser rûyê kelehê hene, lêkolîneke arkolojîkê bingehîn pêkneanîne. Lema agahiyên li ser avakirinê zêde di destê me de tine. Keleh li ser berahiyeke 200 X 300 metreyî hatiye avakirin, bingehê avahiyekê gelek zelal xuya dike, lê yên avahiyên din ji ber ku di ser hev de hêrifîne, gelek têklihev in, hîmên li ser devê baxir xuya dikin, parçeyên ferfûr, cêr û kuzên Serdema Mîsê zer (bronz) ya navîn û dawiyê ku bi rengeke polîkrom hatine boyaxkirin, her wiha astarê wan yên bi sorahiya Xaldiyan û reş hatine neqişandin, bi zelalî serdema avakirina kelehê nîşanê me dide.

Her çendî li ser kelehê hin nîşaneyên sarincan hene, ji bo hinan peyva „çalav“ ku ji dema êla Heyderan ve maye û derbasê zimanê Şapsixan jî bûye. Her wiha hin nişaneyên ku di bin kelehê dê hebûna tunêla veşartî û jûrên xwarinan jî hene. Lê ne gundî diwêrên bi xwe di wan qulên teng re derbasê wan jûran bibin, ne jî bi fermî ev pêkanîne. Li gel vê rastiyê li ser koordînatên wê jî ti agahiyên fermî tine. Navê kelehê û koordînatên wê di nava çevkaniyên parezgeha Bîtlîsê de jî tine. Bes di çavkaniyên Wezareta Çandê û Turizmê ya Tirkiyê de hene.

Mixabin, min her çendî bi rêya dost û hevalan hewl da ku agahiyên têr bi dest bixim, bes ev agahî bi destên min ketin. Jixwe li ser hemû berhemên dîrokî lêkolînên bingehîn peknehatine. Bes em wek gel hînî navên wan cihên dîroki jî bibin, her wiha rewşa wan a heyî fêr bibin jî, baş e, dibe derfet bi destên nifşên li pey me bikevin, ew rastiya wan derbixin. Bi vê hêvî û xewna derketina rastiyan hetanê keleheke din bimînin di nava tendûristiyeke bijûn de.

parvê bike

Melîk AYKOÇ

Nivîsên Melîk AYKOÇ

Keleha Argûnê
18 teşrînê

Li ser Îdir/Egîda
11 teşrînê

Kavilên Mendekê
4 teşrînê

Keleha Sarê
7 cotmeh

Keleha Haremî
30 îlonê

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.